Hevşeredarên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî, parlamenterên DEM Partiyê û welatî li dijî tayinkirina qeyûm li ber şeredariya Sêrtê kom bûn û meşiyan. Komê di meşê de bi dirûşmeyan qeyûm şermezar kir.
Wezareta Karên Navxweyî yê Tirk di 29ê çile de qeyûm tayinî şeredariya Sêrtê ya DEM Partiyê kir. Piştî qeyûm tayinî şeredariyê kir, hevşeredar Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî ji pêywîrê hatin dûrxistin û li şûna wan Waliyê Sêrtê Kemal Kizilkaya pêywîrdar kirin. Piştî tayînkirina qeyûm gelê Sêrtê ji duh ve li pêşiya şeredariyê qeyûm protesto dikin. Protestoya li dijî tayinkirina qeyûm di roja 2an de berdewam dike. Di roja 2an de jî welatiyên Sêrtê bi tevlîbûna hevşeredar û parlamenteran li ber avahiya şeredariyê çalakiya xwe domandin. Welatiyên Sêrtê bi tevlîbûna hevşeredar Sofya Alagaş, Mehmet Kaysi û parlamenterên DEM Partî vê li ber avahiya şeredariyê dest bi meşê kirin û heta kolana Aydinlar meşiyan. Girsê di meşê de dirûşmeyên, “Qeyûm li Kurdistanê bicehme”, “Qeyûm talan e berxwedan jiyan e” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” berz kirin. Welatiyên Sêrtê jî bi çepikên xwe piştgirî dan girseyê.
‘Em ê bi serbikevin’
Parlamenterê Sêrtê Sebahat Erdogan Saritaş ku di meşê de axivî bi van gotinan bertek nîşanî tayinkirina qeyûm dan: “Gelê me 3 caran bersiv da vê desthilata diz û talanker, wê dîsa bersivê bide? Êrişî vîna gelê kurd dikin. Me tu car li dijî vê yekê serî netewand. Ji heft salî heta heyştê salî gelê kurd li dijî vê biryarê ye. Ew nenasîna vîna gelê kurd e. Yên ku vîna me nasnakin em jî wan nasnakin. Em bi berxwedanê hatin vê merhaleye. Ji ber tirşê şeredarî dorpêç kirine. Dema me şeredarî girt deriyê şeredariyê ji gel re vêkirîbû. Yên ku bi heza gel hatinê ji gel natirsin. Yên bi zorê hatinê û çavê wan li mafê gelê kurd e ew ditirsin. Em ê bi serbikevin. Bila şik û gumana gelê me tune be.”
Girse heta şeredariyê meşiya û li vir çalakiya xwe qedandin. Sibe wê li dijî tayinkirina qeyûm çalakiya gel li ber şeredariyê bidome.