• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
04 ÎLON 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Silopya rewşa jina tundî lê hatî kirin giran e

    Li Silopya rewşa jina tundî lê hatî kirin giran e

    Mazlûm Ebdî: Oxirbe hevalê delal Nûreddîn

    Mezlûm Ebdî bi fermandarê CENTCOMê amîral Cooper re civiya

    Kesên di qedexeya 4ê îlonê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn

    Kesên di qedexeya 4ê îlonê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn

    Hezar aktivîst xwestin cezayê Şerîfe Mihemedî were betalkirin

    Ji sendîkayên Fransayê banga ji bo Şerîfe Mihemedî

    Rojger Sîdar ê 2017an jiyana xwe ji dest dabû hate bîranîn

    Rojger Sîdar ê 2017an jiyana xwe ji dest dabû hate bîranîn

    Malbata Bêrîtan Amed bi girseyî hat ziyaretkirin

    Malbata Bêrîtan Amed bi girseyî hat ziyaretkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Silopya rewşa jina tundî lê hatî kirin giran e

    Li Silopya rewşa jina tundî lê hatî kirin giran e

    Mazlûm Ebdî: Oxirbe hevalê delal Nûreddîn

    Mezlûm Ebdî bi fermandarê CENTCOMê amîral Cooper re civiya

    Kesên di qedexeya 4ê îlonê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn

    Kesên di qedexeya 4ê îlonê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn

    Hezar aktivîst xwestin cezayê Şerîfe Mihemedî were betalkirin

    Ji sendîkayên Fransayê banga ji bo Şerîfe Mihemedî

    Rojger Sîdar ê 2017an jiyana xwe ji dest dabû hate bîranîn

    Rojger Sîdar ê 2017an jiyana xwe ji dest dabû hate bîranîn

    Malbata Bêrîtan Amed bi girseyî hat ziyaretkirin

    Malbata Bêrîtan Amed bi girseyî hat ziyaretkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît: Divê jin pêşengtiya yekitiya gelê Kurd bikin

Fexredîn Kiliç / AW

30 GULAN 2025 - 08:23
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Amed – Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît ku tev li Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd bû hewceye ku li ser yekitiya gelê Kurd xebatên xurt bên meşandin û got: “Divê îro jin pêşengtiya azadî, aştî, civaka demokratîk û yekitiya gelê Kurd bikin.”

Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de di 28-29ê Gulanê de bi dirûşma “Jin siyaseta demokratîk dimeşînin, civaka demokratîk avadikin” li Çand Amedê (Navenda Kongre û Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê) ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê hate lidarxistin. Aktîvîstên TJAyê, gelek jinên niha parlamaneter in û yên berê parlamenter bûn ji çar aliyên Kurdistanê û Ewropayê tev li konferansê bûn. Parlamenter û siyasetmedarên li Rojava, Şengal û Ewropayê bi awayekî online tev li konferansê bûn. Konferans bi aşkerekirina encamnameyê bi dawî bû.

Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît têkildarî konferansa jinan, di avakirina civaka demokratîk de rol û mîsyona jinan û yekitiya netewî ya kurd axivî.

‘Divê li ser yekitiya gelê Kurd xebatên xurt bên meşandin’

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û wiha got: “Li Rojhilata Navîn tiştên nû diqewimin. Divê di vir de gelê Kurd jî cihê xwe bigire. Pirsgirêka gelê Kurd a herî mezin çi ye? Em nikarin bibin yek û xebatên xwe bimeşînin. Sed sal in xebat tên meşandin lê encameke berbiçav derneketiye holê. Her tim netewdewletan jî ev yek asteng kirin. Dema em li Kurdistanê dinêrin. Em ewilî parçe kirin. Li ser îmha, înkar û asîmîlasyonê siyasetek meşandin û nehêlan em bên cemhev û yekitiya xwe ava bikin. Vê demê hewceye ku li ser yekitiya gelê Kurd xebatên xurt bên meşandin.”

‘Divê jin pêşengtiya azadî, aştî û civaka demokratîk bikin’

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît qala banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û wiha domand: “Dema birêz Ocalan qala banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ kir. Hem li Tirkiyeyê û Bakur hem aliyên din ên Kurdistanê û Rojhilata Navîn dengekî erênî derket holê. Rihê vê demê barekê deyne ser milê me. Ew bar herî zêde jî li ser pişta jinan e, li ser pişta jinên Kurd e. Ji bo ku bi polîtîkayên îmha, înkar, asîmîlasyonê yên sedan sal in tên meşandin zêdetir jinan êş kişandin. Jin her tim daxwaza azadî û aştiyê dikin. Îro jî divê jin pêşengtiya azadî, aştî û civaka demokratîk bikin û her wiha pêşengtiya yekitiya gelê Kurd jî bikin.”

