Kovara Bizot a ku li Îzmîrê weke platformek çand û hunerê bernameyan li dar dixe hejmara xwe ya duyemîn weşand. Kovarê huner û stranbêjiya Mehmet Atli kiriye dosyeya taybet.
Kovara Bizot a ku li Îzmîrê her wiha wekî platforma çand û hunerê bernameyan jî li dar dixe bi hejmara xwe ya duyemîn (Bihar – 2026) careke din silav li xwînerên xwe kir. Kovara ku bi zaravayê Kurmancî û Kirmanckî-Dimilî weşanê dike, di vê hejmarê de bi naverokeke dewlemend û dosyeyeke taybet a li ser Hunermend Mehmet Atli derket pêşberî hezkiriyên wêjeyê.

Dosyeya Taybet: Mehmet Atli
Di vê hejmarê de, Bizot balê dikişîne ser hunermendê navdar ê muzîka Kurdî Mehmet Atli. Dosyeya ku şêweyeke hur û kur hatiye amadekirin, li ser jiyan, huner û bandora Mehmet Atli nivîsên cur bi cur dihewîne.
Ji Îzmîrê ber bi cîhana Kurdî ve
Bizot tenê wekî kovarekê namîne; ew li bajarê Îzmîrê wekî platformeke çandî ya zindî kar û barên xwe dimeşîne. Platform li bajar bernameyên çand û hunerê li dar dixe û dibe pireke girîng di navbera hunerê û gel de.
Rêveberiya kovarê di peyama xwe ya ji bo hejmara nû de, cejna Newrozê li hemû xwîneran pîroz kir û diyar kir ku ew bi kelecaneke mezin li benda nirxandin û rexneyên xwînerên xwe ne.
Xwînerên ku dixwazin kovarê bi dest bixin, dikarin bi rêya lînka malperê Instagram: @polakurdi_ siparişên xwe bidin an jî bi rêya kovara.bizot@gmail.com pêwîndiyê deynin.









