Amed – Hevserokê YEW-KURDê Hakki Boltan bal kişand ser girîngiya Pêşengeha Pirtûkan a Amedê ya 9emîn û got: “Armanca me ew e ku nivîsakarên xwe yên Kurd bi raya giştî ya Kurd û Kurdistanê bidin nasîn.”
Îsal dê Peşengeha Pirtûkan a Amedê ya 9emîn bê lidarxistin. Pêşengeh wê di navbera 18-26ê Cotmehê de li Navenda Kongre û Pêşengehê ya Mezopotamyayê ya Navneteweyî ya Amedê pêk bê. Yekîtiya Weşanxaneyên Kurd (YEW-KURD), Şaredariya Bajarê Mazin a Amedê, Walîtiya Bajêr, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û TUYAPê bi hevkarî dê organîzasyona pêşengehê bikin. Nêzî 30 weşanxaneyên Kurdî û saziyên ziman û çanda Kurdî jî wê di pêşengehê de cih bigirin û standên xwe vekin. Dê pêşengeh bi merasîmekê bê vekirin. Dê 9 rojan berdewam bike. Hevserokê YEW-KURDê û Xwediyê Weşanxaneya Aramê Hakki Boltan dêrbarê Pêşengehê de ji Ajansa Welat re axivî.
‘Em dixwazin nivîsakarên xwe bidine nasîn’
Hevserokê YEW-KURDê Hakki Boltan diyar kir ku xebata pêşengeha pirtukan di raya giştî, Kurdistan û Tirkiyeyê de pir sratejîk û girînge û wiha got: “Her dewlet bi siyaseta xwe ya pirtukan heye. Ev siyaset ne tenê ji bo firotin û nivîskaran e. Ji bo ziman û çandê karekî cewherî ye. Ev pêşengeha pirtukan ji bo siyasetmedar, sazî û dezgehên çandê xebatekî sereke ye. Armanca me ew e ku em xwendina pirtukên Kurdî, xwendina ji bo rewşenbîriyê pêşbixin peşengeha pirtukan li dar dixîn. Li Kurdistanê pêşengiya wê jî Komeleya Yekîtiya Weşangerên Kurd dike. Em bi TUYAP, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, DTSO ya Amede, Walîtiya Bajêr û Yekîtiya Weşangerên Tirk bi hevre vê Fuarê amade dikin. Herkes li gor armanca xwe dê vê fuarê de hewl bide ku encamê bigire. Armanca me jî ew e ku nivîsakarên xwe bi raya giştî ya Kurd û Kurdistanê re bidine nasîn. Em ê nivîskar û xwendewanên Kurd di vê pêşengehê de bi panel û foruman hewl bidin bicivînin. Hemû weşanxanên me yên Kurdî dê di standa de îmzeyên pirtukan bi nivîskarên xwe pêk bînin. Ev tiştên ku em lidar bixin ji ber xwendevan, nivîskar û gelê me hevdu nasbikin û di milê çand, ziman, dîrok û xwendinê de pêşketine kî ava bikin.”
‘Armanca êrişan ji ber Kurdî ye’
Hakki Boltan bal kişand ser armanca êrişên li dijî pirtukên Kurdî yên di pêşengehan de û ev yek anîn ziman: “Tişta herî xeter di pêşengehan de êrîşên hikumet û dewletê ye. Di nav dewletê de polîtikayeke yek alî hebe helvesta li ser pêşengeha jî helvesta êrişê ye. Êrişên li ser me weşangeran pir zêde ne. Armanca van êrişan ji ber pirtukên Kurdîye ku pêşengtiyê ji raya giştî re dike. Kurd xwedî dîrokin. Dîroka wan 10, 12 hezar sal in. Ji ber vê yekê desthilatdar êrişî weşanger û pirtukên Kurdî dikin. Di nav pirtukên Kurdî de ev tiştên me qala wan dikir derbasdibin ku ji ber vê yekê desthilatdar qedexe dikin. Zagonên xwe jî esas nagirin bi avayekî keyfiyetê bi rê ve dibin. Sala par di fuara li Amedê de me li ser navê weşanxaneya Aram û çend weşanxanên Kurdî stand wekir. Dewletê êriş ser standên me kir û pirtukên me kom kirin. Me pirtukên xwe li gor zagonên wan amade kiribû. Pirtukên me bi bandrol bûn. Lê wexta kom dikirin me ji wan re digot ev bê hiquqî ye. Lê wan jî digotin ‘Em ê bibin dozgeriyê li gor xwe zagonên qedexeyê çêbikin û hiquqa xwe pêk bînin. Me nivîskar û weşangerên Kurd ji bo van pirsgirêkan di nav Korîdorên dadgehan de dibirin û dianîn. Daxwaza wan ewe ku me ji van pêşengehan dûr bixînin û bêzarbikin. Lê polîtîka û zextên wan nikarin me asteng bike.”
‘Pirtukên Kurdî ji zarokan re pêşniyar bikin’
Hakki Boltan ani ziman ku di pêşengeha îsal de nêzî 30 weşanxaneyên Kurd dê cîh bigirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Armanc û daxwaza me ew e ku em bi disîplînekê û amadekariyeke xurt bi xwendewanên xwe re bên rûqalî hev. Bi awayekî serkeftî encamekê bigirin. Em îsal gelek bi hêvî ne. Hem ji ber xebatên hatine kirin hem jî yê bên kirin. Em li ben dê ne ku tevlibunek xurt çêbibe. Zarokên Kurd dê werin fuarê dê pirtukên Kurdî li pêşberî xwe bibînin. Dê bêtir zimanê xwe nas bikin. Ji bo netewa Kurd ev pêşengeh gelek girîng e. Banga me ew e ku kesên tên pirtukên Kurdî bixwînin ji bo pirtukên Kurdî jî teşvîkan bikin. Bila baldar bin wexta zarokên xwe dînin pêşengehê bila pirtukên Kurdî pêşniyar bikin. Em di vê derbarê de bi hêviya sala par xurttir bi hêvî ne. Dema ku sala par pêşengeh hat lidar xistin zivistan û baran bu. Me gelek zehmetî kêşand. Lê me îsal pêşengeha xwe pêşte kişand ku gelê me bê zehmetî were. Demsalek xweş û hêjaye bo vê pêşengehê. Em ê bi gelê xwe re li vê pêşengehê de xwedî çand, ziman, dîrok û zimanê Kurdî derkevin û xurttir bikin.”