Wan – Îrfan Geylanî li ser şerê DYA-Îsraîl û Îranê, giringiya PJAKê ya siyasî û civakî axivî û got: “Êdî cîh ji bo nezelaliyê tune ye. Dema ku behsa azadiyê tê kirin navê PJAKê bi zanebûn ji hevkêşeyê tê derxistin, ev ne tenê nerazîbûn e lê rakirineke bi armanc e. Rakirineke ku koka xwe ji tirsê digire, ne ji mentiqê. PJAK hêrseke berhevkirî û daxwazeke dîrokî ye.”
Têkiliya Îran û Îsraîlê bi deh salan e li ser bingeha dijberiyeke kûr a îdeolojîk û stratejîk e. Îsraîl, Îranê wekî gefeke hebûnî dibîne, bi taybetî ji ber bernameya atomî ya Îranê û piştgiriya wê ya ji bo komên çekdar ên li herêmê (wek Hizbullah, Hemas). Îsraîl dixwaze li Rojhilata Navîn bibe tekane hêza hegemonîk. Îran jî dixwaze statukoya xwe ya hêza hegemon ya herêmî biparêze. Di 28ê Sibatê de heta roja îro di navbera DYA- Îsraîl û Îranê de şerekî dijwar diqewime. Di êrîşên destpêkê de hat ragihandin ku Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamaneyî jî di nav de gelek fermandarên payebilind ên Pasdarên Şoreşê (IRGC) hatine kuştin.
Heta niha pergalên berevaniya esmanî yên Îranê, navendên fermandariyê, baregehên moşekan û firokexaneyên leşkerî hatine hedefgirtin û rûxandin. Îsraîlê bi awayekî sîstematîk navendên sereke yên atomê tesîsên enerjiyê, binesaziya bajarên mezin hedef digire. Îran jî li dijî van êrişan baregehên leikerî yên DYAyê yên li welatên Kendavê bombebaran dike û Tengava Hurmuzê ku ji bo veguhestina enrjiyê ji bo cîhanê xeteke herî girîng e digire.
Çalakvanê siyasî Îrfan Geylanî ji Ajansa Welat re axivî û bal kişand ser şerê li Rojhilata Navîn, rewşa gelê Kurd û partiyên Kurdan yên Rojhilatê Kurdistanê.
‘Armanca hêzên hegemon berfirehkirina berjewendiyên wan e’
Îrfan Geylanî bal kişand ser encamên şer ên li ser rewşa siyasî, jiyana civakî û aborî û wiha got: “Tiştê ku îro li Îran û deverên rojhilatê herêmê diqewime, tevlîheviyeke ji zextên bi hev ve girêdayî ye; zexta aborî ku jiyana rojane dijwartir kiriye, bêbaweriya siyasî ku valahiya di navbera gel û hikûmetê de kûrtir kiriye, û hawîrdorek ewlehiyê ku bi taybetî li deverên sînor, di nav de deverên Kurdî jî, bi tundî tê hîskirin. Ev ne tenê meseleya siyasetê ye; meseleya jiyana mirovên rastîn e. Malbatên ku her roj ji pêşerojê bi fikar şiyar dibin, ciwanên ku nizanin bimînin an biçin, û mirovên ku hîs dikin ku dengê wan nayê bihîstin. Di vê çarçoveyê de, aloziyên herêmî jî vê rewşê gur dikin. Her tevgera leşkerî, her gef, her nûçeya pevçûnê wê hestê xurt dike ku rewş dikare hîn bêtir bêîstîqrar bibe. Di rewşek wusa de, rola hêzên mezin pir pêşbînîkirî ye, her çend li ser rûyê erdê tevlihev xuya bike jî. Ev welat bi gelemperî ne ji bo afirandina aştiyê dikevin nav pevçûnê, lê ji bo parastin an berfirehkirina bandora xwe tevdigerin. Ger ji bo wan sûdmend be, ew piştgirî didinê; ger nebe, ew bêdeng dimînin an jî rewşê bi awayekî birêve dibin ku hevsengiya hêzê di berjewendiya wan de diguhere. Ji bo wan, ev herêm ji bo mirovên ku li wir dijîn bêtir wek texteke kişikê ye.”
‘Tengava Hurmuzê dê li ser aboriya cîhanê bandor bike’
Îrfan Geylanî li ser girîngiya Tengava Hurmuzê jî nirxandin kir û diyar kir ku Tengava Hurmuzê xwedî girîngiyeke taybetî ye û got: “Tengava Hurmuzê ne tenê ji bo welatên herêmê, lê ji bo tevahiya cîhanê xwedî girîngiyeke sereke ye. Ev rêya teng yek ji rêyên veguhestina enerjiyê yên herî girîng e. Ger ev rê were astengkirin, bandora wê dê zû ji Rojhilata Navîn derbas bibe û bigihîje aboriya cîhanî. Ji ber vê yekê her tengezariyek di vê nuqteyê de yekser hesasiyetek navneteweyî diafirîne. Mîna ku girêkek piçûk bi toreke berjewendiyên cîhanî ve girêdayî be û her zexteke li ser wê tevahiya pergalê dihejîne.”
