Serokê Koma AKPê y Meclîsê Abdullah Guler piştî civîna endamên komîsyonê ya partiya xwe pirsên rojnamegeran bersivand û diyar kir ku ew çûyina Girava Îmraliyê erênî dibînin.
Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîlî dê sibê bi rojeva biryara çûyina Girava Îmraliyê hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bicive. Parlamenterên AKPê yên endamên komîsyonê beriya civîna sibê bi serokiyatiya Serokê Koma AKPê ya Meclîsê Abdullah Guler civiyan. Piştî civînê Abdullah Guler li ser pirskirina rojnamegeran axivî û diyar kir ku ew çûyina Girava Îmraliyê erênî dibinîn û got ku li ser navê AKPê dê kî biçe Girava Îmraliyê ne diyar e.













