Amed – Li Kurdistan û Tirkiyeyê tekane bazara fêkî û sebzeyan ya ku jinan birêve dibirin, niha her ku diçe dikeve bin serdestiya mêran.
Li navçeya Rezanê ya Amedê, Bazara Jiyan a Taxê ku li Kurdistanê û Tirkiyeyê cara yekem bi destê jinan ava bûbû ji aliyê mêran ve bi her awayî rengê wê hat guhertin.
Bazara jinan a ku di dema Hevşaredar Gultan Kişanak de sala 2013an li Taxa Bagcilarê ya Rezanê hatibû vekirin piştî deh salan bi mudaxileya qeyim re mêr dezgehan vekiribûn. Di van demê dawî de rengê bazarê guherî û hejmara bazarvanên mêr ji yê jin derbas kir. Hejmara bazarvanên jin ji 200 sed kesî daket 40 kesî.
Hem govendgêr e û hem jî bazarvaniyê dike
Yek ji endama Koma Govendê ya Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Guler Denîz ev 13 sal in li Bazara Jiyan a Taxê fêkîyan difiroşe. Guler Denîz di dema festîval û şahîyan de di nav xebatê çandê de cih digire û her wiha ji bo debara xwe jî bike li bazarê dixebite.
Guler Denîz a ku her serê sibehê zû li pîqaba xwe siwar dibe diçe ji Hala Fêkî û Sebzeyan ji bo firotinê sebzeyan tîne qada bazarê. Guler Denîz da zanîn ku destpêka wê ya karê bazarvaniyê ji ber pedivîyên malbatî bûye û wiha got: “Piştî perwerda govendê ev sêzdeh sal in li vir dixebitim. Ez û hevala xwe em hem govendgêr in û hem jî em tên vê derê dixebitin. Destpêkê me hin zehmetiyan kişand lê belê niha em karê xwe bi kêfxweşî dikin. Niha em her du karên xwe bêkêşe bi rê ve dibin. Saet di çarê sibehê de diçim halê eşyayê xwe digirim û têm dezgehê xwe vedikim. Heta îro min destê xwe ji kesî re venekir. Min bi keda destê xwe erebe stend. Niha ez li malbata xwe dinêrim. Di destê min de platîn heye. Bi vî halî xwe jî ez dixebitim û ev jî dide xuyakirin ku jin bixwaze dikare her karî bike.”
Xweziya xwe bi rojên destpêkê tîne
Guler Denîz bal kişand ser guhertina bazara jinan û ev yek anîn ziman: “Li bazarê jin hene lê her ku diçe kêm dibin. Dema ku hemû jin bûn, bazar xweştir bû. Em xwezîya xwe bi wan rojan berê tînin lê mixabin niha tu li kijan alî dinêrî mêr hene. Zêde dengên xwe bilind dikin ku dengê jinan bitepisînin û dixwazin ku bi mêraniya xwe jinan ji bazarê biqewirînin lê vaye em li vir in. Ev der ji bona jinan gelekî derfetekî baş e. Jin dikarin li ser lingê xwe bisekinin. Lê qeyim ev der herimand, ev qad li jinan teng kir. Ez li dezgehekê dixebitim lê min pênc dezgeh kirê kir, ji bo ku zilam her derê negirin. Em ê li ber xwe bidin.”