Amed – Endama Komeleya Akademiya Jinan Gulay Tekîn li ser nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku ji Akademiya Jineolojiyê re şandibû wiha got: “Jin di pêvajoyên aştiyê de dikarin bibin hêza pêşeng a biryarên stratejîk û bicihanînê.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 30ê Gulanê de ji Akademiya Jineolojiyê re nameyek şandibû. Akademiyê jî ev name di 9ê Hezîranê de bi raya giştî re parve kiribû. Abdullah Ocalan, kulîlkek jî xistibû nava nameya ji akademiyê re şandibû. Abdullah Ocalan di nameya xwe de qala girîngiya Jinelojiyê kiribû û “Rêgeza Hêviyê” ya ji bo jinan bi pêş ve birî destnîşan kir. Abdullah Ocalan her wiha di nameya xwe de diyar kiribû ku divê jin ji pêvajoya nû ku piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” dest pê kir re pêşengtiyê bikin. Endama Komeleya Akademiya Jinan Gulay Tekîn li ser nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ajansa me re axivî.
‘Divê bi awayekî kûr li ser vê nameye were sekinandin’
Gulay Tekîn diyar kir ku nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Akademiya Jineolojiyê şandiye gelek watedar e û wiha got: “Divê bi awayekî kûr li ser vê nameye were sekinandin. Em vê nameyê ji aliyê îşaretkirina têkoşîna jinan a di encama keda kolektif de weke serbilindî û berpirsyariyeke mezin li ser milê me bar dike dibînin. Tevgera jinên Kurd di tevahiya têkoşîna xwe ya hebûnê de bi ked û berdêlên mezin afirandiye û lihevkirinan hişmendiyeke xurt a polîtîk derxistiye holê. Tevgera jinan ku bi salan e mezin bûye, veguheriye avabûneke xurt ku pêşengiyê ji tevgerên jinan ên cîhanê re dike. Birêz Ocalan tevkariyeke mezin li pêşketina tevgera jinê kiriye. Di nirxandinên xwe de destnîşan kir ku bêyî rizgariya jinan civak azad nabe. Dema ku têkiliyên di navbera serdestî û koledariyê de dihate analîzkirin, destnîşan kir ku koletiya jinê ku koletiya herî kevn e, şêweyeke koledariyê ye ku ji aliyê sîstemên desthilatdariyê ve hatiye avakirin.”
‘Pergala serdestiyê bi têkoşînê dikare were guhertin’
Gulay Tekîn bi lêv kir ku di analîzên dîroka civakî de ku bi têkoşîna hebûnê ya tevgera jinê dest pê kir, hat destnîşankirin ku pergala serdestî û mêtîngeriyê bi têkoşîna azadiyê ya jinê re dikare biguhere û wiha berdewam kir: “Gotina Birêz Ocalan a li ser jineolojiyê di parêznameya xwe ya li ser sosyolojiya azadiyê ya sala 2008an de zanista jineolojiyê anî rojeva tevgera jinê. Jineolojî weke zanisteke jinê û zanisteke civakî hatiye pênasekirin.Ev teorî û têgîna ku Birêz Ocalan afirandiye, wekî ku wî bi xwe jî gotî, li dijî zayendperestiya zanistê û zanistên civakî ku jinê nagire dest, pêk hat. Jineolojî li ser bingeha şîrovekirina zanista têgînî û afirandina sîstema baviksalariyê, lêkolînkirin û pêşxistina rêbazên li ser nirxên jinan e. Jiyan û civakê bi perspektîfa jinê dinirxîne. Têgîn û teoriyên ku zanista pozîtîv her tiştî parçe parçe dike û tehakuma zanînê ava dike, bi vî awayî civakê li gorî xwe bi rêxistin dike, xizmetê ji îdeolojiyên hêzan re dike. Jineolojî dema hebûna jinê ya hewl tê dayin ji cewhera xwe ya windabûyî bê derxistin ji nû ve pênase dike, têkiliyên serdestiyê, rehendên dîrokî û sosyolojîk ên ku van têkiliyan pêk tînin, bawerî û nêzîkatiyên felsefî ku wan dike norm, têgihiştina pozîtîf a zanistê rexne dike. Bêyî ku tiştekî weke xwe qebûl bike, di heman demê de bi lêkolînkirina lihevkirin û nirxên civakî yên hevpar ên mirovahiyê, bêyî ku piştguh bike rastiyê lêkolîn dike û pêşkêşî zanebûna civakê dike.”
