Gelê Silêmaniyê dê li Parka Azadiyê ya Silêmaniyê peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji ekrana mezin bişopîne.
Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ji bo hevdîtina 3yemîn a bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re bikin çû Girtîgeha Girava Îmraliyê. Tê payîn ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan banga dîrokî bike. Gelê kurd û Kurdistanî dê li Amed û Wanê ji ekranên mezin banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bişopînin. Li Slêmaniyê jî gel dê li Parka Azadiyê banga Rêberê PKKê Abullah Ocalan bi rêya ekranê mezin bişonîne.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji 7 kesan pêk tê, serê sibê çû Îmraliyê. Tê payîn ku şande piştî hevdîtinê saet di 17:00an de li Stenbolê daxuyanî bide. Şande dê banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ragihîne.
Tê payîn ku daxuyanî bi zindî û di ekrana mezin de wê were parvekirin.