‘Jin dê xebatên yekitiyê xurttir bimeşînin’

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bi lêv kir ku ji bo yekitiya gelê Kurd bê avakirin xebatên xwe li her derê dimeşînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em Konferansa Jinên Kurd ên Parlamenter li dar dixin. Em di konferansê de dibêjin jin dê siyaseta demokratîk bimeşînin û civaka demokratîk ava bikin. Bi salan e li ser jinên Kurd şerekî taybet hatiye meşandin. Ji ber wê her tim jinên Kurd dibêjin ‘Em ê bi felsefeya jin jiyan azadî’ xebatan bimeşînin. Îro saya vê berxwedanê em hem li parlamentoyê cih digirin, hem hevserokatiyê dikin hem li her qada jiyanê jin xwe bi cih dikin. Jinên siyasetmedar îro jî dibêjin em ê ji bo civaka demokratîk, ji bo azadiya gelê Kurd û ji bo yekitiya gelê Kurd em ê çawa xebatê bimeşînin, dê di konferansa me de nexşerêyeke zelal derkeve holê. Li ser vê nexşerêyê jî jin dê pêşengtiya yekitiyê bikin û xebatên yekitiyê xurttir bimeşînin.”

‘Em dikarin yekitiya gelê Kurd ava bikin’ 

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Piştî banga birêz Abdullah Ocalan divê em xebatên xwe hinekê leztir bimeşînin. Divê em di nava gel de vê belav bikin. Civaka demokratîk çi ye divê çawa were avakirin? Ji ber vê yekê divê jinên kurd pêşengtiya vê yekê bikin. Divê em li dijî şerê taybet jî xebatan bimeşînin. Yekitî zêdetir ji bo jinên kurd hewce ye. Ji ber em dizanin ku dema jinên kurd yekitiya xwe xurt bikin ava bikin em xwediyê wê felsefeyê ne ku yekitiya gelê Kurd jî yekitiya gelê Kurdistanê jî bi hev re ava bikin.”

‘Divê her Kurdek berpirsyartiyê bigire û xebatên xwe bimeşîne’

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bi lêv kir ku ji bo yekitiyê li her çar aliyê Kurdistanê xebat tên meşandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li Qamişloyê konferansek çêbû û em jî li wir bûn. Hişmendiya me çi bibe bila bibe. Em endamên kîjan partiya siyasî bin bila bibin. Berî her tiştî em kurd in. Ji ber wê yekê divê em hizbên xwe partiyên xwe deynin aliyekê ji bo yekitiya gelê Kurd bi hev re xebatê bimeşînin. Li Konferansa Qamişloyê jî ev yek derket holê. Ji ber vê yekê konferanseke pir taybet bû. Belê em li Bakur jî vê xebatê dimeşînin me Înîsiyatîfa xwe ya Yekitiya Demokratîk jî ava kir. Bi raya giştî re jî parve kir. Divê gelê Kurd di vê sedsalê de navê xwe bi tîpên zêrîn binivîsin. Em nikarin sedsaleke din winda bikin. Sed sal in em tune tên hesibandin lê belê têkoşîneke me ya pir mezin jî heye. Sed sal in me bedelên herî giran daye ku îro em dikarin van xebatan bimeşînin. Li ser wê têkoşîn û berxwedanê berfirehtir em ê xebatên xwe bimeşînin. Dema em yekitiya gelê Kurd ava bikin. An jî em li bakurê Kurdistanê em yekitiya gelê Kurd û Kurdistanê ava bikin. Dê teqez bandora wê li ser her sê beşên din ên Kurdistanê jî çêbibe. Ji ber vê yekê bangawaziya me li gelê Kurd ew e ku her kurd berpirsyartiyê bigire û xebatên xwe bimeşîne.

Etîket: Gulcan Kaçmaz SayyîgîtKonferansa Parlamenterên Jin ên KurdTJA
FacebookTweet

Nûçeyên Din

‘Li cihên ku ziman tê qedexekirin, em ê çawa qala aştiyê bikin’

‘Li cihên ku ziman tê qedexekirin, em ê çawa qala aştiyê bikin’

21 TEBAX 2025
‘Jin di avakirina pêvajoyê de rolek pêşeng lîstine’

‘Jin di avakirina pêvajoyê de rolek pêşeng lîstine’

20 TEBAX 2025
Li Wanê dê mîtînga ‘Azadî wê bi ser bikeve, ne tecrîd’ li dar bixin

Li Wanê dê mîtînga ‘Azadî wê bi ser bikeve, ne tecrîd’ li dar bixin

13 TEBAX 2025
Demîrel: Kurd heta yekîtiya xwe ava nekin nikarin bibin hêz

Demîrel: Kurd heta yekîtiya xwe ava nekin nikarin bibin hêz

11 TEBAX 2025
Ciwanên DEM Partiyê û DBPê banga meş û festîvalê kirin

Ciwanên DEM Partiyê û DBPê banga meş û festîvalê kirin

8 TEBAX 2025
‘Gel bi Abdullah Ocalan bawer e’

‘Gel bi Abdullah Ocalan bawer e’

26 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÎLON 2025 (74)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne