• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
04 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Wanê 4ê Nîsanê bi coşeke mezin hat pîrozkirin

    Li Wanê 4ê Nîsanê bi coşeke mezin hat pîrozkirin

    Girtî Seda Baykan 4 roj in di greva birçîbûne de ye

    Girtî Seda Baykan 4 roj in di greva birçîbûne de ye

    Li Stenbolê jinek hate kuştin

    Li Stenbolê jinek hate kuştin

    Li Westanê bo 4ê Nîsanê 77 şitil hatin danîn

    Li Westanê bo 4ê Nîsanê 77 şitil hatin danîn

    Tirkiye destê xwe ji Sûriyeyê nakişîne: 4 sivîl revandin

    Tirkiye destê xwe ji Sûriyeyê nakişîne: 4 sivîl revandin

    Rejîma Îranê du girtiyên din ên siyasî darve kir

    Rejîma Îranê du girtiyên din ên siyasî darve kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Amed / AW

4 NÎSAN 2026 - 15:56
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Malbata girtiya siyasî Seda Baykan li avahiya Şaxa İHDa Amedê daxuyanî da. Dayîka Seda Baykan anî ziman ku keça wê ji ber binpêkirinên mafan û gefên lê tên xwarin 4 roj in dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye.

Girtiya siyasi Seda Baykan ku 4 sal in li Girtîgeha Jinan a Amedê tê ragirtin ji ber binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ji 1ê Nîsanê ve di çalakiya greva birçîbûnê de ye. Malbata Seda Baykan jî têkildarî binpêkirinên mafan ên keça wan pê re rû bi rû dimîne li avahiya Şaxa ÎHDa Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de dayîka Seda Baykan, Dîlek Baykan, endamê Însiyatîfa Dêngê Girtiyan Huseyîn Îldan, endamên TUAY-DERa Amedê Ahmet Aslan û Emîne Al jî tev li daxuyaniyê bûn.

‘Qêrîna girtiyeke şoreşger e’

Huseyîn Îldan ê ewilî axivî, anî ziman ku desthilata siyasî, êrîşên xwe yên li ser girtiyên siyasî didomîne û bingeha polîtîkayên tecrîdkirinê tên avakirin. Huseyîn Îldan dest nîşan kir ku yek ji mînakên dawî yên van polîtîkayên zextê jî tiştên ku girtiya sosyalîst Seda Baykan pê re rû bi rû dimîne ye û got: “Ji ber ku Seda Baykan nêzî 4 sal in bi awayekî sîstematîk rastî zext û polîtîkayên tecrîdê tê, ji 1ê Nîsanê ve dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kiriye. Tecrîda giran a li ser Seda Baykanê ne bes e, girtiyên edlî yên di heman korîdorê de ne wê tacîz dikin û gefa kuştinê lê dixwin. Seda Baykan a ku bi hemû hewldanên xwe tu encam bi dest nexistiye, weke çare bi daxwaza sewqkirin an jî guhertina cihê xwe, ketiye greva birçîbûnê ya bêdem. Ev qêrîna girtiyeke şoreşger e. Ev qêrîn ji bo me hemûyan e.”

‘Seda Baykan ne bi tenê ye’

Huseyîn Îldan di dawiya axaftina xwe de banga lezgîn li berpirsiyaran kir û got: “Em bang li hemû raya giştî ya hestiyar dikin ku di şexsê Seda Baykan de bibin dengê vê qêrîna ku girtiyên siyasî yên şoreşger li dijî polîtîkayên tecrîd û êşkenceyê bilind kirine û xwedî li van daxwazên herî mirovî derkevin. Seda Baykan ne bi tenê ye.”

‘Bêdeng dimînin’

Dayîka Seda Baykanê Dîlek Baykanê jî di axaftina xwe de bal kişand ser bêdengiya miduriyeta girtîgehê û wiha axivî: Dixwazin di girtîgehê de keça min bikujin. Di nav kesên edlî de tê ragirtin û ew kes jî her tîm gefan li keça min dixwin. Dema derdikevin hewşa qawişa xwe ew kes tên dibêjin keça min ‘Em ê te bi ava kelandî bişewitînin.’ Agahiya miduriyeta girtîgehê jî ji van bûyeran heye lê mixabin bêdeng dimîne. Ji ber van binpêkirinên mafan û gefên tên xwarin keça min 4 roj in dest bi çalakiya greva birçûbûnê kiriye.”

Etîket: Dîlak BaykanGirtîgeha Jinan a AmedêHuseyîn ÎldanÎHDa AmedêSeda Baykan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

ÎHDê li aqûbeta Nazim Babaoglû pirsî û qurbaniyên Helebceyê bibîr anî

ÎHDê li aqûbeta Nazim Babaoglû pirsî û qurbaniyên Helebceyê bibîr anî

14 ADAR 2026
Xizmên Windayan li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

Xizmên Windayan li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

14 SIBAT 2026
Xizmên Windayan xwestin kujerên Mehmet Tekdag bên darizandin

Xizmên Windayan xwestin kujerên Mehmet Tekdag bên darizandin

7 SIBAT 2026
Xizmên Windayan aqûbeta Gulistan Dokû û Bedrî Alagam pirsîn

Xizmên Windayan aqûbeta Gulistan Dokû û Bedrî Alagam pirsîn

31 ÇILE 2026
Rêveberên ÎHDê: Demildest korîdora jiyanî vekin

Rêveberên ÎHDê: Demildest korîdora jiyanî vekin

28 ÇILE 2026
Şaxên ÎHDê: Bikevin nava tevgerê û xwedî li rûmeta mirovahiyê derkevin

Şaxên ÎHDê: Bikevin nava tevgerê û xwedî li rûmeta mirovahiyê derkevin

24 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Kolanên Wanê di bin qirêjiyê de ne: Şaredarî karê xwe baş nakin

    Kolanên Wanê di bin qirêjiyê de ne: Şaredarî karê xwe baş nakin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meşa Amarayê bi beşdariya hezaran dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi deh hezaran dimeşin Amarayê ZINDÎ

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 4ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi wêneyan Festîvala Amarayê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Festîvala Amara bi coşeke mezin bi dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojbûna Abdullah Ocalan li Salihliyê hate pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pîrozbahiyên Rojbûna Rêberê Gelê Kurd bi stran, dirûşm û govendan bi dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bavê nivîskara Azadiya Welat jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (175)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne