• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
31 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dayikên Şemiyê li aqûbeta Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz pirsîn

    Dayikên Şemiyê li aqûbeta Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz pirsîn

    Sibê cîhan li dora Rojava dibe xelek!

    Sibê cîhan li dora Rojava dibe xelek!

    Omer Ocalan: Divê rehawet nebe, berxwedan bidome

    Omer Ocalan: Divê rehawet nebe, berxwedan bidome

    Li Wanê sê ciwan hatin binçavkirin

    Li Wanê sê ciwan hatin binçavkirin

    Gelê Kurd qadan terk nake: Li dehan qadan bi deh hezaran meşiyan

    Gelê Kurd qadan terk nake: Li dehan qadan bi deh hezaran meşiyan

    Li Stenbolê bi hezaran kes ji bo Rojava kom bûn

    Banga tevlibûna Roja Rojava ya Cîhanê: Divê em li ser pêyan bin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Dayikên Şemiyê li aqûbeta Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz pirsîn

    Dayikên Şemiyê li aqûbeta Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz pirsîn

    Sibê cîhan li dora Rojava dibe xelek!

    Sibê cîhan li dora Rojava dibe xelek!

    Omer Ocalan: Divê rehawet nebe, berxwedan bidome

    Omer Ocalan: Divê rehawet nebe, berxwedan bidome

    Li Wanê sê ciwan hatin binçavkirin

    Li Wanê sê ciwan hatin binçavkirin

    Gelê Kurd qadan terk nake: Li dehan qadan bi deh hezaran meşiyan

    Gelê Kurd qadan terk nake: Li dehan qadan bi deh hezaran meşiyan

    Li Stenbolê bi hezaran kes ji bo Rojava kom bûn

    Banga tevlibûna Roja Rojava ya Cîhanê: Divê em li ser pêyan bin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Nevzat Ozturk: Berxwedan dê bi azadiyê tacîdar bibe

Nedîm Orûç / AW

9 TÎRMEH 2025 - 08:25
Kategorî: POLÎTÎKA
A A
Şirnex – Nevzet Ozturk ê ku 30 salan di zindanê de ma û hat berdan diyar kir ku bi dawîkirina şerê çekdarî re kar û xebat zêdetir bûye, mîrasî heyî jî ew ê bi azadiyê tacîdar bikin û li ber têkoşînê dewlet neçare gavan biavêje.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinên xwe yên bi Heyeta Îmraliyê re derbarê zindanan de axaftibû û gotibû di vê pêvajoyê de barê giran dikeve ser milê kesên 30 salan di zindanan de man e. Nevzat Ozturk ê ku di sala 1992an de li Stenbolê hatibû girtin di sala 2023yan de hatibû berdan. Ozturk derbarê gotinên Ocalan û pêvajoyê de ji ajansa me re axivî.

‘Em xwe bi rêxistin bikin’

Ozturk got ku peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo girtiyên 30 salî şandibû zelal e û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ev peyam gelekî girîng e. Êdî em çiqas dibin bersiv ew bi me ve girêdayiye. Wate dayîn gelekî girîng e. Peyama ku Ocalan dayî kurt e lê naveroka wê gelek tije ye. Çima pêdivî dît peyamek wiha bide. Ji ber ku di aliyê rêxistînî, aliyê şêwazê, aliyê rêbaz de pirsgirêk hene. Ew qas bedel hatine dayîn, ew qas êş hatiye kişandin, îro nabe ku mirov van ji bîr bike û li gor wê tevnegere. Li gorî peyama hatî dayîn divê em bi her awayî xwe bi rêxistin bikin û divê bersivdayînek hebe. Bersivdayîn jî bi xebatê ye, bi rêxistinkirinêye.”

‘Divê hevalên 30 salî girtî mane seferber bibin’

Ozturk da zanîn ku divê peyama Ocalan were fêm, gav li gor wê were avêtin û wiha berdewam kir; “Niha pêvajoyek destpêkiriye, divê her hevalê 30 salî ji bo vê pêvajoyê pêşengtiyê bike, peyama Ocalan çiye? Gere were fêmkirin û ev heval vê yeke bêxin meriyetê. Weke seferberiyê bixebite û ji bo xwe tiştekî nefikire. Têkeve nava civakê, bi civakê re be û ji bo vê pêvajoyê bibe bersiv. Zîndan qada Serokatiyê ye. Piştî dîl girtina Ocalan yên ku herî zêde peyamên Ocalan fêm bikin hevalên zîndanan in. Ji ber ku hûrbûyîn û hîskirina wan zêdetir e. Girêdana hevalên zindanan a bi Ocalan ve cudatir e.”

