Pîrozbahiyên Rojbûna 77emin a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navçeya Xelfetiyê bi mîhrîcaneke dest pê kirin. Îro jî welatiyên tev li pîrozbahiyan bûne ji bo meşa ber bi gundê Amarayê ve li parqa 4ê Nîsanê ya navçeya Xelfetiyê kom dibin.
Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Rojên Amara bi dirûşmeya, “Bi Rêbertiyê Azad ber bi Yekitiya Neteweyî ya Demokratîk ve” li Parqa 4ê Nîsanê ya navçeya Xelfetiyê ya Rihayê, rojbûna 77emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir. Bi hezaran welatiyên li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine Xelfetiyê dê îro jî bi meşeke girseyî biçin gundê Amarayê û li wir rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz bikin. Welatî ji bo meşa ber bi Amarayê li Parqa 4ê Nîsanê ya Xelfetiyê kom dibin. Di seatên pêş de dê meşa ber bi Amarayê ve dest pê bike.
Welatî bi stran û govendan li benda destpêkirina meşê ne.














