• Nûçeyên Herî Dawî
Girtiyên siyasî: Divê her kes li Rojava xwedî derkevin

Girtiyên siyasî: Divê her kes li Rojava xwedî derkevin

30 KANÛN 2024 - 14:07
Di mîhrîcanê de bal kişandin ser tiryakbûna madeyan

Di mîhrîcanê de bal kişandin ser tiryakbûna madeyan

4 TÎRMEH 2025 - 01:41
Li Rihayê civînên gel didomin

Li Rihayê civînên gel didomin

3 TÎRMEH 2025 - 23:22

Civînên Aştî û Civaka Demokratîk li Cizîr û Hezexê hatin lidarxistin

3 TÎRMEH 2025 - 22:36
Koyê Cûdî de şewat vejîya

Çiyayê Cûdî ji nîvro ve dişewite

3 TÎRMEH 2025 - 21:20
‘Qezayên kar cînayet in’

‘Qezayên kar cînayet in’

3 TÎRMEH 2025 - 18:40
Zîlan û Sema hatin bibîranîn

Zîlan û Sema hatin bibîranîn

3 TÎRMEH 2025 - 18:24
‘Êrîşa li dijî LeManê provaya komkujiyê ye’

‘Êrîşa li dijî LeManê provaya komkujiyê ye’

3 TÎRMEH 2025 - 18:08
Ayşegul Dogan: Wê hefteya pêş gaveke dîrokî were avêtin

Ayşegul Dogan: Wê hefteya pêş gaveke dîrokî were avêtin

3 TÎRMEH 2025 - 17:25
Bi girseyî çûn serdana şîna Mûsa Kaya 

Bi girseyî çûn serdana şîna Mûsa Kaya 

3 TÎRMEH 2025 - 15:56
Parêzer Işik dawî li jiyana xwe anî

Parêzer Işik dawî li jiyana xwe anî

3 TÎRMEH 2025 - 15:31
Li çiyayê Cûdî şewat derket

Li çiyayê Cûdî şewat derket

3 TÎRMEH 2025 - 14:01
Malbata endamê PKKê Urek şîn danî

Malbata endamê PKKê Urek şîn danî

3 TÎRMEH 2025 - 13:52
DAIŞê li Pirdê cotkarekî Kurd revand

DAIŞê li Pirdê cotkarekî Kurd revand

3 TÎRMEH 2025 - 12:45
19 kes di rojekê de hatin kuştin

19 kes di rojekê de hatin kuştin

3 TÎRMEH 2025 - 12:03
DFG: Di Hezîranê de 26 rojnameger hatin darizandin

DFG: Di Hezîranê de 26 rojnameger hatin darizandin

3 TÎRMEH 2025 - 11:41
  • |
  • Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
  • Hemû Nûçe
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
04 TÎRMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Di mîhrîcanê de bal kişandin ser tiryakbûna madeyan

    Di mîhrîcanê de bal kişandin ser tiryakbûna madeyan

    Li Rihayê civînên gel didomin

    Li Rihayê civînên gel didomin

    Civînên Aştî û Civaka Demokratîk li Cizîr û Hezexê hatin lidarxistin

    Koyê Cûdî de şewat vejîya

    Çiyayê Cûdî ji nîvro ve dişewite

    ‘Qezayên kar cînayet in’

    ‘Qezayên kar cînayet in’

    Zîlan û Sema hatin bibîranîn

    Zîlan û Sema hatin bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • ROJANE
    Di mîhrîcanê de bal kişandin ser tiryakbûna madeyan

    Di mîhrîcanê de bal kişandin ser tiryakbûna madeyan

    Li Rihayê civînên gel didomin

    Li Rihayê civînên gel didomin

    Civînên Aştî û Civaka Demokratîk li Cizîr û Hezexê hatin lidarxistin

    Koyê Cûdî de şewat vejîya

    Çiyayê Cûdî ji nîvro ve dişewite

    ‘Qezayên kar cînayet in’

    ‘Qezayên kar cînayet in’

    Zîlan û Sema hatin bibîranîn

    Zîlan û Sema hatin bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Girtiyên siyasî: Divê her kes li Rojava xwedî derkevin

Navenda Nûçeyan /AW

30 KANÛN 2024 - 14:07
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Girtiyên siyasî yên PAJK û PKKê yên li girtîgehên Tirkiyeyê, bang li hemû kesan kirin ku xwedî li Şoreşa Rojava derbikevin û her derê bikin qada berxwedan û serhildanê.

Girtiyên PAJK û PKKê, têkildarî êrîşên li ser Rojava peyamek parve kirin û xwestin her kes li Şoreşa Rojava xwedî derkevin. Girtiyan diyar kirin ku li dijî hêzên mêtinger şerê hebûn-tunebûnê tê meşandin û destnîşan kirin ku parastina şoreşa ku bi xwîna bi hezaran şehîdan hatî avakirin, wezîfeyeke esas e.

Li ser navê girtiyên PAJK û PKK’î yên li girtîgehên Tirkiyeyê, Denîz Kaya daxuyanî da. Denîz Kaya anî ziman ku gelê Rojava bi biryar in ku destkeftiyên azadiyê yên li Rojava bi fedayîtî û lehengiyên mezin hatine bidestxistin, biparêzin û wiha got: “Em berxwedana destanî ya gelê Rojava û hevrêyên xwe yên li eniyan li dijî gefa qirkirinê li ber xwe didin, silav dikin; li ku derê dibe bila bibe em ê dilsoziya xwe ya bi hevrêyên xwe yên şehîd û zarokên bi rûmet ên gelê xwe re bi berxwedana heta serketinê bidomînin.”

Denîz Kaya, anî ziman ku felsefeya azadiyê ya Abdullah Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn ronahiyeke hêviyê afirand û di şênberiya Şoreşa Rojava de veguherî meşaleya azadiyê û ji bo lêgerînvanên jiyana alternatîf, bûye îlham. Denîz Kaya, destnîşan kir ku Şoreşa Rojava bûye taca serketinê ya têkoşîna Kurdan a 40 salan û wiha lê zêde kir: “Şoreşa Rojava di wê îdîa û biryardariyê de ye ku pirsgirêka azadiyê ya mirovahiyê çareser bike. Ev şoreş bûye serketina hemû gelên bindest a li hemberî modernîteya kapîtalîst. Şoreşa Rojava serketina herî binirx e ku şaristaniya demokratîk li dijî şaristaniya kapîtalîst bi dest xistiye. Serketina li Rojava, pêl bi pêl belav bû û xwedî karakterek welê ye ku hemû Rojhilata Navîn û cîhanê bandor bike. Tirsa herî zêde ya hêzên şaristaniya kapîtalîst jî ev e. Destpêkê rêxistineke weke DAÎŞ’ê bi kar anîn, plan kirin li dijî gelê me qirkirinê pêk bînin û xwestin şoreşê tune bikin. Yên ku bi berxwedana bi heybet a gelê me têk çûne, di şexsê DAIŞê de hêzên qirker bûn.”

Denîz Kaya, herî dawî anî ziman ku wekî girtiyên PKK û PAJKê mîna her tim îro jî amade ne ku ji bo gelê xwe yê bi rûmet her tiştê bikin û got: “Eger me di berxwedana Kobanê de wezîfeya xwe pêk anîbe, bila gumana ti kesê nebe em ê îro jî heman tiştê bikin. Weke girtiyan di serî de malbatên me yên berxwedêr, em bang li ciwanên fedayiyên Rêber Apo û gelê xwe yê welatparêz dikin ku em xwedî li Şoreşa Rojava derbikevin; em her derê bikin qada berxwedanê û serhildanan mezin bikin. Car din em her kesê ji bo parastina Şoreşa Rojava têdikoşe, silav dikin û hêzên dagirker û mêtinger jî lanet dikin.”

Etîket: girtiPAJKpkksiyasî
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Malbata endamê PKKê Urek şîn danî

Malbata endamê PKKê Urek şîn danî

3 TÎRMEH 2025
Di êrîşa Îsraîlê ya li ser girtîgeha Evînê de 71 kes hatin kuştin

Di êrîşa Îsraîlê ya li ser girtîgeha Evînê de 71 kes hatin kuştin

30 HEZÎRAN 2025
Ji Geliyê Zîlan heta niha têdikoşin: Hêvî dikim aştî pêk bê

Ji Geliyê Zîlan heta niha têdikoşin: Hêvî dikim aştî pêk bê

21 HEZÎRAN 2025
Dayikên Aştiyê: Bi êrişên li ser gerîla aştî pêk nayê

Dayikên Aştiyê: Bi êrişên li ser gerîla aştî pêk nayê

17 HEZÎRAN 2025
Temellî: Ji bo çareseriyê divê Meclis bi rola xwe rabe

Temellî: Ji bo çareseriyê divê Meclis bi rola xwe rabe

16 HEZÎRAN 2025
Bi girseyî serdana Naîf İşçi ku piştî 15 salan hat berdan kirin

Bi girseyî serdana Naîf İşçi ku piştî 15 salan hat berdan kirin

15 HEZÎRAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2025 (52)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Nafiye Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne