Pênc girtiyên siyasî yên li girtîgeha Qizilhesar a li Kerecê li dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, bang li tevayî rêxistinên mafên mirov ên navdewletî kirin ku bi lez pêngava ji bo azadkirina Pexşan Ezîzî bidin destpêkirin.
Pênc girtiyên siyasî yên li girtîgeha Qizilhesar a li Kerecê yên bi navên; Seîd Mesûrî, Spîhir Îmam Cume, Mihemed Şafiî, Mîsam Dêhbanzade û Luqman Emîn Pur li dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî daxuyaniyek belav kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Rejîma Îranê li ber rûxînê ye ji ber wê serî li darvekirin û kuştinên çalakvan û azadîxwazan dide. Dixwaze tirsê di nava welatiyan de belav bike. Li gor wan wê bi kuştin û darvekirinê bikarin gel bitirsînin û neçarî bêdengkirinê bikin.”
Di dewama daxuyaniya girtiyan de hat diyarkirin ku ji bilî erêkirina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî, metirsiya cezayê darvekirinê li ser 50 girtiyên din ên siyasî jî heye.
Her pênc girtiyên siyasî di daxuyaniya xwe de bang li gel, Neteweyên Yekbûyî û tevayî rêxistinên navdewletî yên mafên mirovan dikin, demildest ji bo azadkirina Pexşan Ezîzî û girtiyên din ên siyasî bikevin nava hewldanan.
Hêjayî gotinê ye roja 8ê Çile parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatibû birîn, erê kiriye. Her wiha diyar kir lı belgeyên ku wan ji bo parastina Pexşan Ezîzî pêşkêş kiribûn, ji aliyê dadgehê ve hatiye redkirin.