• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
31 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Zarokan tov û ax kirin ‘girêka axê’

    Zarokan tov û ax kirin ‘girêka axê’

    Şaredarê Bajarê Mezin ê Bursayê hate binçavkirin

    Şaredarê Bajarê Mezin ê Bursayê hate binçavkirin

    Ayşe Efendî: Hêviya Salih Muslim ew bû ku kongreyek yekîtiyê bê lidarxistin

    Ayşe Efendî: Hêviya Salih Muslim ew bû ku kongreyek yekîtiyê bê lidarxistin

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 31ê ADARA 20206an

    Li Kobanê piştî 14 salan 2 malbat li hev hatin

    Li Kobanê piştî 14 salan 2 malbat li hev hatin

    Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

    Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Zarokan tov û ax kirin ‘girêka axê’

    Zarokan tov û ax kirin ‘girêka axê’

    Şaredarê Bajarê Mezin ê Bursayê hate binçavkirin

    Şaredarê Bajarê Mezin ê Bursayê hate binçavkirin

    Ayşe Efendî: Hêviya Salih Muslim ew bû ku kongreyek yekîtiyê bê lidarxistin

    Ayşe Efendî: Hêviya Salih Muslim ew bû ku kongreyek yekîtiyê bê lidarxistin

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 31ê ADARA 20206an

    Li Kobanê piştî 14 salan 2 malbat li hev hatin

    Li Kobanê piştî 14 salan 2 malbat li hev hatin

    Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

    Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Gelê Tebqayê: Em heta dawî li ser xeta HSDê ne

Navenda Nûçeyan / AW

22 ÎLON 2025 - 18:57
Kategorî: ROJANE
A A
Gelê kantona Tebqayê, koçberên Efrîn û Şehbayê ji bo pişgiriya bi HSDê re meşiyan û diyar kirin ku ew ê heta dawiyê li ser xeta edalet û azadiyê ya HSDê bin.

Gelê kantona Tebqayê, koçberên Efrîn û Şehbayê bi armanca piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) meşeke girseyî li dar xist.

Nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, tevgerên jin û ciwanan, hêzên leşkerî û ewlekariyê; bi sedan welatî beşdarî meşê bûn.

Girseya gel bi dirûşman ji Taxa Yekemîn heta Çerxerêya Meyselûn a li Taxa Duyemîn a Tebqayê meşiyan.

Li wir hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Mehmûd El Sayîl got: “Em ji baweriya xwe ya bi mafê gelan a parastina rumet û hebûna xwe ve girêdayî ye, meşiyan. Ji bo rêzdayîna bi rumet ji hêza HSDê ya di ber xaka û rumetê de fedekariyek mezin dide, em îro dimeşin. Em îro bi navê xelkên Tebqa, Şehba û Efrînê, her wiha bi navê malbatên şehîdan bi rêzdarî piştgiriya xwe bi wan re nîşan didin.”

El Sayîl di berdewama axaftina xwe de got: “HSDê di gelek qadên cuda de îsbat kir ku ew hêza niştimanî ya demokratîke. Ew xwediyê pirojeya hevbeş a xwe dispêre azadî, wehevî, edalat û parastina civakê bi hemû pêkahteyên xwe ve. Qehremaniya şervanên wan û fedekariya wan rûpeleke ronî ya di dîroka Sûriyaya nû de ava kiriye. Gotinên piştgirî û rêzdayînê têra dayîna ked û tekoşîna wan nake.”

El Sayîl da zanîn ku HSDê ji tevahî cîhanê re îsbat kiriye ew îradeya gelane û wiha dom kir: “Qehremanî ne durşmeyeke were rakirin, lê belê helwesta jiyana bi xwînê ye. Hinan ji wan heta serkeftinê tekoşîn da meşandin, hin ji wan li ser rêya azadiyê şehîd bûn. Em ji tevahî cîhanê re dibêjin ku fedekariya şehîdên me dê her dem riya rumet û azadiyê ronî bike, emê tu carî dest ji riya wan bernedin.”

Paşê hevserokê Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Tebqayê Riyad El Walî axivî û babehsa piştgiriya şêniyên Tebqayê bi HSDê re anî ziman.

Di dawiya axaftina xwe de jî da diyarkirin ku HSD ji hemû pêkhateyên herêmê hatiye avakirin û ew rêya siberoja Sûriyeyê ye.

Etîket: gelHSDmesTebqa
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

28 ADAR 2026
Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hate definkirin

Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hate definkirin

28 ADAR 2026
Li Elkê bi meşaleyan Newroz hat pîrozkirin

Li Elkê bi meşaleyan Newroz hat pîrozkirin

25 ADAR 2026
Li Rojava gel pêşiyê çû pakrewangehan

Li Rojava gel pêşiyê çû pakrewangehan

20 ADAR 2026
Li 7 navçeyên Amedê agirê Newrozê geş bû: Divê birêz Ocalan demildest azad bibe

Li 7 navçeyên Amedê agirê Newrozê geş bû: Divê birêz Ocalan demildest azad bibe

17 ADAR 2026
‘Mafê tenduristiyê bi avakirina civaka demokratîk pêkan e’

‘Mafê tenduristiyê bi avakirina civaka demokratîk pêkan e’

11 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • ‘Divê Kurd di bin Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk de bibin yek’

    ‘Divê Kurd di bin Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk de bibin yek’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cevdet Zîlanli: Tu ceza nikarin pêşiya xebatên ziman û çanda me bigirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Beşdarbûna Komarê divê li ser bingeha nasname û azadiyê be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji TJAyê deklarasyona 4ê Nîsanê: Heta ku Rêber Apo azad nebe aştiyeke mayînde jî pêk nayê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bawerîya me ji pevajoyê nemaye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayşe Efendî: Hêviya Salih Muslim ew bû ku kongreyek yekîtiyê bê lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Îrfan Geylanî: PJAK hêrseke berhevkirî û daxwazeke dîrokî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (1142)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne