Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bi Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Demkî ya Şamê Şeybanî re civîya. Hakan Fîdan piştî hevdîtinê HSD kir hedef.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Enqereyê bi Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Demkî ya Şamê Esad Hasan Şeybanî re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê jî daxuyaniyeke hevpar dan. Hakan Fîdan, bal kişand ser geşedanên li Sûriyeyê û dîsa Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir hedef. Têkildarî geşedanên li Siwêdayê jî Hakan Fîdan Îsraîl hedef girt û got: “Yek ji aktorên herî mezin a wêneyê tarî ya li Siwêdayê Îsraîl e.” Tevî daxuyaniyên HSDê yên di çarçoveya muzakerayan de jî Hakan Fîdan dîsa HSD kir hedef û got: “Dibêjin qey Mitabeqeta 10ê Adarê wan zêde eleqedar nake. Dibêjin ku pêvajoya ‘Tirkiyeya bêteror’ a li Tirkiyeyê jî wan eleqedar nake. Piştî 10ê Adarê û pêvajoya li Tirkiyeyê, em dibînin ku tu geşedaneke rêxistinê ya li Sûriyeyê pêbaweriyê dide nînin.”