Hejmara Kovara Jinê ya nû derkte. Kovara cara 150an derdikeve di vê hejmarê de bi mijara, “Polîtîkayên şerê taybet: Dagirkirina mejî û çandê” hate weşandin.
Kovara Jinê ku weşana heftena dike bi mijara “Polîtîkayên şerê taybet: Dagirkirina mejî û çandê” cara 150an derket. Kovarê di vê hejmarê de bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet û bandora wê ya li ser civakê. Di kovarê Gulbahar Gundur bi nivîsa “PolÎtîkayeke şerê taybet: Li dijî civakê tifaqa medya-dewletê” balê dikişîne ser polîtîkayên dewletê yên li hemberî civakê. Di nivîsê polîtîka, rêbaz û armancên şerê taybet bi berfirehî tê dahurandin û bergiriyên divê bên girtin tên destnîşankirin.
Nivîsên din ên bi heman naverokê di kovarê de hatine weşandin wiha ne:
*Di jiyana zarokên Kurd de rewşê taybet ên jiyanê” Çîgdem Ertak
*Weke amûreke şerê taybet polîtîka ziman / Ebru Gunay
*Rojnamegeriya jinan a heqîqetparêziyê li dijî şerê taybet amûra xweparastina civakê ye / Dîren Yurtsever
*Amûrên şerê taybet ên li zayenda dîrokê dinivîse / Oznûr Deger
*Medyaya şerê taybet: ‘Koremar û şehmar” Saliha Aras













