Gelê Mêrsînê li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Akdenîza Mêrsînê derket kolanan. Bi êrîşa polîsan re, çalakiyên ciwanan li taxên Akdenîzê belav bûn. Çalakiyên gel li kolanan didomin.
Hevşaredarên Navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Aslan ku di 10ê çileyê di serdegirtina malê de hatibûn binçav kirin, duh sewqî dadgeriyê hatin kirin û îro berdestî sibehê hatin girtin. Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku qeymeqamê navçeyê Zeyît Şener wek qeyûm danîne ser Şaredariya Akdenîzê.
Piştî tayînkirina qeyûm gel li taxa Yenipazarê kom bûn û tayînkirina qeyûm şermezar kir. Girseya ku li pêş avahiya DEM Partiyê ya Akdenîzê kom bûn, bi tevlêbûna Parlamenter Ali Bozan û Perihan Koca li nava esnafan geriyan û serdana esnafan kir. Bi sedan polîsan pêşiya girseyê kir û meşa gel asteng kir. Dema girseyê xwest bimeşe polîsan êrîşî gel kir. Girseyê li dijî êrîşa polîsan dest bi meşê kir û çalakî li nava kolanên Taxa Yenî pazarê û taşên navçeya Akdenîzê belav bûn.
Parlamenterên DEM Partiyê Dilan Kunt Ayan, Huseyin Olan, Serokê rêxistina CHPê yê Mêrsînê Koral Omur, Serokê TÎPê yê Mêrsînê Ahmet Paket, Serokê EMEPê yê Mêrsînê Sedat Başkavak jî tev li çalakiyan bûn.
Piştî êrîşa polîsan ciwanan li kolanên taxê agir pêxistin û dest bi çalalakiyan kirin. Ciwanên ku agir pêxistin, dirûşm berz kirin û qeyûm şermezar kirin. Li aliyê din ciwanan bi fîşekên hewayî bertekên xwe yên li dijî polîsan anîn ziman. Di navbera polîs û ciwanan de pevçûn derket. Çalakî li kolanan belav bûn.