• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
31 COTMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rewşa xeternak a Huseyîn Aykol berdewam dike

    Rewşa xeternek a Huseyîn Aykol didome

    Ruhê jiyana komunal, Kobanê û Fîskaya

    Ruhê jiyana komunal, Kobanê û Fîskaya

    Gonul Ûzûnay: Hîmê qeyranê neçareserkirina kêşeya Kurd e

    Gonul Ûzûnay: Hîmê qeyranê neçareserkirina kêşeya Kurd e

    ROJEVA 31ê COTMEHA 2025an

    ROJEVA 31ê COTMEHA 2025an

    Hevdîtina heyetê û Erdogan bi dawî bû

    Heyeta DEM Partî tekildarî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî parve kir

    Nîzamettîn Kabaîş: Dê telefona Rojîn Kabaîş bişînin Portekîzê

    Nîzamettîn Kabaîş: Dê telefona Rojîn Kabaîş bişînin Portekîzê

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rewşa xeternak a Huseyîn Aykol berdewam dike

    Rewşa xeternek a Huseyîn Aykol didome

    Ruhê jiyana komunal, Kobanê û Fîskaya

    Ruhê jiyana komunal, Kobanê û Fîskaya

    Gonul Ûzûnay: Hîmê qeyranê neçareserkirina kêşeya Kurd e

    Gonul Ûzûnay: Hîmê qeyranê neçareserkirina kêşeya Kurd e

    ROJEVA 31ê COTMEHA 2025an

    ROJEVA 31ê COTMEHA 2025an

    Hevdîtina heyetê û Erdogan bi dawî bû

    Heyeta DEM Partî tekildarî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî parve kir

    Nîzamettîn Kabaîş: Dê telefona Rojîn Kabaîş bişînin Portekîzê

    Nîzamettîn Kabaîş: Dê telefona Rojîn Kabaîş bişînin Portekîzê

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Gonul Ûzûnay: Hîmê qeyranê neçareserkirina kêşeya Kurd e

Bazid Evren / AW

31 COTMEH 2025 - 08:23
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Hevseroka DBPê ya Wanê Gonul Ûzûnayê diyar kir ku sedema qeyranên aborî, civakî, exlaqî, polîtîk hwd. neçareserkirina kêşeya Kurd e got: “Divê hemû şexsiyet vê meseleyê weke meseleya xwe hîs bike û xwedî li bangawaziyê derbikevin.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 27ê sibatê de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir û li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê pêvajoyekê dest pê kir. Piştî banga Abdullah Ocalan Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di 5-7ê Gulanê de kongreya xwe 12emîn pêk anî û xwe fesix kir. Piştî vê yekê di 11ê Tîrmehê de komeke gerîla ku Hevseroka KCKê Besê Hozat jî di nav de bû, çekên xwe şewitandin. Herî dawî di 26ê Cotmehê de dîsa komeke gerîla li Qendîlê daxuyanî da û ragihandin ku wan hêzên xwe ji Tirkiyeyê vekişandine. Tevî van gavên şênber jî dewletê ji bilî avakirina Komîsyona Demokrasî, Xwişk- Biratî û Hevgirtina Millî ti gavên şênber neavêtine.

Derbarê mijarê û gava dawî ya PKKê de Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê Gonul Ûzûnay bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku pevajoya Aştî û Ciwaka Demokratîk ji salekî zêdetir e destpêkiriye. Gonul Ûzûnayê anî ziman ku di nav salekî de hin gav ji hêla Tevgera Azadîya Kurdistanê ve hatin avêtin û got: “Lê ew gavên sîyasî û hiqûqî yên civak li bende bûn, nehatine avêtin û pêvajo giran diçe. Lê tevî vê giranbûnê jî tiştên erîni hatine kirin. Avakirina komîsyonê erênî ye. Di dîroka meclîsa Tirkiyeyê de ev cara ewil e ku ji hêla çareserkirina pirsgirêka Kurd ve komîsyonekî fermî tê avakirin. Ev tiştekî erênî ye, tişten tên nîqaşkirin jî erênî ye. Lê ji bo peşkêtina vê pêvajoyê têrê nake. Ji bo pêşketina vê pêvajoyê bi taybetî divê tecrîda li ser Rêzdar Abdullah Ocalan bê rakirin. Divê ji bo Rêzdar Abdullah Ocalan mafê hêviyê ku 25 salên xwe temam kiriye, bê bicihanîn. Ji bo selametiya pêvajoyê û pêşketinê divê şert û mercên Rêzdar Abdullah Ocalan ku em di şexsê wî de pêvajoyê dişopînin, bên başkirin û ew bikaribe fikren xwe bi awayekî azad ji civakê re parve bike.”

‘Divê şertên Ocalan ên xebatê baş bikin’

Gonul Ûzûnayê da zanîn ku divê demildest komîsyon serdana Abdullah Ocalan bike da ku ew bikaribe fikir û ramanên xwe vebêje. Gonul Ûzûnayê destnîşan kir ku ev 40 salan zêdetir e şerekî germ li Kurdistan û Tirkiyeyê berdawam dike û ev tişt anî ziman: “Helbet ev şer bê sebep rû nedaye, ji ber vê yekî jî divê ku li gel muxatabê serêke Rêzdar Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin. Taybetî jî divê ji bo azadiya fîzîkî ya Rezdar Abdullah ocalan, şert û mercên diyalog û muzakereyê bên bicihanîn. Her wiha divê girtiyên siyasî ku bendewarîya gel jî ji bo azadiya wan heye, bên berdan. Niha di girtigehên li Kurdistan û Tirkiyeyê de rasti jî êdî cih nemaye û girtîgehên nû tên avakirin. Her wiha dîsa divê astengiyên Ii pêşîya zimanê Kurdî werin rakirin. Miletê Kurd bi salan e li ser erdnîgariya xwe ji bo zimane xwe, çanda xwe, hebûna xwe û nasnama xwe tekoşînekî rewa dide. Ji bo pêşketina pêvajoyê ev yek pêkanînên sereke ne. Nûman Kûrtûlmûş jî anî ziman ku divê êdî stranên xwîşk û biratiyê bên gotin û govend bê gerandin. Lewma, divê demildest gavên şênber bên avêtin.”

‘Ev gav gaveke stratejîk e’

Di berdewamiyê de Gonul Ûzûnayê behsa geşedanên li cîhanê diqewimin kir û got: “Geşedanên li Rûsya û Ûkranyayê, yên li Filistîn û Îsraîlê her wiha yên di navbera HSD û Hikûmeta Şamê de nişan didin ku di dawiya dawî de sîyaseta mûzakere û aştiyê pêş dikeve.” Gonul Ûzûnayê bi lêv kir ku ev geşedan û bûyerên diqewimin nişan dide ku bangawaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çiqas girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “PKKê jî ji bo bersivdayîna banga Rêzdar Abdullah Ocalan gavên girîng avêtin û herî dawî jî du roj berê gaveke dîrokî avêt û ragihand ku ew hêzên xwe ji bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê vêdikişin. Ev gav, gaveke stratejîk e. Divê baş bê zanîn ku Tevgera Azadîya Kurdistanê ji bo hesasiyeta vê pêvajoyê çiqas samîmî û micid e.”

‘Duh Îran bû, dibe ku sibê Tirkiye be’

Gonul Ûzûnayê bi bîr xist ku miletê Kurd ji bo çareseriyeke mayînde û demokratîk têkoşîneke mezin û micid danaye holê. Gonul Ûzûnayê da zanîn ku ev çareserî tenê yekalî nameşe û divê hemû berpirsên vê mijarê erka xwe bi cih bînin. Gonul Ûzûnayê bi domdarî ev tişt gotin: “Bahçelî jî anî ziman ku kevoka aştiyê tenê bi baskekê nikare bifire û divê herkes rol û rista xwe bilîze. Divê makezagoneke taybet bê avakirin, lewra baweriya gel jî namîne. Demokrasiya Tirkiyeyê bi çareserkirina pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye. Êrişên îro li ser muxalîfan û taybetî jî CHPê ku qeyûman tayînî şaredariyên wê dikin, girêdayî neçareserkirina meseleya Kurd e. Divê desthilat û komîsyon wêrektir tevbigere û gavên hiqûqî biavêje ku aştî mayînde be. Di şerê Îran û Îsraîlê de jî derket holê ku Rojhilata Navîn di nava xetereya şereke mezin de ye. Duh dora Îranê bû îro dibe ku dora Tirkiyeyê be, qet nediyar e. Lewma divê ev pêvajo dirêj nebe, çiqas dirêj bibe bawerî jî ewqas dişkê.”

‘Taybetmendiya Rojhilata Navîn pirrengî û pirdengî ye’

Bi domdarî Gonul Ûzûnayê anî ziman ku çareserkirina meseleya Kurd wê hemû gelên Tirkiye û Kurdistanê rehet bike. Gonul Ûzûnayê da zanîn ku taybetmendiya Rojhilata Navîn pirrengî, pirzimanî û pirdengî ye û wiha pê de çû: “Îro qeyrana aboriyê serê xwe hildaye û çûye û gelek pirsgirêkên din jî bi xwe re tîne. Pirsgirêkên polîtîk, pirsgirêkên exlaqî, pirsgirêkên civakî ku her roj herî kêm çar jin tên qetilkirin. Ev hemû ji neçareserkirina meseleya Kurd nedûr in. Divê herkes vê yekê baş bibîne. Niha gelek ciwanên me ketine di nava tiştên hişbir de. Berpirsiyariya dewletê ya ewil ew e ku ewlehiya civakê pêk bîne. Şer, di hêla aborî, polîtîk, civakî, exlaqî hwd. de gelek bibandor e û pêşiya pirsgirêkên mezin vedike. Her wiha niha li Kurdistanê şerê taybet tê meşandin û ev yek jî ji vê meseleya Kurd cûdatir nîne. Çareserkirina meseleya Kurd dê bandora xwe li ser polîtîkayên derveyî welat jî bike ku Tirkiye niha di vê yekê de gelek lawaz e.”

‘Divê herkes meseleya Kurd meseleya xwe hîs bike’

Gonul Ûzûnayê diyar kir ku heke Tirkiye demokrasiyê di nava xwe de bi cih bike, dê di gelek hêlan ve biserbikeve û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heke Tirkiye meseleya di nava xwe de çareser neke, dê çawa aştiyê bibe Ûkrayna, Filistîn hwd. Divê Tirkiye banga Rêzdar Abdullah Ocalan baş binirxîne û weke derfetekê bibîne. Divê xeta çareseriyê û demokrasiyê bê avakirin û divê destê aştiyê bê girtin û xurtkirin. Divê hemû şexsiyet vê meseleyê weke meseleya xwe hîs bike û xwedî li bangawaziyê derbikeve.”

Etîket: Abdullah OcalanGonul UzunayKurd
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Meral Daniş Beştaş: Qonaxa ku em gihiştinê zemîna hiqûqê ye

Meral Daniş Beştaş: Qonaxa ku em gihiştinê zemîna hiqûqê ye

30 COTMEH 2025
‘Divê di serî de Birêz Ocalan guhdar bikin’

‘Divê di serî de Birêz Ocalan guhdar bikin’

26 COTMEH 2025
Bakirhan: Ji bo mayîndekirina aştiyê divê birêz Ocalan bi şertên azad rabe

Bakirhan: Ji bo mayîndekirina aştiyê divê birêz Ocalan bi şertên azad rabe

24 COTMEH 2025
Encamnameya Konferansa Dayikên Aştiyê: Bila zû birêz Ocalan azad bibe

‘Dayikên Aştiyê dixwazin biçin Girava Îmraliyê’

24 COTMEH 2025
Xwebûn bi manşeta ‘Jiyan dema azad be bi wate ye’ derket

Xwebûn bi manşeta ‘Jiyan dema azad be bi wate ye’ derket

20 COTMEH 2025
Encamnameya Konferansa Dayikên Aştiyê: Bila zû birêz Ocalan azad bibe

Encamnameya Konferansa Dayikên Aştiyê: Bila zû birêz Ocalan azad bibe

19 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • COTMEH 2025 (504)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne