Ferîdûn Demîr ê ku hê 17 salî bû û temenê wî hatibû mezinkirin û cezayê muebedê lê hatibû birîn. Demîr piştî 30 salan ji hepsê hat berdan.
Ferîdûn Demîr hê 17 salî ye, di 10ê Çileya 1995an de li Edeneyê tê girtin. Di pêvajoya desteserkirinê de îşkenceyên giran lê tê kirin û temenê wî hatibû mezinkirin. Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê û tevlibûna xebatên rêxistinê” cezayê muebedê lê hatibû birîn. Demîr di vê pêvajoyê de li girtîgehên Edene, Konya, Enqere û Mêrsînê ma.
Herî dawî jî sewqî Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê hatibû kirin. Demîr piştî 30 salan îro ji hepsê berdan. Demîr ji hêla malbat, hezkirî û hevalên xwe ve bi kulîlkan hat pêşwazîkirin. Piştî pêşwaziyê Demîr û malbata xwe derbasî Edeneyê bûn.
Bêyî lawê xwe bibîne koça dawî kir
Bavê Demîr, Veysî Demîr li gundê Marûtê yê ser bi navçeya Pirsûsa Rihayê dima. Nexweşiya penceşêrê li Demîr peyda bûbû û ji ber nexweşînê 15 sal lawê xwe nedîtibû. Veysî Demîr bêyî ku kurê xwe bibîne di 7ê Cotmeha 2021an de jiyana xwe ji dest dabû.