Pîrozbahiya Newroza Amedê bi coşeke mezin didome. Di pîrozbahiyê de Denîz Kaya li ser navê Girtiyên Siyasî yên Tirkiye û bakurê Kurdistanê peyamek ji bo Newrozê şand. Denîz Kaya di peyamê Newroz pîroz kir û got: “Roja vejîna destana azadiyê ye.”
Pîrozbahiya Newroza bi coşe mezin didome. Di pîrozbahiya Newroze de Girtiyên Siyasî yên li girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdistanê ji bo Newroza Amedê peyamek şandin. Li ser navê girtiyên siyasî Denîz Kaya peyam şand û Newroz pîroz kir. Peyama Denîz Kaya ya ji bo Newrozê wiha ye:
“Cejna Newrozê strana mirovên li dijî zilmê serî rakirine ye. Navê roja wekî newayek rengareng a vejîna xweza ye ku nîşeyên çanda berxwedanê li dilê gelên Mezopotamyayê nexşandiye. Gelên her roj ji zalimek wekî Dehaq ku serokê pergalek her roj zilm di ser gelan de dibarand rizgar bûyîn, bîranênên xwe yên azadiyê vegerandin destanekê.
Mazlum Dogan ev ala berxwedanê ku di destên gelên Medyayî de li ba diket dewir girt, di hucreya lê dihat girtin, bi tena serê xwe û di bin şertên herî giran de, bi pêxistina sê darikên neftikê pêşengiya Kurdên bûne Newroz kir. Meşaleya azadiyê ku di şexsê Kawayê Hemdem Mazlum Dogan de li dijî darbeya 12ê Îlonê ya faşîst li zindanan bilind bû, li çiyayên Kurdistanê vegeriya têkoşîna mezin a azadiyê.
Agirê bi vê berxwedanê mezin bû, ji gelan re bû ronahî. Bû romanek li ser zimanan digere û felsefeya Kurdên azad.
Agirê azadiyê di hişmendiya Zekiye Alkan de ku li ser bedenên Amedê agir berda canê xwe, vegeriya serhildanên gel. Tîlîliyên li Licê, Dîgor, Cizîr û Nisêbînê bilind bûn, vegeriya serhildana bêhempa a gelê Kurd.

Rahşan Demîrel ku li ser bedenên Kadîfekaleyê agir berda canê xwe, ev ala pîroz dewir girt, rastiya jiyana bi nasnameya xwe ya neteweyî nîşanî Kurdên bi darê zorê koçî çar aliyên Tirkiyeyê hatine kirin, da. Nîşan da ku jiyana bi nasnameya neteweyî ya azad ancak bi vegerîna îradeyek ji gogek agir pêkan e.
Tevgera Azadiya Kurd her roj pêlên nû li kevneşopiya Newrozê zêde kir û têkoşîna azadiyê mezin kir. Agirê Newrozê Kurdên dîasporayê yên li welatên Ewropayê ku cihê modernîteya kapîtalîst herê zêde lê bi rêxistin kiriye, dijîn jî hembêz kir. Nîşanî dost û dijminan hate dayîn ku jiyanek li Ewropayê pêkan be, ew jî ancax bi kesayetek û îradeyek li gorî Ronahî û Bêrîvanê mimkûn e.
Rêheval Sema Yuce berxwedan pêşvetir bir û li zindana Çanakkaleyê meşaleya azadiyê bilindtir kir û bi têkoşîna azadiya jinê re kire yek. Di navbera 8ê Adarê û 21ê Adarê de pirek ji agir ava kir. Bi hişmendiya îdeolojiya azadiya jinê derbeyek giran li hişmendiya kesayetên tasfiyecî yên wekî lingek komployê tevdigerin, da.
Rêheval Fîkrî Baygeldî ku di kêliya ewil de peyama ji pêşengên tekoşîna azadiya jinê rêheval Sema fam kir, karî di xeta Sema de bibe rêheval û bibe lingek pira azadiyê ya bi agirê Newrozê hatiye avakirin.
Serokatiya me Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kêlî bi kêlî honandiye û xebatên pratîk û polîtîk ên înşayê dane destpêkirin. Em di şexsê Serokatiya xwe de Newroza gelê xwe yê welatparêz, hêzên xwe yên gerîla, dostên xwe û hemû rêhevalên di zindanan de bi dil û can pîroz dikin. Em hemû rêhevalên di dema pîrozbahiyên Newrozê de şehîd ketine bi rêzdarî bîr tînin. Em li ber bîranîna wan bejna xwe bi rêzdarî ditewînin û soza serkeftinê didin.”













