• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Hewlêrê droneke xwekuj êrişî otelekê kir

    Li Hewlêrê droneke xwekuj êrişî otelekê kir

    Droneya êrişî baregeha Amerîkayê ya Bexdayê kir hate xistin

    Droneya êrişî baregeha Amerîkayê ya Bexdayê kir hate xistin

    Ji 2yê Adarê ve 217 kes li Lubnanê hatine kuştin

    Ji 2yê Adarê ve 217 kes li Lubnanê hatine kuştin

    Bexda û Hewlêr: Divê axa Iraqê ji bo êrişan neyê bikaranîn

    Bexda û Hewlêr: Divê axa Iraqê ji bo êrişan neyê bikaranîn

    Medyaya Îsraîlê: Şêwirmendê bilind ê Xamaneyî hate kuştin

    Medyaya Îsraîlê: Şêwirmendê bilind ê Xamaneyî hate kuştin

    Abdullah Ocalan: Kirdeya avakar a civakê jin e

    Abdullah Ocalan: Kirdeya avakar a civakê jin e

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Gêrîla şanseke din da dewletê’

Abdullah Esen / AW

28 COTMEH 2025 - 11:48
Kategorî: ROJANE
A A
Amed – Welatiyên Amedê têkildarî biryara vekişandina Tevgera Azadiyê ya ji Tirkiyeyê diyar kirin ku ev vekişandin ji bo dewletê şensek e û gotin “Gêrîla bi vekişînê şanseke din da dewletê.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27ê Sibatê de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Piştî bangê PKKê di 1ê Adarê de agirtberst îlan kirin. Li ser bangê PKKê di 5-7ê gulanê de 12emîn Kongreya xwe pêk anî. Di 11ê Tîrmehê de komek gerîla ku ji 30 kesan pêk dihat çekên xwe şewitandin. Herî dawî jî di çarçoveya biryarên kongreye de koma gerîla ku ji 25 kesan pêk dihat di 26ê Cotmehê de daxuyanî dan û biryara xwe vekişînê aşkere kirin. Rêveberiya Tevgera Azadiyê aşkere kir ku wan biryar daye ku hêza xwe ji Tirkiyeyê vekişînin.

Welatiyên Amedê derbarê vekişînê de axivîn.

Welatî Mazlûm Guzel diyar ku PKKê tu carî paşve gav navêje û dixwaze ku êdî dewlet gav biavêje û wiha axivî: “Hevalê Sabrî jî di daxuyaniya xwe de got, ‘Komisyona hatiye avakirin karê xwe bi cih neaniye.’ Divê komîsyon gav biavêje. Serokatî jî dixwaze komisyon peywirên xwe yên demokratîk pêk bîne. Vekişîna gerîla şendeke din dide dewletê. PKKê ji bo Kurdistan û Tirkiyeyê û ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn gavên erênî avêt. Armanca PKKê azadî û aştiya civaka Kurd û hemû civakan e. Dewlet hê jî di wê baweriya xapandina Lozanê de ye. Dibe ku plana Lozanê û niha yek be. Lê Kurdên wê demê û niha ne yek in. Kurd dixwazin wî mafê xwe yê ku di Lozanê de winda kiribûn, niha bi dest bixin. Kurd heta mafên xwe yên bingehîn nestînin dê tu carî  paşve gavan navêjin. Kesên dewletê bi rêve dibin diguherin, lê hişmendiya dewletê naguhere. Duh Mustafa Kemal, Adnan Menderes, Kenan Evran bûn. Îro jî Tayîp Erdogan e.”

‘Gaveke pir bi şanaz e’

Esnaf Mehmet Pekdogan jî li ser vekişînê nirxandin kir û got: “Di 1993an de PKKê agirbest îlan kir. Niha dîsa li ser banga birêz Abdullah Ocalan gerîla heza xwe vekişand. Ev gav li dijî kesên ku dixwazin  pirovokasyon pêk bînin gaveke pir girîng e. Gelê me bi vê gavê pir bi şanaz e. Em dixwazin dewlet jî gavên erênî biavêje. Divê êdî dewlet jî zagonên entegrasyonê bide derxistin. Ji bo ku gerîla bên bi hêsanî siyaset bikin, divê dewlet zagonên azadiyê  amade bike. Dewlet van gavên xwe weke muzakere dide nişandan. Dewlet dixwaze bi biryara xwe Tevgera Kurd bike rewşeke xetere.”

