Amed – Siyasetmedar Îmam Taşçier ku têkildarî geşedanên li ser yekitiya neteweyî axivî, wiha got: “Heke tifaqî û yekrêziya kurdan çêbibe dê êrişên li ser Rojava jî bisekinin û dê kurd bibin xwedî statu jî.”
Li Sûriyeyê bi rûxandina rejîma Esed re serdemeke nû dest pê kir. Piştî Heyet Tehrîr el-Şamê (HTŞ) rejîma Baasê hilweşand, ne diyar e ku dê rejîm veguhere tiştekî çawa. Li aliyekî hêzên girêdayî HTŞê êrişî Elewiyan dikin û li hêla din jî dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO jî êrişî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Di vê navberê de dîplomasiya rêveberên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji bo naskirina statuya kurdan a di jinûve avakirina Sûriyeyê de ya li qada navnetewî berdewam dike. Her wiha ji bo yekitiya neteweyî ya gelê kurd jî hevdîtin û serdanên rêveberên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî didomin. Herî dawî Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî di 16ê çileyê de li Hewlêrê bi Serokê Giştî yê PDKê Mesûd Barzanî re hevdîtin kir. Ev yek di nava gelê kurd de bû cihê keyfxweşiyê. Siyasetmedar û parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Îmam Taşçier têkildarî êrişên dewleta tirk û geşedanên li ser yekitiya neteweyî ya gelê kurd û nîqaşên li ser çareserkirina pirsgirêka kurd ji ajansa me re axivî.
Îmam Taşçier, êrişên dewleta tirk ên li dijî Efrîn, Serêkanî û Girêspî bi bîr xist û wiha got: “Dewleta tirk dixwaze bi awayekê Sûriyeyê dagir bike. Astengiya li pêş vê jî kurd xuya dikin. Vê yekê ji xwe re dike hincet. Lê pêvajoya em tê de ne pêvajoyeke cuda ye. Piştî ku Esad dev ji Sûriyeyê berda û reviya çû, hin dewletên li ser Rojhilata Navîn hesabên wan hene, HTŞ anîn. Lê HTŞ lawaz e, nikare temamê Sûriyeyê bi rê ve bibe. Yên xwedî rêxistin kurd in. HSD ye, YPG ye. Şervanên wan zêde zêde hene. Tirkiye dixwaze êriş bike û li wir bimîne. Armanc dagirkirine. HTŞ jî vê dizane. Dewletên emperyal ên weke Amerîka, Ingilistan û Fransa ku niha Sûriyeyê dîzayn dikin vê yekê dizanin. Çendek berê li Roma ya Îtalyayê li ser Sûriyeyê civînek çêbû. Amerîka, Ingilistan, Fransa, Almanya û Îtalya beşdar bûn. Bang li Tirkiyeyê nekirin. Ji ber ew jî wan hesabên Tirkiyeyê dizanin.”
‘Dijminatiya dewleta tirk a li dijî gelê kurd sed sal in didome’
Îmam Taşçier, da zanîn ku dijminatiya dewleta tirk a li dijî gelê kurd sed sal in didome û wiha berdewam kir: “Ew dijminatî îro li bakurê Kurdistanê berdewam e lê li kîjan aliyê Kurdistanê wexta kurd bibin xwedî statu, dewleta tirk naxwaze bibe xwedî statu. Ji xwe berê Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan gotibû ‘Em poşman in ku mudaxileyî Herêma Kurdistana Federal nekirin û ew der bû xwedî statu’. Tevî ku têkiliya hikumeta Herêmê û Tirkiyeyê heye jî gotin ‘em naxwazin’. Ji ber vê yekê naxwazin kurd li Sûriyeyê jî bibin xwediyê statuyekê û li wir xwe bi xwe bi rê ve bibin. Hêza herî mezin a li wir jî YPG, PYD û HSD ye. Ji ber li wir xurt in ev jî bûye hinceteke êrişê. Ev neyartiya li dijî kurdan ne îro ye. Ji avakirina komarê heta niha neyartiya wan berdewam e. Beriya komarê di dema Osmaniyê de gelê kurd li ser axa xwe bi awayekî federal dijiya. Weke mîrîtî, begîtî xwe bi rê ve dibirin. Îtîhat Terakî û berdewamiya wan li dijî kurdan nijadperestî kirin. Ji Şêx Seîd, Seyîd Riza bigire heta Geliyê Zîlan bi dehan komkujî çêbûn. Lê kirin û nekirin kurd xelas nekirin. Îro çi dikin dibêjin bila kurd nebin xwedî statu. Îro li Rojhilata Navîn li Sûriyeyê, Iraqê, Îranê, Lubnan dê bên dîzaynkirin, sînor dê bên guhertin. Dewleta tirk dixwaze ev yek di bin bandora wan de werin guhertin û kurd nebin xwediyê tu tiştî.”
