Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan nirxand û got: “Ev çirûskek hêviyê ye ku dikare ji pevçûnên demek dirêje didome re çarerseriyê bîne.”
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres geşedanên li ser banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan nirxand. Li gorî nûçeya servîsa Fransî ya Tora Televîzyonê ya Kurevî ya Çînê (CGTN), Antonio Guterres banga Rêber Abdullah Ocalan bi gotina “Em vê geşedana girîng bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Ev çirûskek hêviyê ye ku dikare ji pevçûnên demek dirêje didome re çarerseriyê bîne.” Nirxand.