• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
04 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Tulay Hatîmogullari: Divê gavên berbiçav bên avêtin

    Tulay Hatîmogullari: Divê gavên berbiçav bên avêtin

    Komeleya Şoreşgerî tevlî Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bû

    Komeleya Şoreşgerî tevlî Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bû

    Wezaretê roja banga Abdullah Ocalan dema qeyim dirêj kir!

    Wezaretê roja banga Abdullah Ocalan dema qeyim dirêj kir!

    Êrişî navenda Hewlêrê hate kirin

    Êrişî navenda Hewlêrê hate kirin

    PJAK: Dê li ser axa Îranê roja azadiyê hilê

    PJAKê banga avakirina komîteyên rêveberiyên herêmî kir

    Partiyên siyasî li dijî tayînkirina kesekî ji derveyî Kobanê derketin

    Partiyên siyasî li dijî tayînkirina kesekî ji derveyî Kobanê derketin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Tulay Hatîmogullari: Divê gavên berbiçav bên avêtin

    Tulay Hatîmogullari: Divê gavên berbiçav bên avêtin

    Komeleya Şoreşgerî tevlî Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bû

    Komeleya Şoreşgerî tevlî Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bû

    Wezaretê roja banga Abdullah Ocalan dema qeyim dirêj kir!

    Wezaretê roja banga Abdullah Ocalan dema qeyim dirêj kir!

    Êrişî navenda Hewlêrê hate kirin

    Êrişî navenda Hewlêrê hate kirin

    PJAK: Dê li ser axa Îranê roja azadiyê hilê

    PJAKê banga avakirina komîteyên rêveberiyên herêmî kir

    Partiyên siyasî li dijî tayînkirina kesekî ji derveyî Kobanê derketin

    Partiyên siyasî li dijî tayînkirina kesekî ji derveyî Kobanê derketin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Gelê Wanê gelekî serhildêr e’  

Veysel Avci / AW

21 TEBAX 2025 - 12:44
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevseroka DBPê ya Wanê Gonul Uzunay têkildarî mîtînga ku di 23ê Tebaxê de li Wanê pêk bê, diyar kir ku li 13 navçeyan û navenda Wanê bi tevlêbûna hemû rêveber û hilbijêran seferberî dane destpêkirin û got: “Gelê Wanê gelekî serhildêr e. Em bawer dikin ku dê ev mîtîng mohra xwe li dîrokê bixe.” 

Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de dê di 23ê Tebaxê de li Parka Musa Anter a li Wanê mitîngekeke mezin bê lidarxistin. Mitîng dê bi dirûşma “Ne tecrîd lê azadî bi ser bikeve” bê lidarxistin. Mitîng dê bi pêşengiya DBP, TJA û DEM Partiyê de bê li darxistin.

Li hemû Tirkiyeyê maf tên binpêkirin

Têkildarî armanca mîtingê û amadekariyên mêtîngê Hevseroka Rêxistina DBPê ya Wanê Gonul Uzunay nirwandin kir. Gonul Uzunay ewil li ser armanca mîtîngê rawestiya û wiha got: “Di 27ê Sibatê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Li ser banga Birêz Abdullah Ocalan pêvajoyek pêş ket. Ji bo ev pêvajo serkeftî pêş bikeve em jî wekî rêxistina DBPê di nava xebatan de ne. Ji bo em piştgiriyê bidin vê pêvajoyê em ê di 23ê tebaxê de mîtîngê pêk bînin. Ji ber ku pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin, bi xwe re pirsgirêkên din jî pêş dixe. Ji bo wê mafê gelê Kurd tê binpêkirin. Li hemû erdnîgariya Tirkiyeyê mafên mirovan tên binpêkirin. Ji ber vê yekê ev pêvajoya hem ji bo gelê Kurd, hem ji bo gelê Tirk û hemû pêkhateyên Tirkiyeyê pir pir girîng e. Ev mîtîng dê mîtînga herî bi coş, girseyî û heybet be. Di vê pêvajoyê de ji bo çareseriyê rol û rist dikeve ser milê hemû kesan. Hemû kes xwedî rol û rist e.”

Her roj jin tên kuştin

Gonul Uzunay, da zanîn ku bi sedan sal in ji ber ku pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin her ku diçe bandoreke neyînî li siberoja Tirkiyeyê dike û wiha axivî: “Ji ber hişmendiya nijadperest ev pirsgirêk kûr dibe. Hemû alî winda dikin. Li Tirkiye û Kurdistanê ji ber demokrasî, edalet û wekhevî tune ye, ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Ji ber neçareseriyê îro tu kes nikare bibêje ez di ewlehiyê de dijîn. Em dibînin ku her roj jin têne kuştin. Her roj xweza wêran dibe. Li Şirnexê her roj daristan tên talankirin. Pirsgirêkên jin û ciwanan her ku diçe kûr dibe. Ev banga Rêzdar Abdullah Ocalan êdî çareseriyê li me ferz dike. Îro li cîhanê şerê sêyemîn heye. Em dibînin ku pergala Netew Dewletê ne çareserî ye. Li şûna wê çareserî Civaka Demokratîk û aştiya bi rûmet e. Ji ber vê yekê ev banga Rêzdar Abdullah Ocalan gelek girîng û jiyanî ye. Ev paradîgmaya Birêz Ocalan di vê pêvajoyê de bêtir gîrîng e. Li dijî pergala netew dewlet û şerê sêyemîn ê cîhanê û li dijî neçareseriya pirsgirêka Kurd em vê mîtîngê pêk tînin.”

Mîtînga herî xwedî wate ye

Gonul Uzunay, da zanîn ku di serdema dawî de mîtînga herî xwedî wate û girîng mîtînga ku di 23ê Tebaxê de li Wanê pêk bînin e û wiha berdewam kir: “Em ê vê mîtîngê bi daxwaza aştiya bi rûmet û civaka demokratîk bêk bînin. Em ê di 23ê Tebaxê li Parka Mûsa Anter mîtînga mezin pêk bînin.”

Li 13 navçeyan seferberî îlan kirine

Gonul Uzunay, bal kişand ser amadekariyên mîtîngê û wiha pêde çû: “Me Komîteya Amadekar a mîtîngê ava kir. Me bi deklerasyonekê bi raya giştî re parve kir.  Me li 13 navçeyên Wanê ji bo beşdariya mîtîngê seferberî îlan kiriye. Beriya wê jî piştî banga Birêz Ocalan a 27ê sibatê em di nava xebatan de bûn. Me civîn pêk dianîn. Me gelek civînên xweser pêk anîn. Di van civînên dawî de em hem banga tevlêbûna mîtîngê dikin û hem jî em qala girîngiya pêvajoyê dikin. Em li hemû navçeyan pêşenên civakê, esnafan, saziyan û nûnerên partiyan re hevdîtinan dikin. Di vê xebata mîtîngê de nûnerên saziyan, hevserokên partiyên me, kesên hatine hilbijartin hemû beşdarî xebatên vê mîtîngê dibin. Li 13 navçeyan xebat heye. Hem esnafan ziyaret dikin û hem jî civînan pêk tînin. Em dîsa bi rêya çapemeniyê de bang dikin. Em ê heta 23ê tebaxê xebatên xwe yên ji bo mîtîngê berdewam bikin.”

Dê peyamên aştî û civaka demokratîk bidin

Gonul Uzunay, li ser bernameya mîtîngê jî rawestiya û ev agahî dan: “Mîtîng dê ji bo Aştî û Civaka Demokratîk bê li darxistin. Dê bi dirûşma “Tecrîd na, divê azadî pêk bê” were li dar xistin. Ji bo aştî, demokrasî û mafê mirovan pêş bikeve em bang dikin. Dê di mîtîngê de peyamên ji bo çareseriya demokratîk û parastina mafên mirovan a gerdûnî peyam bên dayîn. Em ê saet di 17.00ê 23ê Tebaxê de li Parka Musa Anter kom bibin.  Dê hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Aktîvîsta TJAyê Gultan Kişanak û Hevserokê DBPê Keskîn Bayindir axaftinan bikin. Dîsa dê hunermend Xecê û Aydin Demîrkaya jî derkevin ser dikê û stranan bibêjin.”

Gelê Wanê gelekî têkoşer e

Gonul Uzunay, da zanîn ku gelê Wanê gelekî têkoşer e û wiha bi dawî kir: “Di salên dawî de vê têkoşîna xwe nîşan da. Li dijî binpêkirina vîna gelê Kurd û vîna gelê wanê serî rakir û destnîşan kir ku dikare bi yekîtî û serhildanê dikare encamê bigire. Destnîşan kir ku dema gel li mafê xwe xwedî derkeve dikare mafê xwe yê hiqûqî û zagonî bi dest bixe. Gelê Wanê gelekî têkoşer e. Em bawer dikin ku gelê wanê dê bi ruhê Newrozê, bi ruhê 8ê Adarê û bi ruhê paradigmaya Aştî û Civaka Demokratîk li mîtîngê xwedî derkevin. Ji bo mafê ziman, çand, nasname, demokrasî û aştiya mayinde em bang li hemû jin, ciwan û pêkhateyên bajêr dikin ku beşdarî mîtîngê bibin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li seranserê Iraqê ceryan qut bû

Li seranserê Iraqê ceryan qut bû

4 ADAR 2026
Tulay Hatîmogullari: Divê gavên berbiçav bên avêtin

Tulay Hatîmogullari: Divê gavên berbiçav bên avêtin

4 ADAR 2026
Komeleya Şoreşgerî tevlî Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bû

Komeleya Şoreşgerî tevlî Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bû

4 ADAR 2026
Wezaretê roja banga Abdullah Ocalan dema qeyim dirêj kir!

Wezaretê roja banga Abdullah Ocalan dema qeyim dirêj kir!

4 ADAR 2026
Êrişî navenda Hewlêrê hate kirin

Êrişî navenda Hewlêrê hate kirin

4 ADAR 2026
PJAK: Dê li ser axa Îranê roja azadiyê hilê

PJAKê banga avakirina komîteyên rêveberiyên herêmî kir

4 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Pervîn Buldan: Tê payîn ku qanûn dê piştî cejne biçin komîsyona edaletê  Mîthat Sancar: Armanca pêvajoyê aştî ye û temînata aştiyê jî edalet e

    Pervîn Buldan: Tê payîn ku qanûn dê piştî cejne biçin komîsyona edaletê
    Mîthat Sancar: Armanca pêvajoyê aştî ye û temînata aştiyê jî edalet e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger Oremar: Gel ji Îsraîl û DYAyê bawer nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên TJAyî: Pêvajo ji bo mezinkirina têkoşîna jinê fersendek mezin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rihan Loqo: Şoreşa Jinê ji bo tevahî tevger û rêjistinên jinan bû mînak

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Dildar bi kîjan zimanî bixwazin em ê pirtûka wan bideng bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Em ê li cem têkoşîna demokratîk a gelên Îranê bin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Macron: Soza me ji Kurdan re heye û em dê pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 4ê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Statuya min di heman demê de statuya Kurdan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (160)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne