Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar li ser hesabê xwe yê medya dijîtal da zanîn ku ew û Koordînatora Taybet a Neteweyên Yekbûyî (NY) civiyan û li ser mijara bêçekkirina Hîzbullahê û mijarên çewaniya Lubnanê rawestiyane.
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar di ser hesabê xwe yê medya dijîtal de da zanîn ku ew û Koordînatora Taybet ya NYê ya Lubnanê Jeanine Hennis roja 4ê Çile li Qudsê civiyan e. Di civînê de li ser mijarê ewlehiyê ya Îsraîl, Lubnan û heremê rawestiyane. Tabet jî li ser bêçekkirina Hîzbullahê rawestiyan e. Gideon Saar destnişan kir ku hikumeta Lubnanê û Hêza Leşkerî ya Lubnanê li ser van mijaran radiwestin lê ev xebatên ku dikin li dijî hevkariya Îran û Hîzbullahê ya li heremê pir kêm dimîne. Gideon Saar da zanîn ku hikumeta Lubnanê û Hêza Leşkerî ya Lubnanê ji bo bêçek kirina Hîzbullahê xebatek dike lê ev xebat ji bo encam bigire têr nake.
Li heremê jî şerê di navbera Îsraîl û Hîzbullahê de li gel peymana agirbestê jî didome. Taybet jî Artêşa Îsraîlê (IDF) senger û cihên stratejîk ên Hizbullahê ji hewave bê navber dide ber bombeyan.
Hikumeta Lubnanê jî ji bo Hizbullahê bêçek bike dixebite
Hikumeta Lubnanê jî hewl dide ku hêza leşkerî ya Hizbullahê bê çek bike. Serokê Lubnanê Newaf Salman bang kir ku hemû komên çekdar ên li Lubnanê çekên xwe deynin û radestî hêzên hikumeta Lubnanê bikin.
Lê li gel van bangan jî Hîzbullah hê jî di nedanîna çekan de bi israr e.