‘Divê li Sûriyeyê tifaqa gelan çêbibe’
Îmam Taşçier, bal kişand ser modela Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ev tişt gotin: “Li Swîsreyê çar gelên bingehîn dijîn. Ne şaş bim 17 kanton hene. Li Almanyayê bajarên federe hene. Li Sûriyeyê jî bixwazî kanton be, federal be, xweserî be dikare were avakirin. Ev nabe sedemê ku gel ji hev biqetin. Li Sûriyeyê Durzî, Nastûrî, erebên şîa û sûnî hene, kurd, suryan, ermen hene. Çend miletên sereke hene. Ev ne bi netew dewletê dikarin bi nasnameya xwe bi awayekî pir rengî bi hev re bijîn. Modela ji bo herî baş ev model e. Ev mînak li dinyayê pir zêde ne. Gelên li wir evqas sal in zehmetiyan dikişînin. Demokrasiyeke navxweyî ava bikin, Sûriye dikare xwe bi rê ve bibe. Binêrin ji ber Iraqê ev rewş baş çareser nekirin ev nêzî 20-25 sal in pergala Iraqê hêj nerûniştiye. Gelê Iraqê di nava xwe de li hev nakin. Hêj jî li wir şer û pevçûn heye. Hikumeteke ku di bin bandora hin dewletên din de heye. Heke li Sûriyeyê destûreke bingehîn a nû were çêkirin, ev gel neyên naskirin, statuya wan neyê qebûlkirin. Dê ev şerê li Sûriyeyê berdewam bike. Divê li Sûriyeyê tifaqa gelan çêbibe.”
‘Sedemê ku kurd nebin xwedî statu neavakirina yekitiyê ye’
Îmam Taşçier, destnîşan kir ku sedemê kurd ji şerê cîhanê yê yekemîn û vir ve nebibin xwedî statu neavakirina yekitiyê ye û wiha pê de çû: “Yekitî, yekrêzî çawa ye. Em nabêjin bila tev bibin yek reng. Bila rengên cuda cuda hebin lê divê di berjewendiyên kurdan de yekitiyek hebe. Îro li Sûriyeyê şerek berdewam dike. Du aliyên kurdan li wir hene. Heke ev her du alî di nava xwe de yekitiyê ava nekin. Karê wan pir zehmet e. Vê yekê Amerîka, Fransa, Ingilistan dizanin. Tiştekî şerm e Amerîka û Fransa tên dikevin nava kurdan û dibêjin werin bibin yek. Kurd evqas bêçare ne. Ya herî girîng ew e ku kurd li Sûriyeyê tifaqa xwe yekitiya xwe ava bikin. Ya herî girîng ew e ku kurd li Iraqê, Îranê û bakurê Kurdistanê yekitiya xwe ava bikin. Li kîjan parçeyî yekitî ava bibe wê bi awayekî erênî bandorê li aliyên din jî bike. Di sala 2013an de bi banga birêz Abdullah Ocalan, Celal Talabanî û Mesûd Barzanî nêzî 70 partiyên kurd li Hewlêr a başûrê Kurdistanê li meqamê birêz Mesûd Barzanî civîn lidarxstin. Temamî partî û rêxistinên kurd beşdarî wê civînê bûn. Ez jî endamekî wê civînê bûm û beşdar bûbûm. Me çar mehan li ser yekitiya her çar aliyan meşand. Ev jî tê wateyê ku kurd bixwazin dikarin yekitiya xwe pêk bînin. Dijminatiya wan bi hev re nîne. Temamê partiyan dixwestin ku kurd li ser axa xwe azad bin. Îro jî dikarin vê bibêjin.”
