Civîna 8an a Komîsyona Meclîse bi guhdarkirina nûnerên sendîkayên ked û karmendan berdewam kir. Di civînê de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd gav avetina dewletê û reformên demokratîk derketin pêş.
Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî ku di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li meclîsê hatibû avakirin civîna xwe ya 8an pêk anî. Di civîna 8an de nûnerên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cameweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkêrên Şoreşger (DÎSK), TURK-ÎŞ, HAK-ÎŞ, MEMUR-SEN, TURKİYE KAMU-SEN û BÎRLEŞÎK KAMU-ÎŞê hatin guhdarkirin.
Destpêkê Hevseroka Giştî ya KESKê Ayfer Koçak axivî. Ayfer Koçak anî ziman ku pirsgirêka kurd giredayî wekheviyeyê û ev tişt gotin: “Heke reformên demokratîk neyên kirin dê welat fersendeke dîrokî winda dike, krîzên siyasî, civakî û aborî kûr bibin. Meclîs an qeyrana dîrokî dubare dike yan jî bi wêrekî rêya wekhevî û demokrasiyê veke. Em weke KESKê ji bo wekhevî û xwişk-biratiyê têdikoşin. Sendîkaya me Egîtîm Sen ji ber parastina mafê perwerdehiyê bi doza girtinê re rû bi rû ma, hevalên me bi lêpirsîn û îxrackirinan hatin cezakirin. Piştî pêvajoya çareseriyê ya 2013an xira bû komkujiyên mezin pêk hatin. Piştre polîtikayên tayinkirina qeyûm û operasyonên li dijî HDPê pêk hatin. Piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê, bi KHKyan 4259 endamên KESKê di nav de 100,000 kes hatin îxrackirin. KESK li dijî derbeyê ye, lê îxrac ji bo têkoşîna me ya ji bo demokrasî û aştiyê hatin kirin. Çareseriya pirsgirêka kurd bi wekhevî, azadî û demokrasiyê pêk tê. KESK, bi tirk, kurd, elewî, sunnî, laz, Çerkes û hemû karkeran, xwişk-biratiya gelan diparêze. Çareserî divê hemû mafên gelan bigire nav xwe. Di zimanê dayikê de xizmetên giştî daxwazeke hevpar e.”
Pêşniyarên KESKê
Hevserokê Giştî yê KESKê Ahmet Karagoz jî diyar kir ku dewletê heta niha gavên ber bi çav neavetine û wiha got: “Qanûnên pêwîst nehatine çêkirin. Operasyonên siyasî nîşan didin ku desthilat dixwaze pêvajoyê taloq bike. Lê welatê me bi dîrok û potansiyela xwe dikare vê pirsgirêkê bi wekhevî, azadî û xwişk-biratiyê çareser bike.”
Di berdewama axaftina xwe de Ahmet Karagoz pêşniyarên KESKê ya ji komîsyonê re wiha rêz kir: “*Plana çalakiyê ya li hev kirine, bi beşdariya civaka sivîl, karker û ronakbîran divê bê çêkirin û yekser bê cîbicîkirin.
*Ji bo nîqaşên pirsgirêkê bigihêje civakê, jîngeheke azad a xweîfadekirinê divê bê afirandin, qanûnên ji bo azadiya raman û îfadeyê bêne çêkirin.
*Nasnameya hemwelatîbûnê divê li gorî normên hiqûqa gerdûnî, bi perspektîfa wekhevî û azadiyê bê diyarkirin, bêyî cudakariya etnîkî, nasnameya Tirkiyeyê ya hevpar di destûrê de bê parastin.
*Qanûnên partiyên siyasî, hilbijartina parlamenteran, Qanûna Ceza, Qanûna Têkoşîna bi Terorê re, Qanûna Polîsan, Perwerdeya Bilind, Çapemenî û TRTyê divê bên nûkirin. Astengiyên hilbijartinê bên rakirin, bi awayekî azad zimanê dayikê bê bikaranîn.
*Di medyayê de zimanê nijadperest û mîlîtarîst ê ku xwişk-biratiya gelan xera dike divê bê terikandin.
*Desthilatên rêveberiyên xwecihî divê bên zêdekirin, rêveberiya navendîparêz bê terikandin. Cudahiyên civakî û aborî yên navbera herêman divê bên rakirin.
*Dewlet divê zelal û hesabder be, sazûmanên wekî sîstema qayûman bêne rakirin.
*Hêzên ewlekariyê divê bi wekhevî nêzî hemwelatiyan bibin, kadroyên şovenîst neyên pejirandin.
*Li herêmên pevçûnan û tevahiya welêt, daristanên wêrankirî divê ji nû ve bên çandin, çavkaniyên binerd û sererd neyên talankirin.
*Sîstema perwerdehiyê divê bê nîqaşkirin, naverokên nîjadperest, çînî, zayendperestî û baweriyan paşguh dike divê bêne paqijkirin, perwerdeyeke wekhev, laîk û demokratîk bê afirandin.
*Zarokên ji ber xwepêşandanan hatine girtin divê neyên cezakirin, mafê perwerdehiyê bê parastin û vegerin dibistanan.
*Kesên di vê pêvajoyê de berdêl dane, travmayên fizîkî û psîkolojîk jiyane, divê bên derman kirin, koçberên bi zorê divê vegerin gundên xwe.
*Ji bo aştiya mayînde, endamên sendîkayan, rojnameger, akademîsyen, aktîvîstên jin û siyasetmedarên ji ber ramanên xwe girtî divê bêne berdan.
*Têgeha entegrasyonê ya îktîdarê divê bi reformên demokratîk xizmeta beşdariyê bike, da ku pevçûn dubare nebin.
*Xizmetên bi zimanê dayikê û karkerên ziman dizanin divê bên peydakirin.
*Ji bo karkerên giştî, qedexeyên grevê, astengiyên rêxistinbûnê û çalakiyan divê bên rakirin, mafê danûstandina kolektîf a li gorî normên navneteweyî bên parastin.”
‘Aştî divê dûrî hesabên siyasî be’
Piştre Seroka Giştî ya DÎSKê Arzu Çerkezoglu axivî. Arzu Çerkezoglu bi lêv kir ku ew piştgiriya pêvajoyê dikin û ev tişt gotin: “Aştî, xwişk-biratî û wekheviyê diparêzin. Em bawer dikin ku hemû pirsgirêk bi rêya demokrasiyê çareser dibin. Wek DİSK, em ji bo pirsgirêka kurd her tim aştî, xwişk-biratî û wekhevî diparêzin. Mutabaqata civakî bi serweriya hiqûqê, dadgeha serbixwe, azadiya rêxistinbûnê û mafên bingehîn tê çêkirin. Aştî divê ji hesabên siyasî dûr, ji bo xwişk-biratiya gelan be. Daxwaza me welatê me wek dewleteke demokratîk, laîk û civakî be. Wekheviya hemwelatiyan çareseriya pirsgirêka kurd û hemû pirsgirêkan e. Li hember lîstikên emperyalîst, Tirkiyeyek demokratîk û xurt pêwîst e. DÎSK ji bo mafên karkeran û xwişk-biratiya gelan têdikoşe. Em piştgiriyê didin pêvajoyê û serkeftinê dixwazin.”
Piştî Arzu Çerkezoglu nûnerên TURK-ÎŞ, HAK-ÎŞ, MEMUR-SEN, TURKİYE KAMU-SEN û BÎRLEŞÎK KAMU-ÎŞê axivîn, daxwaz û pêşniyarên xwe vegotin. Bi guhdarkirina nûnerên saziyan re civîna 8an a komîsyonê bi dawî bû.
Komîsyon sibe wê di civîna 9an de Yekitiya Oda û Borsayan a Tirkiyeyê (TOBB), Yekitiya Odaya Ziraatan a Tirkiyeyê (TZOB), TESK, TÎSK, TUSÎAD û MUSÎAD wê ben guhdarkirin.