Gelê Wanê, li dijî hewldana tayînkirina qeyûm, li pêş şaredariya Wanê çalakiya nobetê di roja sêyemîn de didome. Hevşaredaran û gel beşdarî forûmê bûn û ji bo ciwanan jî şahiyek li dar xistin.
Çalakiyên nerazîbûna biryara dadgehê ya derheqê Abdullah Zeydan de hatiye dayîn, bê navber didome. Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di çarçoveya van çalakiyan de di avahiya Şaredariyê de forûmek li dar xist û bi gel re li ser siyaseta giştî û polîtîkayên qeyûm nîqaş kirin. Bi hezaran jin û ciwan tev li forûmê bû. Her wiha bi hezaran kesan jî li pêş şaredariyê bi dahol û zirneyê govend gerandin. Hevşaredar Abdullah Zeydan ku di forûmê de axivî, bal kişand ser aqlê aram û got: “Ciwan hêvîya gel in. Divê ciwan aram û bi aqil tev bigerin. Ciwan hêviya hemû gelê kurd û girtiyan in.”
Hevşaredar Neslîhan Şedal jî ji bo ciwanan behsa destana Kawayê Hesinkar kir û got: “Em rê nadin Dehaqên hemdem.
Şaredariyê, ji bo ciwanan şahiyek li dar xist û hunermend Şiyar Berwarî di şahiyê de ji bo ciwanan stran gotin. Ciwanan jî li ber stranan govend gerandin û bi coş nobeta xwe domandin. Baroya Wanê, Şaxên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yên Wanê jî tev li çalakiyan bûn û piştgirî dan hevşaredaran.
Nobeta li dijî hewldana qeyûm bi hemû coşa xwe didome.