‘Hevgirtin her çiqas lawaz be jî girîng e’
Îrfan Geylanî têkildarî yekîtiya partiyên Kurdan yên lî Rojhilat jî anî ziman ku tevî têkiliyên kûr ên çandî û dîrokî, yekîtî her gav weke ku slogan pêşniyar dikin tune ye û wiha pê de çû: “Cudahiyên siyasî, partîzanî û heta herêmî jî beşek ji rastiyê ne. Lê di heman demê de, dema ku zext zêde dibin an xetereyeke hevpar tê hîskirin, cureyek hevgirtin çêdibe; ev hevgirtin her çiqas lawaz be jî girîng e. Ev rewş nikare bi tenê yek peyvê weke ‘yekîtî’ an ‘parçebûn’ were ravekirin, ji ber ku her du jî di heman demê de hene. Girîngiya gelê Kurd ne tenê bi yek faktorî ve sînordar e. Ew li beşek ji cîhanê dijîn ku hem ji hêla erdnîgarî û hem jî ji hêla siyasî ve hesas e. Di heman demê de, wan nasnameya xwe ya çandî û zimanî tevî hemû zextan parastiye. Ev aramî bi serê xwe faktoreke girîng e. Ji aliyekî din ve, hebûna wan li çend welatên cuda tê wê wateyê ku ew her gav beşek ji hevkêşeyên herêmî ne, çi ew bixwazin çi nexwazin. Ango, her çend mijara sereke tiştek din be jî, ew dîsa jî tê de ne.”
‘PJAK hêrseke berhevkirî û daxwazeke dîrokî ye’
Îrfan Geylanî behsa giringiya PJAKê ya siyasî û civakî, rol û mîsyona wê, yekîtiya partiyên Kurdan ên Rojhilat jî kir û ev tişt anîn ziman: “Êdî cîh ji bo nezelaliyê tune. Dema ku behsa azadiyê tê kirin navê PJAKê bi zanebûn ji hevkêşeyê tê derxistin, ev ne tenê nerazîbûn e lê rakirineke bi armanc e. Rakirineke ku koka xwe li tirsê digire, ne li mentiqê.” Geylanî bi lêv kir ku PJAK dikare were rexnekirin û dibe wek rikber bê dîtin lê nayê înkarkirin û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Ji bo beşek ji civakê, ev nav ne tenê sernavek e, lê PJAK nîşanek e, ezmûnek e, hêrseke berhevkirî û daxwazeke dîrokî ye. Jêbirina vî navî ji her platform û civînê, nayê wê wateyê ku ew rastî were jêbirin. Ew tenê nîşaneke nekarîna rûbirûbûna wê ye. Ew kesên ku îro bi navê pêşeroja Îranê biryar didin ka kîjan deng dê werin bihîstin û kîjan deng dê werin rakirin, divê bizanin ku ew tam heman şêwazê dubare dikin ku bi salan e li dijî wê derdikevin. Azadî nayê çêkirin. Azadî nayê fîltrekirin. Azadî bi rakirinê dest pê nake. Jiholêrakirina PJAKê tê wê wateyê ku beşek ji îradeya ku li vê erdnîgariyê ava bûye were paşguhkirin. Îradeyeke ku bi bêdengiyê, bi dûrxistina ji civînan, an jî bi bêxemiyê winda nabe. Her ku ew bêtir were înkarkirin, ew qas kûrtir û radîkaltir vedigere.”
‘Hewldanên ji bo înkarê dê zû an dereng têk biçin’
Îrfan Geylanî di berdewamiya nirxandinên xwe de rastiya PJAKê ya dîrokî destnîşan kir û da zanîn ku înkarkirin xelet e û axaftina xwe wiha qedand: “Li şûna ku bi rastiyê re rû bi rû bimînin, ew biryar didin ku wê ji holê rakin. Lê pêşerojek ku li ser îflasê hatiye avakirin ji destpêkê ve tê şikandin. Pêşerojeke wisa ne domdar e û ne jî parastî ye. Ger bi rastî li ser azadiyê be, divê wêrekî hebe. Wêrekî ew e ku mirov rastiyan qebûl bike. Wêrekî dîtina rastiyên ku ji holê nayê rakirinê ye. Wekî din, çi ku were avakirin tenê dubarekirina heman çerxê ye ku mirovan bi salan bedel dane. Ev helwesteke zelal e. Jiholêrakirin ne mimkun e. Înkarkirin kar nake. Û her hewldanek ji bo înkarê dê zû an dereng têk biçe.”













