Girtiyê siyasî Zekî Bulut ku 8 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin, qeyrana dil derbas kir. Piştî dayika wî çû hevdîtinê, fêrbû ku kurê wê qeyrana dil derbas kiriye.
Girtiyê siyasî Zekî Bulut ku di sala 2008an de bi angaşta endamtiya PKKê hat girtin, 8 salên dawî piştî cezayê muebeta giran lê hate birîn, di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Zekî Bulut di 4ê mijdarê de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Burdûrê qeyrana dil derbas kir. Malbat piştî çû hevdîtina vekirî ya Zekî Bûlût, fêrbû ku kurê wan Zekî Anjiyo bûye û rakirine Ûnîteya Venêrtina Zêde ya Nexweşxaneya Dewletê ya Bûrdûrê.
Dema dayik Leyla Bulut, çû hevdîtina kurê xwe, rayedarên girtîgehê jê re gotin ‘Kurê te di 4ê mijdarê de qeyrana dil derbas kiriye û niha li beşa venêrtina zêde tê ragirtin.’ Bi vê yekê re derket holê ku rayedarên girtîgehê der barê rewşa Zekî Bulut de malbat agahdar nekirine.
Dayika Zekî Bulut Leyla Bulutê bertek nîşanî rewşê da û got: “Ji bo ez rûyê kurê xwe bibînim, ez ji Amedê çûm Bûrdûrê. Lê rayedarên girtîgehê dibêjin ‘Kurê te qeyrana dil derbas kiriye’. Lê ez dixwazim bi kurê xwe re hevdîtinê bikim. Ev mafê min ê herî rewa ye.
Leyla Bulutê anî ziman ku kurê wê 8 sal in di hucreya yek kesî te tê girtin û wiha got: “Di hucreyê de nayê dermankirin. Ne ji xweber e ku qeyrana dil derbas kiriye. 8 sal in di tecrîdê de tê îzolekirin. Şertên girtîgehê ew nexweş xist.”
Piştî malbatê li ser E dewletê lêkolîn kir, derket holê ku Zekî Bulut di 4ê mijdarê de qeyrana dil derbas kiriye û di 5ê mijdarê de jî xistine beşa venêrtina zêde. Zekî Bulut 3 meh berê sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Bûrdûrê hatibû kirin. Malbatê xwest ku biçe kurê xwe bibîne û xwest astengiya li pêş hevdîtina bi kurê wan re bê rakirin. Malbata Zekî Bulut serî li wekîlên DEM Parti, CHP û AKPê da.
Hat fêrbûn ku wekîl dê têkildarî mijarê bi Midûrê Giştî yê Girtîgehan Yavuz Yildirim re hevdîtinê bikin.







