Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê, girtin û binçavkirinên piştî Newrozê protesto kir. Di çalakiyê de hat xwestin kesên girtî demlidest bên berdan.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê, têkildarî girtin û binçavkirinên piştî pîrozbahiyên Newrozê hatin kirin li Parka Zarokê Azad daxuyanî da. Endama platformê Nurgul Elveren di daxuyaniyê de got ku nêzî 200 kes hatine binçavkirin û zarok jî di nav de gelek kes hatine girtin.
Bi domdarî Nûrgul Elveren anî ziman ku dewlet hewl dide mafên demokratîk krîmînalîze bike û got: “Tunehesibandina îradeya gel û astengkirina mafên demokratîk nayê qebûlkirin.”
Nûrgul Elveren xwest ku kesên hatine girtin bên berdan û ev tişt anî ziman: “Pêdiviya Tirkiyeyê ne bi bêhtir zextê lê bi bêhtir demokrasî, edalet û azadiyê heye.”