‘Jineolojiyê hêvî afirandiye’
Gulay Tekîn anî ziman ku Jineolojiya ku Abdullah Ocalan teoriya wê ava kir, bi taybetî ji bo têkoşîna jinê ya tevgerên jinên Kurd bi giştî ji bo tevgerên jinan ên hemû cîhanê heviyeke mezin a berxwedanê afirandiye û got: “Bi vî rengî krîza zanistiya civakî ya ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve hat afirandin, bû lêgerîna li rê û rêbazeke cuda.
‘Jineolojî hemû têgehan ji nû ve ji nîqaşê re vedike’
Gulay Tekîn diyar kir ku di roja me ya îro de bêyî ku zayend, malbat, civak û têgihiştina desthilatdariyê ya zayend, malbat, civak û desthilatdariyê analîz bike, bêyî ku rolên zayendîparêz ên ku wekî jintî û mêrsalarî hatine avakirin analîz bike, ne pêkan e ku çareserî werin hilberandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zincîreke hiyerarşîk a kedxwariyê heye ku mêr jinan dikin mal û milkên xwe û dewletê jî malbat kiriye mal û milkê xwe. Li hemberî pirsgirêkên bi vî rengî yên tevlihev, di navbera hev û tebeqeyan de, divê çareseriyên pirrengî bin. Jîneolojî van hemû têgehan ji nû ve ji nîqaşê re vedike û şert û mercên ku wan bi avaniya civakî re bîne cem hev diafirîne. Em di xebatên qadê, atolye û civînên bi jinan re jî tecrube dikin ku bi zimanê estetîk û nêzîkatiya ku jineolojî tê bikaranîn hêviyek mezin dibe. Em ji bo veguherînê ne tenê jin, di xebatên zayenda civakî de jî mêran veguherînê atolyeyan pêk tînin. Jineolojî xwedî avahiyek dînamîk e ku xwedî prensîbên etîkî ye, lê sînorên tûj dernaxe û dikare xalek nîqaşê bi hemû beşan re bibîne. Ji vî alî ve dema nirxên dîrokî yên keda jinê ji nû ve pênase dike, di pêşketina xwe ya teorîk de qezenceke mezin derdixîne pêş. Jineolojî li dijî berhevbûna hevpar a jinan ku hatiye tinekirin, hişmendiya şoreşgeriyê dike.”
‘Tevgera Jinên Kurd her dem bi roleke aktîf rabûye’
Gulay Tekîn bal kişand ser gotina Abdullah Ocalan a “Ez dizanim jin dê pêşengtiya pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bikin û wiha domand: “Aştî avakirina jiyaneke nû ye. Tevgera jinên Kurd di mijara aştiyê de her tim bi roleke aktîf rabûye. Di nava pêvajoya şer a 47 salan de ji bo aştiyeke bi rûmet misoger bikin gelek çalakî kirin. Jinên ku dest ji lêgerîna faîlên zarok, hevser û birayên xwe yên di dema şer de rastî îşkence, windakirin û kuştinê hatin bernedan, bi cesaret û biryardarî tevgeriyan. Her wiha bi pêşxistina formasyonên cuda û torên hevgirtinê li ser platformên herêmî, neteweyî û navneteweyî têkoşiyan. Gelek formasyonên weke maseyên aştiyê, dayikên şemiyê, dayikên aştiyê, xizmên windakiriyan encama tecrûbeyên têkoşîna jinan e. Jin weke aktîvîstên aştiyê yên xwezayî xwedî tecrûbe û zanebûneke mezin in. Bi veguhastina van berhevkirinan ji bo hev, hîn xurtir dibin. Têkoşîna wan a li dijî sîstema serdestiyê ya ji aliyê dîrokî ve hatiye ferzkirin, hiyerarşî, ferman û îtaatê, îspata vîn û hêza wan a di avakirina aştiyê de ye.
