Gelê Sengezer û Warmawayê li dijî êrişên qirkirinê yên çeteyên girêdayî Şamê û Tirkiyeyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê daketin qadan û piştgiriya xwe ya ji bo Rojavayê Kurdistanê anî ziman.
Bi hezaran welatiyên navçeya Warmawa ya Silêmaniyê ji bo piştevaniya bi Rojava re welatî daketin qadan û êrîş şermezar kirin. Di çalakiya li Warmawa çalakvan Sefer Ebûbekir axivî û destnîşan kir ku îro ew ji bo piştevaniya berxwedana ji bo Rojava kom bûne û got: “Daxwaz ji hemû xelkê Başûr dikim ji bo Rojava dakevin qadan. Daxwaza rawestandina vê zilmê dikim.”
Bi hezaran welatiyan li navçeya Sengeserê jî bi heman armanca çalakî li dar xistin. Li nava bazara Sengeser ya ser bi Îdareya Raperîn çalakiyeke ya piştevaniyê hate kirin. Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku bi hezaran çete ji aliyê Hikûmeta Colanî ve hatine azadkirin û got: “Ev xeteriyeke mezine li ser Iraqê jî.”













