Amed – Beriya danişîna doza Hevserokê MED-DERê yê berê Rifat Ronî, li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî hate dayin û wiha hate gotin: “Girtina Ronî encama zextên li dijî zimanê Kurdî ne.”
Beriya danişîna ewil a doza Hevserokê MED-DERê yê berê Rifat Ronî, li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî hate dayin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên sivîl tev li bûn û pankarta “Zimanê me nasnameya me ye, xebatên Kurdî ne sûc e” hate hilgirtin.
Di daxuyaniyê de ewilî yek ji rêveberên MED-DERê Eyûp Aydenîz axivî û got ku operasyonên li dijî saziyên zimanê Kurdî, êrişên ser ziman, wêje û çanda Kurdî ne. Aydenîz, anî ziman ku divê Rifat Ronî tavilê were berdan.
‘Ziman û çanda Kurdî hebûna me ye’
Metna daxuyaniyê ji hêla ji rêveberên MED-DERê Mehmet Asana ve hate xwendin. Asana, diyar kir ku desthilat ji hêlekî ve dibêje qedexeyên li ser zimanê Kurdî rakiriye û li hêla din jî bi ser saziyên zimanê Kurdî de digire, zext û zilma xwe didomîne. Mehmet Asana, da zanîn ku girtina Ronî jî encameke zextên li dijî zimanê Kurdî ye û wiha domand: “Xwestin xebat û lêkolînên li ser zimanê Kurdî krîmînalîze bikin. Ziman û çanda Kurdî hebûna me ye, nasnameya me ye. Tu kes dê nekare xebatên me yên di vê mijarê de asteng bike. Di serî de perwerdeya bi zimanê dayikê, tevahiya daxwazên me mafên me yên xwezayî ne.”
Hevseroka DBPa Amedê Sûltan Yaray jî diyar kir ku nabe xebatên têkildarî ziman û nasnameya Kurdî bên darizandin. Sûltan Yaray, got ku zextên li ser ziman, eleqeya xwe bi tecrîda li Îmraliyê re heye.
Girse, piştî daxuyaniyê ji bo şopandina danişînê derbasî edliyeyê bû.