‘Divê komîsyonên lêkolînkirina heqîqeta jinan bên avakirin’
Dema mirov li tecrûbeyên aştiyê yên cîhanê dinêrin, neafirandina şert û mercên tevlibûna aktîf a jinan li pêvajoyên muzakere û avakirinê, bûye sedem ku pêvajoyên pevçûnan rast analîz neke. Heke dê aştiyek pêk were, divê bi navnîşankirin û çareserkirina pirsgirêkên binyadî yên zayenda civakî bi temamî dest pê bike. Pêwîste alî rastiya li ser komîsyonên heqîqetê, reformên saziyî û daxwazên edaletê yên di pêvajoyên pevçûnî de pêk hatine, derxin holê. Divê ji bo tundiya ku li jinan tê kirin komîsyonên lêkolînkirina heqîqeta jinê bên avakirin.
Jin di pêvajoyê hêza pêşeng in
Jin di pêvajoyên aştiyê de dikare bibin hêza pêşeng a biryarên stratejîk û bicihanînê. Avakirina aştiyê lihevhatina civakî pêwîst e. Jin bi nîşandana nêzîkatiyeke lihevkirî û adil, xwedî wê kapasîteyê ne ku çareseriyên alternatîf hilberînin. Ev yek berpirsyariyeke dîrokî li ser ferz dike ku jin di pêvajoya Aştî û Demokrasiyê de bibin xwedî pozîsyoneke pêşeng Zimanê aştiyê estetîk e û tevgir e, ji ber vê yekê em bawer dikin ku jin dê aştiya herî baş bînin.”
‘Divê em îradeya jinan di her qadê de aktîf bikin’
Gulay Tekîn axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ti ji polîtîkayên feraseta baviksalariyê ya li ser jinê, tesadûf nînin. Bi rengê sazîbûnên îdeolojîk û siyasî pêk tîne. Saziyên xwe bi olperestî, neteweperestî û zayendîperestiyê re tacîdar kiriye. Di rewşeke gelekî rêxistinbûyî de bi afirandina kaoseke timî jiyana xwe didomîne. Bi qanûn û pîvanên xwe yên exlaqî lînçkirinê pêk tîne. Jin neçar in li dijî têkoşîna rêxistinbûyî û pirrengî xweparastina xwe biafirînin. Şensekî din ê jiyanê nîne.
Di vê rewşê de weke jinên ku vê nebaşiya rêxistinbûyî qebûl nakin, em difikirin ku rêxistinbûyîn xweparastina herî mezin a jinê ye. Parastineke ku jin wê bi nirxên xwe yên xweser biafirîne, hişmendiya xwebûn û xwerêvebirinê li ser hîmên zexm bi pêş dixe. Xwebûn xweparastina jinê ye. Berhevkirina zanebûna jinê ya bi hezaran salan gihiştiye asteke pir mezin. Eger em karibin vê kombûnê ji aliyê siyasî ve bi rêxistin bikin, em dikarin li dijî her şêwe meylên li dijî hebûna jinê bisekinin.
Divê em îradeya jinê di hemû qadên aborî, siyasî û civakî de aktîf bikin. Bi afirandina zemîna têkoşîna kolektîf a jinan re em dikarin xurtir bibin. Bi torên têkoşînê yên ku em ê bi hûnin re, divê em bi wan bidin hîskirin ku ti jin di hemû qadên jiyanê de li malê, li kuçeyan, li qada kar ne tenê û bêparastin e. Veguherîna civakî, bi jêbirina çanda destavêtin û talanê ya bi daxistina bedena jinê tê pêşxistin, dikare pêk were. Me dît ku hevgirtin û jiyana bi hev re motîvasyona jinê ya têkoşînê mezintir dike. Heke qirkirina jinê îdeolojîk be, hingî xweparastin bi bîrdoziya jinê tê birêxistinkirin. Bi ronîkirina jineolojiyê re em dibêjin werin em bi îdeolojiya jinê xwe bi rêxistin bikin.”