Fransa, Îngilistan, Erebistana Siûdî û dîplomatên navnetewî lihevkirina HSD û hikûmeta demkî ya Şamê pêşwazî kir û vp lihevkirinê weke gava girîng a kêmkirina rageşiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pêkanîna aramiyê bi nav kirin.
Erebistana Siûdî,Fransa, Îngilistan û dîplomatên navnetewî peymana di navbera hikûmeta demkî û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de hatiye îmzekirin, pêşwazî kir bi gava girîng a kêmkirina rageşiyê û pêkanîna zemîna aramî û yekitiya Sûriyeyê bi nav kir.
Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî bi daxuyaniyekê diyar kir ku Siûdî lihevkirina agirbestê ya di navbera hikûmeta demkî û HSDê de li gorî peymaneke berfireh a entegrasyona saziyên Rêveberiya Xweser di çarçoveya saziyên dewleta Sûriyeyê de pêşwazî kir û got, “Em tevgerîna hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk a li gorî hewldanên Siûdiyê û hewldanên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo tesbîtkirina agirbestê û gihiştina vê lihevkirinê silav dikin.”
Wezareta Karên Derve ya Fransayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku Parîsê peyman pêşwazî kir û got wê bi awayekî aktîf navbeynkariya danûstndinên di navbera hemû aliyan de kir, ev pêşketin wê sînorekê ji bo kêmkirina êrişan deyne, rê li ber jinûve veguhastina aştiyane ya ber bi Sûriyeya yekgirtî û pir-rengî vedike. Wezaretê bang li her du aliyan kir ku pabendî peymanê bin, nemaze jî rêz li agirbestê bigirin.
Dîplomatê berê yê amerîkî Zalmay Xelîlzada peymana nû ya di navbera her du aliyan de wekî pêşketinek erênî bi nav kir, îşareta bi rola girîng a ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di hêsankirina wê de lîstiye, digel beşdariya serokên Herêma Kurdistanê kir. Xelîlzada da zanîn ku divê bendên peymanê di wexta wê de pêk bên.
Parlamentera îngilîz Feryal Clark pêşwazî li rêkeftinê kir û ew wekî xalek destpêkê ji bo kêmkirina aloziyê li Bakur û Rohilatê Sûriyeyê bi nav kir. Clark anî ziman ku her agirbestek ku sivîlan diparêze pêşwazîkirî ye, lê divê ew veguhere xebatên berbiçav, di heman demê de parastina maf û ewlehiya civaka Kurd û pêkhateyên din ên li ser erdê misoger bike.
Parlamenterê îngilîz û Wezîrê Dewletê yê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Hamish Falconer ragihand ku Brîtanya pêşwaziya lihevkirina di navbera her du aliyan de kir û ew wekî gaveke girîng ber bi entegrekirina saziyên leşkerî û sivîl û avakirina Sûriyeyeke aram û yekgirtî ve bi nav kir.