‘Aştî ji şer zehmetir e’

Esnaf Tûfan Yildirim jî li ser nêzîkatiya dewletê rawestiya û got: ”Gerîla bi vê gavê xwest dewletê bîne ser xeteke rast û aştiyeke mayînde. Gel dixwaze dewlet gavên çareseriyê bavêje. Ku dewletê xwestibûya dikarîbû zûtir gav avêtibûya û dê 40-50 salan şer pêk nehata. Ji bo aştiyê divê em bêtir xwe bi rêxistin bikin. Divê em aştiyê li benda dewletê nehêlin. Aştî ji şer zehmetir e. Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê wê fedakariyê dane ber çavan.”

‘Ez pir bi gav avêtinê serbilind in’

Aygul Atsiz jî diyar kir ku ew dixwazin êdî dewlet jî gavan biavêje û got: “Em jî aştiya bi rûmet dixwazin. Divê serok û girtî tev bêne berdan. Bila êdî mirov neyên kuştin. Me dît gerîla geveke mezin avêt. Em bi gav avêtinê serbilind in. Em dixwazin êdî dewlet jî gav biavêje.”

‘Em bi dewletê ne bawerin’

Esnafê salan Faruk Akyolê jî anî ziman ku ew tu carî ji dewleta Tirk ne bawere û got: “Em bi serokatiyê bawerin. Em ji dewletê bawer nakin. Di vê pêvajoyê de tu bawerî nadin mirovan. Rêhevalên me çi bikin em ji wan bawer in. Îro pêrdivî bêtir bi aştiyê heye. Dema ku wekhevî û edalet tune be hewcedarî bi xwiş-biratiyê jî namîne.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Guterres: Dibe ku Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve

Guterres: Dibe ku Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve

7 ADAR 2026
Li Hewlêrê droneke xwekuj êrişî otelekê kir

Li Hewlêrê droneke xwekuj êrişî otelekê kir

7 ADAR 2026
Droneya êrişî baregeha Amerîkayê ya Bexdayê kir hate xistin

Droneya êrişî baregeha Amerîkayê ya Bexdayê kir hate xistin

6 ADAR 2026
Ji 2yê Adarê ve 217 kes li Lubnanê hatine kuştin

Ji 2yê Adarê ve 217 kes li Lubnanê hatine kuştin

6 ADAR 2026
Bexda û Hewlêr: Divê axa Iraqê ji bo êrişan neyê bikaranîn

Bexda û Hewlêr: Divê axa Iraqê ji bo êrişan neyê bikaranîn

6 ADAR 2026
Medyaya Îsraîlê: Şêwirmendê bilind ê Xamaneyî hate kuştin

Medyaya Îsraîlê: Şêwirmendê bilind ê Xamaneyî hate kuştin

6 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Jinên Zana û Têkoşer ên Rojhilatê Kurdistanê Pêşenga rewşenbiriya Kurd: Mestûre Erdelanî -1

    Jinên Zana û Têkoşer ên Rojhilatê Kurdistanê Pêşenga rewşenbiriya Kurd: Mestûre Erdelanî -1

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zubeyîr Aydar: Divê Tirkiye demildest zagonanên pêwîst derbixe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bazirgan û welatiyên Geverê ji girtina deriyê sînor nerazî ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serokomarê Îranê Pezeşkiyan ferman kuştina Kurdan da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 6ê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê em jin her tim li cem hev bin û piştgiriyê bidin hev’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinan bang kirin: Peymana Stenbolê jinûve îmze bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sembola rojiyê xurme bi Remezanê re li ser hemû dezgeh û sifreyan cih digire

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bîlançoya 6 rojan a şerê Îsraîl, DYA û Îranê: 5 hezar êriş, hezar û 247 mirî, bi hazaran birîndar

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (242)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne