• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 14ê KANÛNA 2025an

    Di êrîşa DAIŞê de 2 leşkerên Amerîkayê jiyana xwe ji dest dan

    Di êrîşa DAIŞê de 2 leşkerên Amerîkayê jiyana xwe ji dest dan

    Amedspor bi ser ket û bû lîder

    Amedspor bi ser ket û bû lîder

    Mîhrîcana fîlman di roja heftan de ye

    Mîhrîcana fîlman di roja heftan de ye

    Di mîhrîcanê de şeva rock û metala Kurdî

    Di mîhrîcanê de şeva rock û metala Kurdî

    Îlhan Dayan: Divê dil, mejî û ruh bikin Kurdî

    Îlhan Dayan: Divê dil, mejî û ruh bikin Kurdî

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 14ê KANÛNA 2025an

    Di êrîşa DAIŞê de 2 leşkerên Amerîkayê jiyana xwe ji dest dan

    Di êrîşa DAIŞê de 2 leşkerên Amerîkayê jiyana xwe ji dest dan

    Amedspor bi ser ket û bû lîder

    Amedspor bi ser ket û bû lîder

    Mîhrîcana fîlman di roja heftan de ye

    Mîhrîcana fîlman di roja heftan de ye

    Di mîhrîcanê de şeva rock û metala Kurdî

    Di mîhrîcanê de şeva rock û metala Kurdî

    Îlhan Dayan: Divê dil, mejî û ruh bikin Kurdî

    Îlhan Dayan: Divê dil, mejî û ruh bikin Kurdî

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Girîngiya stratejîk a Bendava Tişrînê û bandora wê

Navenda Nûçeyan / AW

21 ÇILE 2025 - 12:28
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Êrişên dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter ên li ser Bendava Tişrînê, bandorên wêranker li ser jiyana nêzî milyonek mirovan çêdike. Berpirsên bendavê bi fikar in ku bendav hilweşe û bibe sedema karesateke jîngehê û mirovî.

 

Ji dema ketina rejîma Baasê ve ya 8ê Kanûna 2024 dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter êrişên xwe li ser Bendava Tişrînê zêde kirine. Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li dijî êrişan berxwedanê dikin û gel jî bi armanca rawestandina êrişan û parastina bendavê nobetê digire.

Girîngya stratejîk a Bendava Tişrînê

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 3 bendav li ser çemê Firatê hene. Bendava Rojava (Tişrîn) li başûrê rojhilatê bajarê Minbicê ye. Bendava Firatê nêzî bajarê Tebqayê ye, her wiha Bendava Huriye jî nêzî bajarê Reqayê ye.

Bendava Tişrînê 115 kîlometreyan nêzî bajarê Helebê, 33 kîlometreyan li başûrê bajarê Minbicê ye û 70 kîlometreyan li başûrê rojavayê bajarê Kobanê ye. Bendav wekî çavkaniyeke sereke ya enerjiya av û ceyranê tê bikaranîn.

Taybetmendiyên bendavê

Bendava Tişrîna ku di sala 1999an de hatiye çêkirin, di warê enerjî û berhemanînê de duyemîn mezintirîn bendava li Sûriyeyê ye. Bendav bi alavên xwe yên elektronîk ên pêşketî û teknolojiyên nûjen hatiye avakirin.

Bendav ji 6 turbînên berhemanîna elektrîkê pêk tê. Giraniya her turbînekê hezar û 900 ton e û her yek ji wan dikare zêdetirî 100 megawat elektrîkê hilberîne. Kapasîteya gola ku li pişt bendavê jî bi qasî 1,9 milyar metrekab av e.

DAIŞê di 2014an de bendav xistibû bin kontrola xwe, lê di 26ê Kanûna 2015an de ji aliyê HSDê ve hat rizgarkirin û careke din ket xizmetê. Ji dema rizgarkirinê ve dewleta Tirk hewl dide bendavê dagir bike û li gelê herêmê şantaj bike.

Dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter di 8ê Kanûna 2024an êrişên xwe li ser bendavê zêdetir kirine. Ev êriş metirsiyên hilweşandina bendavê zêdetir dike, nemaze ku bendav ji bo bi milyonên niştecihên li Heleb, Kobanê û Reqayê wekî reha jiyanê tê dîtin. Êrişên li ser bendavê gefeke rasterast li ji ewlehiya av û aboriyê çêdike û dê şêniyan li hemberî karaseteke mirovî û aborî rû bi rû bihêle.

Şervanên HSDê li dijî êrişên domdar ên li ser Bendava Tişrînê berxwedana parastinê dikin.

Rêveberiya Bendavê hişyarî da

Ji rêveberên Bendava Tişrînê Îmad Ubeyd ji ber êrişên domdar ên li ser bendavê hişyarî da û diyar kir ku êriş xetereyeke mezin li ser bendavê û stasyonên wê yên avê û ceyranê çêdikin.

Ubeyd diyar kir ku ji ber êrişan dibe ku bendav bi temamî ji xizmetê derkeve û dibe ku hilweşe jî.

Li gorî Ubeyd ji ber êrişan amûrên hilbirandinê û pompên ziwakirinê ji xizmetê derketin û zerar li qadên belavkirin û veguhestinê bûne. Ubeyd anî ziman ku bendav niha bi taximê xwe yê awarte tenê kar dike da ku karibe bendavê ji ketina binê avê biparêze.

Ubeyd hişyarî da ku hilweşîna bendavê wê bandore li ser bendavên Firat û Huriyê jî bike û zerarê bighîne Iraqê jî. Her wiha îşaret pê kir ku bi hilweşîna bendavê dibe ku pêla avê di saniyekê de bighêje 700 metreyî û bibe sedema wêranbûna gund û bajarên li rex çemê Firatê û kareseke jîngehî û civakî li qadeke berfireh çêke.

Piştî wêrankirina stasyonên enerjî û belavkirinê yên bendavê li Minbicê, Kobanê û Sirînê nêzî mîlyon kes ji ber kêmbûna av û ceyranê zehmetiyan dikişînin.

Banga ji bo rêxistinên mafên mirovan: Deswerdanê bikin

Rêvebera Mudîriyeta Avê ya Kantona Firatê Zozan Xelîl der barê hedefgirtina stasyonên avê hişyarî da û got: “Ji zêdetirî 40 rojî ve, bi taybtî piştî hedefkirina stasyonên avê yên derdora bendavê em di nava aloziyeke mezin de ne.”

Zozan Xelîl anî ziman ku ji dema qutbûna ceyranê stasyonên avê bi rêya jenartoran tên xebitandin û diyar kir ku dewleta Tirk jeneratoran jî dike hedef.

Zozan Xelîl da zanîn ku gundên rojavayê bajarê Kobanê piştî rawestandina stasyonan, zehmetiyên mezin dikişînin. Zozanê hişyarî da ku armanckirina bendavê dibe ku rewşa herêmê aloztir bike û bibe mîna rewşa li Hesekê û Til Temirê ku ji ber qutkirina ava stasyona Elûkê ya li Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve zêdetirî milyonek mirov bê av in. Zozan bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku destwerdanê bikin.

Çavkanî: ANHA

Etîket: ANHAbendava tişrînêdewleta Tirkêrîşkomên paramîlîter
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Di êrîşa DAIŞê de 2 leşkerên Amerîkayê jiyana xwe ji dest dan

Di êrîşa DAIŞê de 2 leşkerên Amerîkayê jiyana xwe ji dest dan

13 KANÛN 2025
Di şerê enerjiyê de rastiya êrişên li ser Xor Morê

Di şerê enerjiyê de rastiya êrişên li ser Xor Morê

1 KANÛN 2025
Çima êrişî Qada Gazê ya Xor Morê dikin?

Çima êrişî Qada Gazê ya Xor Morê dikin?

30 MIJDAR 2025
Li Cizîrê 2 kes rastî êrîşa çekdarî hat

Li Cizîrê 2 kes rastî êrîşa çekdarî hat

12 MIJDAR 2025
Komên paramîliter 11 welatî revandin

Komên paramîliter 11 welatî revandin

9 MIJDAR 2025
Hêzên hikûmeta demkî li Siwêdayê 2 kes birîndar kirin

Hêzên hikûmeta demkî li Siwêdayê 2 kes birîndar kirin

7 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (238)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne