• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
09 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Gund bi gund çîrokan kom dike

Lezgîn Akdenîz / AW

10 KANÛN 2024 - 08:07
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A

Amed – Çîrokbêj Ayhan Erkmen ku gund bi gund çîrokan kom dike, diyar dike ku di jiyana xwe de karê înşaetê, karê parêzerî û şaredariyê kir, lê tu tiştî bi qasî çîrokbêjiyê ew bextewar nekiriye.

Çîrokbêj Ayhan Erkmen ku 7 sal in çîrokbêjiyê dike, ji bo çîrokan kom bike gund bi gund digere. Ayhan Erkmen, dema zarok bû li gund ji apê xwe, kal û pîrên gund bi salan çîrok guhdar kir. Dengbêj guhdar kirin. Çîrokbêj û dengbêjan bandorek mezin li ser zarokatiya wî kir û ji bo deynê wan çîrokbêj û dengbêjan bide niha bi şopa çîrokên wan ketiye.

Ayhan Erkmen di zarokatiya xwe de gelek kar kirin. Ji karê înşaetê bigire heta parêzeriyê, ji parêzeriyê heta karê şaredariyê di gelek qadan de xebitî. Ayhan Erkmen piştî li Bajaroka Bazarcixa navçeya Dîgorê ya Qersê bû şaredar hat girtin û nêzî 10 salan girtî ma. Dema di zindanê de girtî ma, bêtir li ser çîrokbêjî, çand û hunerê lêkolîn kir û lêhûrbûna xwe bêhtir da ser çîrokbêjiyê.

Ayhan Erkmen piştî ji zindanê derket, dest bi komkirina çîrokan kir û hem çîrok kom kirin û hem çîrokbêjî kir. Ayhan Erkmen çarê çîrokbêjiyê ji bo xwe wekî deynekî ku kal û pîran di stuyê wî de hiştiye dibîne û ji bo vî deynê xwe bide ketiye nava lêgerînê.

Çîrokbêj Ayhan Erkmen bi gotina “Ez deynekî didim; deynê ku ew çîrokbêjên ez li ber çokên wan rûdiniştim û min çîrok û stran guhdarî dikirin” deyndariya xwe tîne ziman.

‘Bi çîrokbêjiyê deynê xwe didim’

Ayhan Erkmen ji bo deyndariya xwe wiha dibêje: “Ez deyndarê wan çîrokbêj û dengbêjên ewil ê ku zarokatiya min ji vê rojê heta îro jiyana min bi xewn û xeyalan, bi çîrok û stranan dewlemend kirin. Ev çîrokbêjiya min deyndayîrek e. Ji ber vê yekê her tim di wê zarokatîya xwe de digerim û dimeşim. Dema ku ez çîrokan guhdarî dikim, dibim zarokekî heft heşt salî. Diçim wê dema ku min li oda mala apê xwe Mistefa rûdiniştim û min li çîrokbêj û dengbêjan guhdarî dikir. Dema ku çîroka dibêjim dixwazim ku bi peyv, gotin û zarxweşiya wan çîrokbêj û dengbêjan bibêjim. Çîrokbêjiya ku ketime dû; deyndarîya zarokatiya min e.

Çîrokbêj Ayhan Erkmen çîrok û serpêhatiyên ku ew dibihîse, bi wan re dijî û li ser van hestên xwe wiha dibêje: “Car caran lehengê çîrokên min tê xewnê min. Di hemû jiyana min de belav bûne di van çîrok û serpêhatiyan de bext heye. Xisletên gele Kurd heye. Ev yek derîyeki efsûnî li pêşîya min vedike.”

Ayhan Erkmen, hinek caran bi rojan bi destanekê re mijûl dibe û bi lehengê wî re dijî. Ayhan Erkmen mijûliya xwe wiha tîne zimên: “Dema ku li ser destana Dewrêşê evdî xebitîm wê bi salan kişand. Min hemû stranên ser wê destanê hatine qeyd kirin guhdarî kirin. Baqîyê Xido li ser vê destanê sê saetan strîyaye. Min ew destan belkî deh caran guhdarî kiriye. Hemû dengbêjên din jî wisa ne. Dîsa min nivîs û berhemên ku derbarê Derwêşê Evdî û Edûlê de hatine nivisandin xwendin. Dûre min destana Dewrêşê Evdî nivisî. Ez bi salan li ser xebitîm. Geh dihatin xewna min, geh di rêwîtiyên şeş heft saetan ên ku ez ji Qersê dihatim Amedê ez tim bi wan lehengan re diaxivîm. Vê yekê ez gelekî Bextewar dikirim li vê dinyaya derewîn. Di vê serdema bibext de tiştê ku nava dile min av dide ruhê min tim zindî digire ev destan û lehengên wan e.”

Gund bi gund li çîrokan digere

Ayhan Erkmen, demekê karê înşaetê kir, demekê parêzerî kir û demekê jî şaredar bû. Lê tam jê negirt. Ew bi karê berê bextewar nebû. Ayhan Erkmen bextewariya xwe bi van gotinan vedibêje: “Qet tiştekî bi qasî çîrobêjîye ez bextewar nekirime. Ev dikeve sala heftan ez gund bi gund digerim. Çîrokan berhev dikim dûre bajar bi bajar digerim çîrokan belav dikim. Dûrî hesabên roja îro di zarokatiya xwe de dijîm. Ji ber wê tiştên ku di roja me de diqewimin nabin rojeva min. Ji ber ku jiyana min tim di destanan de di çîrokan de ye. Ez di wê baweriyê de me ku qet tiştek li vê dinyayê qasî vê yekê mirov bextewar nake. Ji ber vê ez dibêjim kurdekî herî bextewar ezim.”

Çîrokbêj Ayhan Erkmen xeyal dike ku dema derfet çêbin kargeha çîrokbêjîyê li dar bixe û li ser van xeyalan wiha dibêje: “Ez dixwazim gelek kesan fêrî çîrokbêjiyê bikim. Alîkariya wan bikim û perwede bikim. Ji bo berhevkirina çîrokan têkîliyan çawa datînim çawa diçim gundan çawa berhev dikim li ser wan çawa dixebitim wan bi çi awayî dibêjim fêrî wan kesan bikim.”

Çîrokbêj Ayhan Erkmen heta niha gelek çîrok kom kirine. Tûrikê xwe yê çîrokan tijî kirine û dixwaze vî tûrikî bi dîmen û deng bide pêşandan. Li ser van xebatan û vê xeyal û armancê wiha dibêje: “Ya duyemîn jî li ser wan gelek çîrok û destanên ku di vîdeoyên min berhev kirine de ne. Di tûrikê min de ne bixebitim. Gund bi gund bigerim û ji wan re bibêjim. Dixwazim ez bi çîrokan bikevim mala her kurdan dile her kurdan ku Kurd bi çîrok û destanan bijîn. Bi wan dile xwe av bidin û lê xisletê kurdayetiyê li çîrok û destanan xwedî derkevin.”

Etîket: Ayhan Erkmençîrokbêjdengbêjgundklalpîr
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Welatiyên Bergarê bend rakirin, ketin gundê xwe

Welatiyên Bergarê bend rakirin, ketin gundê xwe

25 SIBAT 2026
Hêzên Îsraîlê yên li Quneytîrayê gule bera gundê Ufaniyayê dan

Hêzên Îsraîlê yên li Quneytîrayê gule bera gundê Ufaniyayê dan

12 SIBAT 2026
Çete bi dronan êrişî gundê Baqla û nûqteya kontrolê ya Heznê kirin

Çete gundên Til Temirê topbaran dikin

28 ÇILE 2026
Çete bi dronan êrişî gundê Baqla û nûqteya kontrolê ya Heznê kirin

Çete bi dronan êrişî gundê Baqla û nûqteya kontrolê ya Heznê kirin

27 ÇILE 2026
Çete agirbestê guhdar nakin: Li Holê 4 çete hatin kuştin

Çete bi çekên giran êrişî gundên Kobanê dikin

21 ÇILE 2026
HSD û YPJ bersivên tund didin çeteyan

HSD û YPJ bersivên tund didin çeteyan

17 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bajar bi bajar Rojhilatê Kurdistanê

    Bajar bi bajar Rojhilatê Kurdistanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 1999an heta 2025an dîmenên Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Newroza 2026an klîba ‘Newroza Serfiraziyê’ hat amadekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Peymana 29ê Çile û perwerdehiya Kurdî: Alî çi dixwazin, heta niha çi bû û astengiya sereke çiye?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Navê axaftvan û hunermendên Newroza 2026an diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Deklarasyona Newroza 2026an: Newroz îradeya yekîtiya demokratîk mezin dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Azadiya Welat bi manşeta ‘Konfederalîzma demokratîk’ derket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê deklarasyona Newrozê hate eşkerekirin: Em ji bo wekhevî û azadiyê derdikevin qadên Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rubin xeterî û şertên tevgera Kurdan a li Îranê nirxand: Dê ji bo rejîmê bibe ‘xelat’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (365)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne