Saît Yildirim ê ku ev 30 sal in girtî ye û berdana wî 9 mehan hate dirêjkirin, anîn şîna birayê wî Hasan Yildirim.
Welatparêz Hasan Yildirim du roj berê li Çewligê ji ber nexweşiya dil jiyana xwe ji dest dabû. Hasan Yildirim ku birayê Satî Yildirim e, 3 roj berê spartin axê. Satî Yildirim 30 sal in girtî ye û di meha Sibata îsal de berdana wî 9 mehan hatibû dirêjkirin. Saît Yildirim bi destûra taybet ji Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê ji bo 2 saetan anîn şîna birayê wî ya li gundê Qergabazara yê navçeya Kanîreşa Çewligê.
Şîna Hasan Yildirim li gund hatiye danîn û xelkê herêmê diçe şînê. Saît Yildirim di nav dorpêça leşkeran de anîn gund û tev li şîna birayê xwe bû. Girseyek qerebalix jî ji bo xatirê Saît Yildirim û şînê amade bû.
Piştî Yildirim tev li şûnê bû û dema destûra wî qediya leşkeran ew dîsa birin Girtîgeha Kiriklarê.
9 rojan li gel Ocalan mabû
Saît Yildirim di Adara sala 2015an de biribûn Girtîgeha Girava Îmraliyê gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Yildirim tenê 9 rojan li vir hatibû hiştin. Paşê jî ew ji wir sirgûn kiribûn.
Saît Yildirim bi navê “Li Îmraliyê 9 roj” pirtûkek nivîsandibû.