‘Hevdîtina Mazlûm Ebdî û Mesûd Barzanî dê bandorê li yekitiya Rojava bike’
Îmam Taşçier, destnîşan kir ku yekitiyeke xurt li bakurê Kurdistanê çêbibe dê bandorê li her sê aliyên din ên Kurdistanê jî bike û wiha domand: “Li başûrê Kurdistanê jî her çiqas statuyek hebe jî yekitî tune ye. Ew bibin yek dê îro bandorê li ser Rojava bikin. Li Rojava jî wisa. Di vê navberê de tiştên ku em pîroz bikin jî çêdibin. Birêz General Mazlûm Ebdî çû Hewlêrê bi birêz Mesûd Barzanî re hevdîtin kir. Ew wêneyê hevdîtinê hêzeke mezin da temamê kurdan. Axaftina wan jî li ser tifaq û yekitiya kurdan e. Ez wisa bawer dikim ku ew hevdîtina wan a li Hewlêrê çêbû. Ew ê bandoreke erênî li ser yekitiya kurdên li Rojava bike. Îro roj roja yekitiyê ye. Heke îro li Rojava yekitî çênebe ev firsenda ku ketiye destê gelê kurd wê pûç bibe. Kurd dê çawa li dijî hev şer bikin. Li cem dijminê xwe bisekinin û xwişk û birayên xwe bikujin. Ma qet şeref, xaysiyet, namûs tune ye. Dê çawa bi dewleteke dagirker re bibin yek û êrişî xwişk û birayên xwe yên ku canê xwe ji bo vî gelî didin bike. Ev nayên qebûlkirin. Divê em kurd tifaq û yekitiya xwe derxînin pêş ku ev çênebin.”
‘Heke tifaqiya kurdan çêbibe dê êrişên li ser Rojava bisekinin’
Îmam Taşçier, da zanîn ku demekî dirêj e ku xebatên yekitiya netewî ya kurd li bakurê Kurdistanê tên meşandin. Îmam Taşçier, bal kişand ser pêvajoya nîqaşa li ser çareserkirina pirsgirêka kurd û wiha got: “Îro em hatine astekê. Bi birêz Ocalan re li Îmraliyê hevdîtin çêdibin. Şande diçin û tên. Wê şandeyê bi partî û rêxistinan re hevdîtin kir. Fikr û ramanên xwe parve kirin û yên wan girtin. Daxuyanî dan. Di daxuyaniya şandeya Îmraliyê de xala herî girîng ew bu ku digot ‘ji bo ku pirsgirêka kurd çareser bibe û demokrasî were Tirkiyeyê divê em xebatên xwe bidomînin’ Heke em kurd ne yek bin tifaqa xwe ava nekin, yekitiya xwe pêk neînin dê ew der lawaz bimîne. Divê em destê kesên vê xebatê dimeşînin xurt bikin. Heke em nebin yek ev pêvajo jî dê pûç bibe. Ev hemû bi hev ve girêdayî ye. Heke tifaq û yekitiya li bakurê Kurdistanê bi erênî bimeşe û pêk were. Ez bawer im ew ê îro li Rojava ev çênedibû. Ji ber ku pirsgirêka kurd nehatiye çareserkirin û kurd nebûne xwedî statu li Tirkiyeyê demokrasî, mafê mirovan nîne. Îro xizanî, feqîrtî û enflasyon hebe ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd heye. Li Rojava, Başûr û Rojhilat jî wisa ye. Heke tifaqî û yekrêziya kurdan çêbibe dê êrişên li ser Rojava jî bisekinin.”
‘Divê armanca kurdan avakirina yekitiyê be’
Îmam Taşçier, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê armanca kurdan ew be ku li her çar aliyan yekitiya xwe ava bikin. Gelê kurd dikarin vê bikin. Heke ev yek were kirin, dê kurd li ser axa xwe bibin xwedî statu. Çi dixwazin dê bibin xwediyê wê statuyê. Partî û rêxistin dibe ku statuyên cuda bixwazin. Yek dikare xweseriya demokratîk bixwaze, yek federasyonê bixwaze yek tiştekî din bixwaze lê bêstatu pirsgirêk çareser nabe. Dewleta tirk dizane ku heta pirsgirêka kurd ji aliyê statuyê çareser neke ev pirsgirêk ji holê ranabe. Em îro li Bakûr dikarin çi bikin? Partî, saziyên sivîl, şexsiyet, rûspî, rewşenbîr, temamê kesên ku ji xwe re dibêjin ‘ez kurd im û dixwazim ji bo pirsgirêka kurd çareser bibe kevirekî deynim ser hev ku vî dîwarî ava bikim’ divê di nava xwe de yekitî û yekrêziyekê ava bikin. Yekrêzî hev hembêz kirine. Yekitî li ser hinek nirxên hevpar li hev bikin. Nirxên hevpar çi ne? Nasname, ziman, çand û statuya kurdan e. Kes nikare îtîrazî van bike. Li ser van dikare rêxistineke sîwan were avakirin. Ev sîwan partiyan, saziyên sivîl, rûspî, rewşenbîr û hemû beşên civakê hembêz bike. Wexta ku êriş an jî projeyek çêbû bikarin bi hev re tevbigerin. Ev xebatên me jî hene. Îro jî berdewam dikin. Me bi temamî partî û rêxistinên li Kurdistanê re hevdîtin kirin. Ez bawer im dê di demekî nêz de ev xebat bi ser kevin.”