Meşa li Silêmaniyê ya ji bo piştgiriya Rojava bi beşdariya deh hezaran kesî pêk hat. Piştî çar seatan bi slogana “Şehîd namirin” û soza mezinkirina berxwedanê bi dawî bû.
Li Silêmaniyê bi pêşengtiya jinan meşa ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistan û şervanên jin dest pê kir. Li bajarê ku bi rojan e sed hezaran kes qadan terk nake, îro meşek bi heybet pêk hat. Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Rojava ne bi tenê ye”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e”, “Yeke yeke yeke Kurdistan yeke” û “Şehîd Deniz namire” hatin berzkirin. Ji zarokan heta ciwan, kal û pîran bi deh hezaran Silêmaniyên xwe bi rengên Kurdistanî xemilandin, bi pankarta, “Yekşema Şehîd Deniz” ji Baxê Giştî heta navenda bajêr meşiyan.

Çalakî bi soza mezinkirina berxwedanê bi dawî bû
Meşa li ber Baxê Giştî berdewam kir piştî çar seatan gihîşt navenda bajêr. Li vir di axaftinên li ser navê xwepêşanderan hatin kirin de biryardariya domandina piştgirya bi Rojava re hate destnîşankirin. Axaftvanan diyar kir ku Rojava ne bi tenê ye û wiha gotin: “Rojava deriyê azadiyê ye. Gelê Kurd yeke û hemû piştevanên hev in. Ev çalakî li dijî sûcên li ser gelê Rojava tê kirinê ye. Divê civaka navneteweyî bes bêdeng bimîne. Parastina Rojava parastina kerameta mirovahiyê ye.”

Nîşeyên girîng ên ji meş û çalakiyê derketine pêş ev in:
* Meş ji bo bîranîna Şehîd Denîz ku di êrişên Helebê de şehîd ket bi şîara, “Yekşema Şehîd Deniz” hate lidarxistin.
* Meşa herî mezin a piştevaniya Rojava îro jî li Silêmaniyê pêk hat.
* Jin û zarokan heta pîr û kalan xwe bi rengên kesk û sor û zer xemilandin.
* Hezaran dayîk bi zarokên xwe re tev li meşê bûn.
* Zarokên tev li meşê bûne bi boyaxê li ser rûyê xwe Rojava nivîsandin.
* Herî zêde sloganên, “Yek e yek e yek e, Kurdistan yek e” û Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” hatin avêtin.
* Coşa girseyê herî zêde li ser gotina, “Kîne em” û bersiva, “Kurd in em” derket asta jor.
* Banga yekîtiya neteweyî li ser devê her beşdarek civînê bû.
* Di meşê de merşên li ser şoreşa Rojava û Kurdistanê hatin guhdarkirin.
* Di meşê de tişta herî bal kişand hestên yekîtiya neteweyî bû.
* Car car li ser merşên hatine guhdarkirin, welatî hestewar bû.