‘Şerê çekdarî dê bi azadiyê were tacîdarkirin’

Ozturk bi bîr xist ku PKKê xwe fem kiriye, bi vê ve girêdayî barê giran ketiye ser mile qada siyasî û wiha pêde çû; “Di vê pêvajoyê de rola pêşengtiyê dikeve ser milê hevalên 30 sal. Piştî fesixkirina PKKê derfetên xebatên qada siyasî, qada civakî zêdetir bûn. Di pêşiya me de avakirina neteweya demokratîk heye. Pêdivî bi vê heye. Bi dawîkirina şerê çekdarî re kar zêdetir bûye, mîrasî heyî divê bi awayekî tacîdar bibe, vi azadiyê tacîdar bibe. Berê şerê çekdarî hebû, xebat pêtir diket ser wî alî niha ew tune û divê em tekoşînê bidomînin. Emê çawa tekoşînê berdewam bikin? Bi hişmendiyekî, li gor rihê pêvajoyê, helwesteke domdar. Pêşengtiya vê pêvajoyê avakirina netewên demokratîk e.”

‘Niha têkoşîn mezin bûye û di hûrbûnê de qelsî heye’

Ozturk cudahiya xebatên 30 sal berê û îro jî nirxandin û ev tişt li gotinên xwe zede kirin: “Beriya 30 salan û niha di aliyê rêxistinkirinê de cudahî hene. Berê ERNK hebû û wêde wesfînî ango zanebûn, li gor deme hûrbûn zêdetir bû. Wê demê dîsîplînek zede hebû. Niha mezin bûye lê di aliyê hûrbûnê de qelsî hene. Berê ji bo hevdîtinekî saetek hatiba gotin û 5 deqe derbas bûban, tu kes li benda tu kesê nedisekînî, ji ber ku cîdiyetek hebû. Niha biryara xebatekî an jî civînekê tê dayîn lê ev yek bi saetan jî paşde tê hiştin. Niha teknolojî pêş ketiye, dema mirov vê yeke ji bo xebatê bikar bîne tiştek baş e. Lê em wiha nakin û teknolojî gelek caran ji bo kar û xebatên me dibe asteng, ji ber ku me dide dest.”

‘Bi têkoşînê dewlet dê gavan biavêje’

Ozturk herî dawî da zanîn ku peymanên Ocalan baş hatiban famkirin da pêvajoyê bi awayekî cudatir bimeşe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Me peyamên Ocalan baş fam kiriba, me yê wisa kiriba ku dewlet gav biavêje. Mînak hevalên nexweş gere heya niha hatibûyan berdan. Me peyam wiha fam kir, me got vaye Ocalan peyam da û dewlet ê gav biavêje, bi vî awayî me xwe sist kir û dewletê ev sistbûna me dît, her wiha ji ber vê yekê gav neavêt. Dewlet tiştekî nade me, dewlet li ser talanê, eger em tekoşîna xwe xurt bikin bi vê ve girêdayî dewlet ê gav biavêje. Îro yekî weke Bahçelî ger bêje werin em aştiyê bikin, ev li hev bikin, xetereya ji bo dewletê dît ji ber ev gotin anîn ziman. Ger em tekoşînê bilind nekin, dê nîqaşa pêvajoyê hebe û hew, nîqaşên dirêj bibin bi xwe re şêlûbûnê tîne. Dewlet gavan naavêje, em ê bi têkoşîna xwe gavan bidin avêtinê.”

Etîket: Abdullah Ocalangirtiyê 30 salîpêvajo
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Hevpeyvîna Ocalan a bi rojnamegerê Amerîkî re hate weşandin

Hevpeyvîna Ocalan a bi rojnamegerê Amerîkî re hate weşandin

24 ÇILE 2026
Girtekên Îmraliyê: Ocalan ji bo me çi dibêje, çi nabêje?

Girtekên Îmraliyê: Ocalan ji bo me çi dibêje, çi nabêje?

24 ÇILE 2026
Abdullah Ocalan: Tifaqa Kurd û Tirk divê li gorî dîrokê be

Abdullah Ocalan: Tifaqa Kurd û Tirk divê li gorî dîrokê be

24 ÇILE 2026
Ocalan: Di dîzayna Rojhilata Navîn de dixwazin Kurdan bêbandor bikin

Ocalan: Di dîzayna Rojhilata Navîn de dixwazin Kurdan bêbandor bikin

24 ÇILE 2026
Abdullah Ocalan: Peyvira ciwanan a herî girîng parastina civakê ye

Ocalan ji bo Şara çi dibêje?

23 ÇILE 2026
Abdullah Ocalan: Çareseriya heqîqî konfederalîzma demokratîk e

Rêberê Gelê Kurd: Piştî Komarê Kurd hatin înkarkirin

23 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (1542)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne