Rayedar û welatiyên Şengalê derbarê planên nû yên li ser gelê Êzidî diyar kirin ku xwesteka bêçekirin tê wateya fermanek nû û dê vê yekê qebûl nekin.
Bi pêşengiya dewleta Tirk planên nû yên li ser Şengalê tên çêkirin. Hikûmeta Navnedî ya Iraqê jî hewil dide bi zeştê van planan bi cih bîne. Gelê Şengalê li ser xeteriyên planên nû yên êrişan ji RojNewsê re axivîn. Endamê Desteya Sulhê ya Şengalê Meşel Hecî bang li rayedarên Iraqê kir ku îradeya Êzîdiyan nas bikin û wiha got: “Em dengê xwe digihînin hemû berpirsên Iraqê, civaka me paşguh nekin û her roj bi hincetên cuda îradeya me nekin hedef. Em li ser axa xwe dijîn û dixwazin di bin ala Iraqê de xwedî maf bin. Lê mixabin, em dibînin ku Iraq her roj çarçoveyekê ji xwe re datîne û dixwaze îradeya me bişkîne.’’
‘Zarokên me Şengalê diparêzin’
Meşel Hecî bi bîr xist ku di dema êrişa DAIŞê de tu hêzên ji derve parastina wan nekir û wiha domand: “Dema fermanê ti kesî dengê xwe nekir û em neparastin. Ji ber wê jî me ji bo parastina xwe çek rakir. Îro jî yên Şengalê diparêzin zarokên me ne. Şengal herêma herî ewle ye û hemû saziyên ewlekariyê yên Iraqê li virin, rewşê bi çavê xwe dibînin. Pêwîst nake îradeya me bikin hedef.”
‘Divê Hikûmeta Iraqê rê nede planan’
Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel jî bal kişand ser metirsiya fermaneke nû û diyar kir ku her planek li ser Şengalê, berdewamiya roja reş a 3yê Tebaxê ye û wiha axivî: “Di bin navên cuda de dixwazin fermaneke nû rakin. Ev plan bi destê beşek ji rayedarên Iraqê tê meşandin. Kesên ku van planan datînin, xwedî zihniyeta DAIŞ’ê ne. Divê hikûmeta Iraqê rê nede van planên nexêrxwaz.”
‘Armanc qirkirin e’
Neam Bedel bang li dewletên ku komkujiya Êzîdiyan wekî “jenosîd” nas kirine kir û axaftina wiha domand: “Em bang li hemû welatên ku jenosîd nas kirine dikin, rê li ber jenosîdeke nû bigirin. Eger rê li ber van planan neyê girtin, armanc qirkirineke dine. Her wiha bang li hemû dostên civaka Êzidî dikin ku xwedî li Şengalê derkevin.”
‘Bêçekkirin ferman e’
Neam Bedel di dawiya axaftina xwe de îşaret bi rewşa PDKê ya sala 2014an kir û hişyariyek da gel: “Beriya fermanê, PDKê li nava gel geriya û dest danî ser çekên gel, di dema êrîşa de jî gelê me bêçek hiştin û reviyan. Encam jî ferman bû. Îro jî di bin navê fermîkirina çekan de dixwazin gel bê parastin bihêlin. Em bang li gelê xwe dikin; çekên xwe teslîmî ti kesî nekin, Ji bo parastina xwe her dem amade bin. Bêçekkirina me, tê wateya fermaneke nû.”













