• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Panela ÎHDê: Divê bersiveke demokratîk bê afirandin

    Panela ÎHDê: Divê bersiveke demokratîk bê afirandin

    Di roja dawî ya mîhrîcana fîlman de 4 fîlm hatin pêşandan

    Di roja dawî ya mîhrîcana fîlman de 4 fîlm hatin pêşandan

    ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 14ê KANÛNA 2025an

    Di êrîşa DAIŞê de 2 leşkerên Amerîkayê jiyana xwe ji dest dan

    Di êrîşa DAIŞê de 2 leşkerên Amerîkayê jiyana xwe ji dest dan

    Amedspor bi ser ket û bû lîder

    Amedspor bi ser ket û bû lîder

    Mîhrîcana fîlman di roja heftan de ye

    Mîhrîcana fîlman di roja heftan de ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Panela ÎHDê: Divê bersiveke demokratîk bê afirandin

    Panela ÎHDê: Divê bersiveke demokratîk bê afirandin

    Di roja dawî ya mîhrîcana fîlman de 4 fîlm hatin pêşandan

    Di roja dawî ya mîhrîcana fîlman de 4 fîlm hatin pêşandan

    ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 14ê KANÛNA 2025an

    Di êrîşa DAIŞê de 2 leşkerên Amerîkayê jiyana xwe ji dest dan

    Di êrîşa DAIŞê de 2 leşkerên Amerîkayê jiyana xwe ji dest dan

    Amedspor bi ser ket û bû lîder

    Amedspor bi ser ket û bû lîder

    Mîhrîcana fîlman di roja heftan de ye

    Mîhrîcana fîlman di roja heftan de ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Gulistan Sonuk: Komun û meclis bi qasî av û nan pêwîst e

Colemêrg / AW

14 KANÛN 2025 - 15:08
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonukê di civîna “Aştî û Civaka Demokratîk” a li Geverê de axivî û got: “Avakirina komun û meclisan bi qasî av û nan girîng û pêwîst e.”

Platforma Saziyên Demokratîk (DEKÛP) li navçeya Geverê ya Colemêrgê li Eywana Dawetê ya Florayê civîna “Aştî û Civaka Demokratîk” li dar xist. Veysi Aktaş ê ku vê dawiyê ji Girtîgeha Îmraliyê hatiye berdan, parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Mazlûm Dînç û Hevşaredara Batmanê Gulistan Sonuk beşdarî civînê bûn.

Beşdar ji hêla sedan kesan ve bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin. Di eywanê de cih nema û gelek kesan li ser pêyan guhdariya beşdaran kir.

Civînê bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir û ewilî Gulistan Sonuk axivî. Gulistan Sonukê girîngiya pêkanîna civakeke aştîxwaz û demokratîk anî ziman û got: “Tiştê ku di vê pêvajoyê de divê were kirin avakirina komun û meclisan e. Ger avakirina van komun û meclisan ji hêla jin û ciwanan ve neyê rêvebirin, ew ê zû bikevin xizmeta pergalê. Ev ji me re ji bilî koletiyê û hilweşînê tiştekî nayne. Belê, îro danûstandin ji bo aştiyê têne kirin. Li aliyekî Rêber Apo weke muzakerevanê sereke heye û li aliyê din jî dewlet bi xwe heye. Di vê pêvajoyê de, karê me yê sereke avakirina civaka aştîxwaz û demokratîk e. Çima em ewqas girîngiyê didin civaka aştîxwaz û demokratîk, an çima em ewqas girîngiyê didin komun û meclîsan? Ji ber ku ger em, wekî gelê Kurd, rêveberiyên xwe ava nekin, ger em xwe rêxistin nekin, em ê di nav pergalê de bihelin. Em bawer dikin ku bingeha parastina xwe ne li ser çekan e, lê li ser siyaseta demokratîk e.”

‘Werin em xwe birêxistin bikin’

Gulistan Sonukê destnîşan kir ku avakirina komun û meclîsan bi qasî nan û avê pêwîst e û wiha pê de çû: “Çiqas em xwe rêxistin bikin, em ê karibin xwe birêve bibin, pêvajo ber bi ku ve diçe bila biçe, em ê venegerin serdema 2013-2015an. Ger em xwe rêxistin nekin û em li bendê bin û bibêjin ‘Bila dewlet rêziknameyên qanûnî çêbike, gavên berbiçav bavêje, wê hingê em ê bibînin,’ ev ê me ber bi xeletiyeke mezin ve bibe. Ew rêxistina me ye ku dê dewletê neçar bike ku gav bavêje. Çiqas em rêxistin bikin, dewlet dê neçar bimîne ku gavên qanûnî bavêje. Avakirina komun û meclîsan bi qasî av û nan girîng û pêwîst e. Ji ber vê yekê, werin em li gorî vê prensîbê xwe rêxistin bikin û xwedî li pêvajoyê derkevin.”

Piştî axaftina Gulistan Sonukê civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

 

 

 

Etîket: Civînên ştî û ACivaka DemokratîkColemêrgGulistan Sonuk
FacebookTweet

Nûçeyên Din

‘Di avakirina civaka demokratîk de divê gel înîsiyatîfê bigire ser xwe’

‘Di avakirina civaka demokratîk de divê gel înîsiyatîfê bigire ser xwe’

13 KANÛN 2025
Abdullah Ocalan dixwaze li gel guhdarî bike

Abdullah Ocalan dixwaze li gel guhdarî bike

12 KANÛN 2025
Bi tîfaqa Kurd û Tirkan wê demokrasî were Rojhilata Navîn

Bi tîfaqa Kurd û Tirkan wê demokrasî were Rojhilata Navîn

11 KANÛN 2025
Dayika Aştiyê Aliye Tîmur li Colemêrgê hat definkirin

Dayika Aştiyê Aliye Tîmur li Colemêrgê hat definkirin

3 KANÛN 2025
Bayindir: Em li ber azadiyê ne Hatîmogûllari: Provokatoran her der tijî kiriye

Bayindir: Em li ber azadiyê ne Hatîmogûllari: Provokatoran her der tijî kiriye

1 MIJDAR 2025
Bi girseyî serdana şîna Bariş Bor hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Bariş Bor hat kirin

3 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (250)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne