• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Baranê çeman bi avên zelal, xwezayê bi kulîlkan xemiland

    Baranê çeman bi avên zelal, xwezayê bi kulîlkan xemiland

    Balefira Rûsyayê ket: 29 kes mirin

    Balefira Rûsyayê ket: 29 kes mirin

    YPJ: Bersiva hemû êrişên çeteyan hat dayin

    Heyetek YPJê li Şamê serdanan dike

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Baranê çeman bi avên zelal, xwezayê bi kulîlkan xemiland

    Baranê çeman bi avên zelal, xwezayê bi kulîlkan xemiland

    Balefira Rûsyayê ket: 29 kes mirin

    Balefira Rûsyayê ket: 29 kes mirin

    YPJ: Bersiva hemû êrişên çeteyan hat dayin

    Heyetek YPJê li Şamê serdanan dike

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Gelê Mexmûrê li dijî ambargo û zextên Iraqê meşiyan

Navenda Nûçeyan / AW

4 HEZÎRAN 2025 - 20:04
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Gelê Wargeha Mexmûrê li dijî rêgirî, ambargo û nûnerên xwe yên ku ji aliyê hêzên Iraqê ve hatine girtin, meşekî girseyî lidarxistin û peyama “Heta ku em mafên xwe bidestnexin, em dest ji vê rêya xwe ya pîroz bernadin” hat dayîn.

Ji 10ê Nîsanê ve ambargoyek girankirî ji aliyê dewleta Iraqê ve li ser Wargeha Mexmûrê tê meşandin. Her wiha ji bo çareserkirina van pirsgirêkan û rakirina ambargoya heyî şandeyek ji nûnerên wargehê pêk tê, berê xwe dan Bexdayê. Piştî ku hevdîtin bi Wezîrê Dadê re pêk anî, di vegerê de ango di 14ê gulanê de ji aliyê hêzên Iraqê ve hatin girtin. Ji wê rojê heta  niha ne ambargoya heyî hat rakirin, ne pirsgirêkên heyî hatin çareserkirin û ne jî endamên şandeya wargehê hatine berdan.

Gelê Mexmûrê têkildarî ambargo, rêgirî û neberdana nûnerên wargehê yên ji aliyê Iraqê ve, xelkê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn û heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) meşiyan.

Di meşê de alên ku posterên Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên endamên şandeyê Ehmed Şehbaz, Bêwar Emîn û Edban Yilmaz hatin rakirin. Bênvber dirûşmeyên “Bijî berxwedan Mexmûrê” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Piştî ku meş li ber avahiya Nûnertiya NY’ê ya WargehaMexmûrê rawestiya, daxuyaniyek ji aliyê Hevseroka Dîwana Meclisa Gel a Wargeha Mexmûrê Nûdem Yaman ve hat dayîn.

Beriya ku daxuyanî were dayîn, ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat gitin. Piştî rêzgirtinê Hevseroka Dîwana Meclisa Gel a Wargeha Mexmûrê Nûdem Yaman daxuyaniyek da.

Nûdem di destpêka axaftina xwe de xelkê wargehê di vê rêwîtiya penaberiyê de gelek zorî, zehmetî û êşên giran kişandine û wiha got: “Ev xelkê Wargeha Mexmûrê xwe muhtacê tu kesê nekir. Ji ber wê berê xwe dan bajarên Iraqê û ji bo debara jiyana xwe, kar dikirin. Dewleta Iraqê bi hevkariya dewleta tirk a ku yekem armana wan belavkirina wargehê ye, ambargoyek ji 10 ê Nîsanê ve daniye ser wargehê. Ji roja ku ev ambargo tê pêkanîn heta niha, berxwedana xelkê wargehê hîn zêdetir dibe. Dixwazin bi dîlgirtinê îradeya vî gelî bişkînin. Wek gelê wargehê, wê her tim xeta berxwedanê, xeta Apoyî ji bo me armanc be. Heta ku em mafên xwe bidestnexin, em dest ji vê rêya xwe ya pîroz bernadin.”

Piştî axaftinê meş bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Mexmûrê” bi dawî bû.

Etîket: AmbargogelmesMexmûr
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

28 ADAR 2026
Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hate definkirin

Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hate definkirin

28 ADAR 2026
Li Elkê bi meşaleyan Newroz hat pîrozkirin

Li Elkê bi meşaleyan Newroz hat pîrozkirin

25 ADAR 2026
Bi kareografiya Mazlûm Dogan Newroz pîroz kirin

Bi kareografiya Mazlûm Dogan Newroz pîroz kirin

17 ADAR 2026
Li 7 navçeyên Amedê agirê Newrozê geş bû: Divê birêz Ocalan demildest azad bibe

Li 7 navçeyên Amedê agirê Newrozê geş bû: Divê birêz Ocalan demildest azad bibe

17 ADAR 2026
‘Mafê tenduristiyê bi avakirina civaka demokratîk pêkan e’

‘Mafê tenduristiyê bi avakirina civaka demokratîk pêkan e’

11 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Beşdarbûna Komarê divê li ser bingeha nasname û azadiyê be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hosteyê sînemaya şoreşgerî hat dinê: Em ê bi ser bikevin, em ê teqez bi ser bikevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Toprak hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Nexweş dixwazin bi Kurdî xizmetê werbigirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tulay Hatîmogullari: Êdî divê azadiya birêz Ocalan pêk were

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (14)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne