Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê nerazîbûn nîşanî binçavkirin û girtina xwendekarên ku ji ber govenda Kurdî gerandibûn dan û wiha hat gotin: “Govenda Kurdî ne sûc e, nabe hinceta girtinê.”
Xwendekarên Lîseya Anadolu ya Haldun Koşayê dixwînin ku di dîmenekê de govenda Kurdî digirin û ji ber vê sedemê piştre ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin. Ji xwendekaran A.Y., hate girtin. Hêzên Ked û Demokrasiyê li dijî binçavkirin û girtinê, li pêşiya Midûriyeta Perwerdehiyê ya Neteweyî ya Bajarê Îzmîrê daxûyanî dan çapemeniyê. Rêveber û nûnerên rêxistinên sivîl û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.
Li ser navê Platformê Îpek Karenfîl axivî û da zanîn ku li ber muzîka Kurdî gerandina govendê ne sûc e û govend nabe hêceta girtinê û mirov bên girtin. Îpek Karenfîl got ku bêyî agahiya malbatê binçavkirin û girtina zarokan li dijî mafê zarokan e.
‘Ji ber em Kurd in, me digirin’
Her wiha dapîra A.Y., Guzel Bozkurt jî anî ziman ku ew bi ziman û çanda xwe radibin û rûdinên ev yek anîne serê wan û got: “Çima ev yek anîne serê keça min, çima keça min birine avêtine hundir? Cihê keça min mekteb e, cihê keça min kêleka dêya xwe ye. Çima wisa dikin? Ji ber ku em bi Kurdî diaxivin, lewma we keça min avêt hundir. Em dev ji zimanê xwe berdin? Zimanê me Kurdî ye. Em ê dev ji zimanê xwe bernedin. Me zarokên xwe dan mektebê ku bixwînin, lê ew zarokên me digirin.”













