Amed – Welatiyên Amedî têkildarî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” ku salek li pey xwe hişt axivîn û diyar kirin ku piştevaniya bangê dikin û xwestin ku dewlet demildest gavên şênber biavêje.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an di çarçoveya pêvajoya heyî de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê kir. PKKê piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” di 1ê Adarê de agirbest îlan kir. PKKê piştre di 5-7ê Gulanê de kongreya xwe ya 12emîn li dar xist û biryara xwefesixkirinê da. Di 11ê Tîrmehê de jî li Şikefta Casenê ya li nêzî bajarê Silêmaniyê jî merasîma şewitandina çekan li dar xist û komeke gerîlayan çekên xwe şewitandin. Tevgera Azadiyê ya Kurd, di 26’ê Cotmehê de li Qendîlê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gaveke dîrokî avêt. Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd, ragihand ku di çarçoveya biryarên Kongreya 12emîn a PKKê û bi erêkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dest bi vekişandina gerîlayên HPGê û YJA Starê ji bakurê Kurdistanê ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve kirine. Tevgera Azadiyê herî dawî jî di 17ê Mijdara 2025an de ji bo ewlehiya pevajoyê hêzên xwe ji qadên şer ên Herêmên Parastina Medyayê vekişandin.
Di heman demê de li Tirkiyeyê jî di bin banê Meclisa Tirkiyeyê de komîsyonek hat avakirin û ev komîsyon di 5ê Tebaxa 2025an de civîna xwe yekemîn li dar xist û di 18ê Sibata 2026an de jî civîna xwe ya dawî ya 21an li dar xist. Komîsyona Meclisê bi gelek aliyên civakê re hevdîtin kir û rapora ku di encama van civînan de amade kiribû aşkere kir. Welatiyên Amedî têkildarî pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku salek li pey xwe hişt ji ajansa me re axivîn.
‘Divê biryarên DMMEyê bên bicihanîn’
Welatiyan diyar kir ku ji ber ku hêj tu gavên şênber neavêtine baweriya wan bi dewletê nîne û xwestin ku dewlet biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) pêk bînin. Welatiyan bal kişand ser gotinên Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan ên “Piştî Sûriyeyê dora Iraqê ye” û nerazîbûn nîşanî van gotinan dan.
‘Madem tu aştî dixwazî tu jî gavekê biavêje’
Welatiyan da zanîn ku bi hezaran girtiyên nexweş û girtiyên ku tevî cezayê wan xelasbûne nayên berdan hene û xwestin ev girtî bên berdan. Welatiyan diyar kirin ku di nava salekê de ji bilî avakirina komîsyonê dewletê gaveke şênber neavêtiye û wiha gotin: “Madem tu aştî dixwazî tu jî gavekê biavêje. Lê tiştek neguheriye. Êdî bes e hûn nikarin me bixapînin. Em yek in. Başûr, Bakur û Rojava yek in. Em bawer dikin ku ev têkoşîn dê serbikeve.”
‘Heke gelê Kurd nebe yek gav jî nayên avêtin’
Welatiyên ku piştevaniya banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin, xwestin ku dewlet durûtiyê neke û ji bo çareseriyê gavan biavêje. Welatiyan destnîşan kirin ku heke gelê Kurd nebe yek gav jî nayên avêtin.












