Enqere – Însiyatîfa ji Girtiyên nexweş re Azadî di daxuyaniya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş Kemal Elmali. Kemal Elmali tevî nexweşiyên giran jî 30 sal in nayê berdan.
Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 581an de li kolana Sakarya ya li Enqereyê daxuyanî da. Komê pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” dinivisîbû vekirin û bê navber dirûşmeyên “Tecrîd îşkence ye bila bi dawî bibe” û “Ji girtiyên nexweş re azadî” berz kirin. Rêveberê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê Bariş Barişik daxuyanî da. Bariş Barişik di daxuyaniya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Kemal Ozelmali ku di Girtîgeha Sîncanê de ragirtiyê û tevî 30 sal “cezayê” wî qedyayê jî nayê berdan.
Bariş Barişik diyar kir ku girtiyê nexweş Kemal Ozelmali pêdiviyên xwe bi tenê serê xwe nikare dabin bike û wiha got: “Kemal Ozelmali bi alîkariya hevalên li cem wî dikarê pêdiviyên we dabin bike. Nexweşiyên wî yên weke Alzheimer, hepatit, kêmbûna gurçikan, prostat, mîde û çavan heye. Tevî vê yekê jî bi salan ê nikarê bigehêje mafê tenduristiyê. Kemal Ozelamli tevî 30 sal in di girtîgehê de ye jî nayê berdan. Divê Kemal Ozelmali demildest be berdan û bi awayekî rêk û pêk li nexweşxaneyeke be derman kirin. Di van şert û mercan de dilgirtina Kemal Ozelmali li dijî hiqûqê û mirovahiyeyê.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.















