Antonio Guterres di rûniştina li Cenevreyê ya Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de axivî û got ku li cîhanê “hiqûqa bihêzan” geş dibe û li dijî mafên mirovan êrişeke berfireh heye.
Sekreterê Giştî yê Neteweweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres ev tişt got: “Ev êrîş ne veşartî ye û ji nişka ve jî nîne. Bi eşkere û piranî bi pêşengiya aktorên herî xurt tê meşandin. Mafên mirovan bi zanebûn û bi rengekî stratejîk tên fedakirin.”
Guterres diyar kir ku hiqûq ji aliyê “hiqûqa bihêzan” ve tê çewisandin û hişyarî da ku eger mafên mirovan lewaz bin dê hemû pergal hilweşe. Sekreterê Giştî yê NYê anî ziman ku hişê çêkirî û teknolojiyên nû weke amûra zextê tên bikaranîn û da zanîn ku ew ji ber van sedeman bi fikar in.
Demokrasiyê hildiweşînin
Guterres bal kişand ser girtina rojnamevanan-parêzvanên mafên mirovan, tengkirina qada civaka sivîl, paşketina mafên jinan û cudakariya li hemberî kesên astengdar û bi bîr xist ku demokrasî tên binpêkirin û got: “Koçber tên tacîzkirin, girtin û dersînorkirin. Koçber weke hedef tên nîşandan. Civakên LGBTIQ+ tên reşkirin. Pêkhate û xelkên herêmî tên hedefgirtin.”









