• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
18 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Ezazê serçeteyek hate kuştin

    Li Ezazê serçeteyek hate kuştin

    Jinên DBPî li Cizîrê atolye pêk anîn

    Jinên DBPî li Cizîrê atolye pêk anîn

    Jinek li Wanê kuştî hat dîtin

    Jinek li Wanê kuştî hat dîtin

    Ji sedî 43 kes baş bi zimanê zikmakî diaxivin

    Ji sedî 43 kes baş bi zimanê zikmakî diaxivin

    Goreke din a komî li Mûsilê dîtin

    Goreke din a komî li Mûsilê dîtin

    Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

    Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Ezazê serçeteyek hate kuştin

    Li Ezazê serçeteyek hate kuştin

    Jinên DBPî li Cizîrê atolye pêk anîn

    Jinên DBPî li Cizîrê atolye pêk anîn

    Jinek li Wanê kuştî hat dîtin

    Jinek li Wanê kuştî hat dîtin

    Ji sedî 43 kes baş bi zimanê zikmakî diaxivin

    Ji sedî 43 kes baş bi zimanê zikmakî diaxivin

    Goreke din a komî li Mûsilê dîtin

    Goreke din a komî li Mûsilê dîtin

    Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

    Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Newroza Xelfetiyê: Bi kesên agirê Newrozê watedar kirin re me xwe gihand van rojan HATE NÛKIRIN

Riha /AW

13 ADAR 2025 - 12:06
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

 

Riha – Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Xelfetiyê de axivî û got: “Bi kesên agirê Newrozê zindî hiştin, yên watedar kirin re me xwe gihand van rojan û me ev roj pîroz kir.”

Pîrozbahiya Newrozê ya ku bi diruşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Newroza Civaka Demokratîk ji bo Azadiyê” tê lidarxistin, li navçeya Xelfetî ya Riha ku bajarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e dest pê kir. Pîrozbahî, li Parka 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin. Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredarên navçeyê, Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li pîrozbahiyê bûn. Welatiyên ku bi cilûbergên xwe yên Kurdî hatin qadê, demek a dirêj li ber stranan govend gerandin. Di pîrozbahiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Bekir Karakeçîlî, hevserokên DEM Partî û DBP’ê yên navçeyê ji ewil gel silav kirin.

Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê Adalet Çay di pîrozbahiyê de axivî û got: “Li bajarê Rêbertiyê Newroza her kesî pîroz be. Newroza Rêber Apo pîroz be. Bila ev Newroz bibe wesîleya aştiyê. Werin em bi destên hev bigirin û destê Rêbertiya xwe xurt bikin. Heta mirinê em bi Rêbertiya xwe re ne. Newroza we pîroz be.”

 

Adalet Çay

Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan ku li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin jî axivîn û Newroz li gel pîroz kirin.

‘Bi kesên agirê Newrozê zindî hiştin re me xwe gihand van rojan’

 

Piştre jî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û wiha got: “Bi kesên agirê Newrozê zindî hiştin, yên watedar kirin re me xwe gihand van rojan û me ev roj pîroz kir. Xaka Mezopotamyayê şahidiya gelek tiştên nû kir. Ev xak, ew xake ku cara ewil mirovan hestên xwe li kaxizê nivîsandin. Her wiha qralên zalim dît lê her tim berxwedêrên tu caran serî netewandin hebûn. Bi şewitandina qesra Dehaq re gelê Kurd bi sedan sala ye agirê Newrozê vêdixe. Ev agir heta ku Kurd azad dibin dê her geş be. Ev agir dê her tim ji me re bibe hêvî. Navê Newrozê li Kurdistanê bû berxwedan. Agirê Newrozê ji gelê Kurd re bû roj. Roja me bi banga 27’ê Sibatê re pêşniyara jiyaneke nû dike. Gelê Kurd axa mirinê li ser xwe diavêje û her tim dîrok zindî hişt.”

‘Bi banga 27ê sibatê re em derbasî pêvajoyeke nû bûn’

Çîgdem Kiliçgun uçar, anî ziman ku li Xelfetiyê gel bi hev re dijîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di îradeya vê pêkvejiyanê de rola birêz Ocalan gelek mezin e. Bi banga 27’ê Sibatê re em derbasî pêvajoyeke nû bûn. Di bangê de, rêbazeke ku gel bi hev re dijîn û jin di navenda siyaseta demokratîk de cih digirin, heye. Her kes dikare bi nasnameya xwe re bê gel hev. Ev welat dikare demokratîk bibe. Gelo em amade ne ku vê bangê li Xelfetiyê bicih bînin? Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dê bi Newrozê re mezintir bibe. Divê Rêveberiya Xweser ne tenê li Sûriye û Rojava, divê li her çar aliyên cîhanê belav bibe. Çavên gelan ronî bin. Dê Sûriye nebe welatekî yekperest, dê her kes bi zimanê xwe, bi reng û baweriya xwe bijî. Bi sed Newrozên em ê li dar bixin re em ê ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her derê vebêjin.”

‘Em soza pêşerojeke azad didin’

Çîgdem Kiliçgun Uçar, endama Meclisa Dayikên Aştiyê Sakîne Arat ku li Amedê jiyana xwe ji dest da bi bîr anî û got: “Sakîne Arat bi salan ji bo çareseriyê têkoşiya. Heft zarokên xwe winda kir lê tu caran hêviya xwe winda nekir. Em soza pêşerojeke azad didin wan kesên hêviya xwe her tim geş dihêlin.”

Pîrozbahî, bi axaftina Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan domiya.

Etîket: Adalet ÇayÇigdem kiliçgun UçarDBPHevşaredarNewroza Xelfetî
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Jinên DBPî li Cizîrê atolye pêk anîn

Jinên DBPî li Cizîrê atolye pêk anîn

17 TEBAX 2025
Li Wanê dê mîtînga ‘Azadî wê bi ser bikeve, ne tecrîd’ li dar bixin

Li Wanê dê mîtînga ‘Azadî wê bi ser bikeve, ne tecrîd’ li dar bixin

13 TEBAX 2025
Bi sedan kes serdana şîna endamê HPGê kirin

Bi sedan kes serdana şîna endamê HPGê kirin

8 TEBAX 2025
Ciwanên DEM Partiyê û DBPê banga meş û festîvalê kirin

Ciwanên DEM Partiyê û DBPê banga meş û festîvalê kirin

8 TEBAX 2025
Li Wanê civînek awarte: Banga Ocalan ji bo jiyaneke nû deriyekê vedike

Li Wanê civînek awarte: Banga Ocalan ji bo jiyaneke nû deriyekê vedike

6 TEBAX 2025
Bayindir: Ev pêvajo bi rêxistinbûyînê û yekîtiyê dê bi ser bikeve

Bayindir: Ev pêvajo bi rêxistinbûyînê û yekîtiyê dê bi ser bikeve

6 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (252)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • Derbarê Me De
  • Hemû Nûçe
  • Home 1

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne