Wezîrê Karên Dervê yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Enqereyê bi heyeteke Hamasê re hevdîtin pêk anî.
Wezîrê Karên Dervê yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bi heyeteke Hamasê ku ji Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Halîl Hayye pêk dihat re li avahiya Wezareta Karên Dervê hevdîtin pêk anî. Tê gotin ku di hevdîtinê de li ser rewşa Xezeyê û Filîstînê gotûbêj hatiye kirin. Di hevdîtinê de li ser merhaleya 2yemîn a plansa aştiyê ya Xezeyê hatiye gotûbêjkirin û Hakan Fîdan derbarê alîkariyên Tirkiyeyê ji bo Xezeyê agahî daye.
Heyeta Hamasê diyar kir ku wan şertên agirbestê pêk anîne lê tevî vê yekê jî êrişên Îsraîlê li dijî Xezeyê berdewam dikin û ev yek jî ji bo plana aştiyê derbasî merhaleya 2yemîn bibe astengiyan derdixîne.












