Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû ku di meşa li dijî qetilkirina jinan de axivî. Halîde Turkoglû bal kişand ser têkiliya kuştina jinan û polîtîkayên dewletê û got: “Heke dewletê saziyên xwe bi polîtîkayên tundî û zayendperestiyê xurt kiribe, wê demê erka me jinan e ku em xwe biparêzin.”
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo balê bikşîne ser kuştina jinan, ji ber Navenda Danûstandinê ya Aydin Perîhanê heta avahiya DEM Partiyê ya navçeya Rêya Armûşê meşek li dar xist. Di meşê de pankarta “Jinên tên kuştin sedema raperîna me ne, rêxistinbûn xweparastina me ye” hat vekirin û dirûşmên “Jin jiyan azadî” , “Bijî Serok Apo” û “Mêr dikuje, dewlet diparêze” hatin berzkirin.
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, parlamenterên DEM Partiyê yên Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Gulderen Varli, hevserokên DBP û DEM Partiyê yên navend û navçeyên navendî, aktivîstên TJAyê û gelek jin tev li meşê bûn.
‘Di cavaka demokratîk de jin azad e’
Piştî meşê li ber avahiya DEM Partiyê ya Rêya Armûşê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de ewilî hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kûrt axivî û behsa têkiliya di navbera dewlet û kuştina jinan de kir. Gulşen Kurt, bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Ev bang banga aştiyê ye û civaka demokratîk e. Em dizanin ku di civaka demokratîk de jin azad e û serbilind e. Heta jin azad nebe civak jî azad nabe, lewma banga Birêz Abdullah Ocalan azadiya jinan e. Em dê li her derî û ji her alî ve xwe birêxistin bikin.”
‘Kuştina jinan ji polîtîkayên desthilatê serbixwe nîne’
Dû re Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû axivî û diyar kir ku kuştina jinan li vî welatî bûye komkujiyek û got: “Her roj 8 jin tên kuştin û ev yek roj bi roj zêde dibe. Me her tim ragihandiye ku pêşketina van kuştinan ji polîtîkayên vê hikûmetê serbixwe nîn in. Em bang li hikûmetê dikin ku dev ji van polîtîkayan berde. Di 6 mehên pêşîn ên vê salê de ku wekî ‘Sala Malbatê’ hatiye îlankirin, 136 jin hatin kuştin û 145 jî di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest dan. Yên ku vî welatî birêve dibin her roj polîtîkayên xwe yên dijminatiya jinan zêde dikin.”
‘Tundî û kuştin ji bêcezatiyê derdikeve’
Halîde Turkoglû, bal kişand ser polîtîkayên wezaretan ên li ser jinan û wiha berdewam kir: “Em dibînin ku Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî weke ku jin li vî welatî nayên kuştin tevdigere. Wezareta Dadê jixwe wezaretek e ku edaletê radiwestîne. Dema ku di dadgehan de mijar dibe jin, dadger bi biryarên xwe kuştina jinan zêde dikin. Bi gotineke din, tundi û komkujî li vî welatî ji polîtîkayên bêcezatiyê derdikevin. Ev rewş nîşan didin ku çima tundiya li dijî jinan ewqas belav bûye.”
‘Polîtîkayên şerê taybet belavî Tirkiyeyê jî bûye’
Halîde Turkoglû, diyar kir ku hikûmet li dijî jinan e û wiha pê de çû: “Ev polîtîka ne tenê bi rêya wezaretan, lê di heman demê de bi polîtîkayên şerê taybet jî têne bicîhanîn ku her roj tundiya li dijî jinan zêde dikin. Polîtîkayên şerê taybet niha ji Kurdistanê derbas bûye û li seranserê Tirkiyeyê belav bûye. Heke dewletê saziyên xwe bi polîtîkayên ku tundî û zayendperestiyê xurt kiribe, wê demê erka me jinan e ku em xwe biparêzin. Xweparastin mafê me yê bingehîn û şiyana me ya rêxistinbûnê ye. Dema ku em jin têkoşîna xwe ya li dijî tundiyê xurt dikin, em di rastiyê de têkoşîna xwe ya rêxistinbûnê jî xurt dikin.”
‘Werin em xwe birêxistin bikin’
Halîde Turkoglû, banga xwerêxistinkirinê li jinan kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em jin li her derê qadên xwe yên rêxistinkirinê ava dikin. Sazî, komele û meclîsên jinan qadên ku jin lê têne parastin in. Em ê bi avakirina meclîsên taxan û jinan çareseriyan ji bo tundiya li dijî jinan bibînin.Banga me ji bo hemû jinan ev e ku werin em xwe birêxistin bikin, werin em bi hev re kuştina jinan rawestînin, werin em serî hildin, werin em xwe birêxistin bikin û parastina xwe ava bikin.”
Piştî axaftinan bi çepik û tilîliyan çalakî bi dawî bû.