Êrişên li ser Rojava li taxa Ormanê ya Geverê bi meşeke meşaleyî û çalakiya nobedê hatin protestokirin.
Êrişên çeteyên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin, yên li ser Rojava li taxa Ormanê ya li navçeya Gever a Colemêrgê hatin protestokirin. Bi sedan kes beşdarî çalakiyê bûn. Girse bi meşaleyan meşiya û dû re jî dest bi nobedê kir. Girseyê di meşê de dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana YPGê” berz kirin. Welatiyên ku piştî meşê ji bo nobedê li derdora agir kom bûn, bi stran û sirûdan piştgiriya xwe anîn ziman.
Di heman demê de kolanên taxa Ormanê bi barîkatan hatin girtin û ciwanan bi fîşekên hewayî û dirûşman êrişên li ser Rojava şermezar kirin. Her wiha di saet 21.00an de jî seranserê bajêr ji bo Rojava çalakiya dengderxistinê pêk anîn.














