Rojnewsê ragihand ku li gorî agahiyên pêbawer dê komeke gerîlayên PKKê ku xwe fesixkiriye di çarçoveya “Banga Aştî û Civakî” de sibê gaveke din a dîrokî biavêje.
Rojnewsê ragihand ku li gorî agahiyên ku ketine destê ajansa wan û pê bawer, wê sibe di çarçoveya banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryarên Kongreya 12emîn a PKKê de, gerîlayên PKKê ku fesix kiribû dê gaveke din a dîrokî biavêje.
Li gorî heman çavkaniyê gerîlayên PKKê wê sibe bi civîna çapemeniyê pêngava xwe ya dîrokî ji raya giştî re ragihînin.













