• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tammy Bruce: Em piştgiriyê didin daxwaza HSDê ya çareseriyê

Navenda Nûçeyan / AW

6 TEBAX 2025 - 14:28
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Berdevka Wezîrê Karên Derve ya DYAyê Tammy Bruce diyar kir ku ew li Sûriyeyê piştgiriyê didin çareseriya bi rêya diyalogê û got: “HSD dixwaze agirbesta li bakurrojhilat berfirehtir û mayinde bibe û ev agirbest veguhera aştiyê. Em piştgiriyê didin vê daxwazê.”

Berdevka Wezîrê Karên Derve ya DYAyê Tammy Bruce di civîna çapemeniyê ya rojane de li Washingtonê geşedanên li Rojhilata Navîn nirxand.

Di civînê de rojnamegerekî daxuyaniya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî bi bîr xist ku digot “Em li Sûriyeyê rêveberiyeke nenavendî diparêzin.” Li ser vê yekê Bruce pevçûnên li Siwêdayê bi bîr xist û got: “Dîplomasî, rêya herî baş a sekinandina tundiyê û avakirina çareseriyeke aştiyane û mayinde ye. DYA serfiraze ku li Siwêdayê navbeynkariya çareseriyê dike û tevî Fransayê li bakurrojhilat ji bo Sûriyeyek yekparçe navbeynkariya entegrasyonê dike. Rêya li pêşiya me aydê Sûriyeyiyane. Em bang li hemû aliyan dikin ku aramiyê biparêzin û cudahiyan ne bi rijandina xwînê lê bi rêya diyalogê pirsgirêkan çareser bikin. Sûriye îstîqrarê û Sûriyeyî aştiyê heq dikin.”

Bruce got ku Sefîrê DYA’yê yê Tirkiyeyê Tom Barrack ji bo aramî û ewlehiya Sûriyeyê bi hemû aliyan re di nava têkiliyan de ye û di mijara entegrasyona HSDê de jî piştgiriyê didin diyalogê. Tammy Bruce wiha got: “Helbet em hemû civînên berhemdar ên di navbera HSD û Serokkomar El-Şara de bi kêfweşî pêşwazî dikin. HSD dixwaze agirbesta li bakurrojhilat berfirehtir û mayinde bibe û ev agirbest veguhera aştiyê. Em piştgiriyê didin vê daxwazê. Bêguman aştî û refaha Sûriyeyê girêdayî hikûmeta nû ye.”

Bruce da zanîn ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan ew piştgiriyê didin rêbaza demokrasî û dîplomasiyê.

Pirsa têkildarî komkujiya DAIŞê ya 3yê Tebaxa 2014an a li Şengalê, qirkirina Êzidiyan û vegera li Şengalê jî Bruce wiha bersivand: “11 sal berê bû. Bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 hezar û 700 kes winda ne. Girîng e ku piştgiriyê bidin kesên hêj dijîn û lêgerîna edaletê dikin. Ewlehî û îstîqrara li Şengalê ji bo civaka Êzidî biewle, bi dilxwazî û birûmet vegerin girîng e. Êzidî, firsenda jinûveavakirina jiyan û warê xwe heq dikin.”

Etîket: AmerîkaBakur û Rojhilatê SûriyêDYAHSDMazlum EbdîTammy Bruce
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Hurmuzê di navbera Îran û Amerîkayê de şer derket

Li Hurmuzê di navbera Îran û Amerîkayê de şer derket

8 GULAN 2026
Malzûm Ebdî û Îlham Ehmed bi şandeya koçberên Serêkaniyê re civiyan

Malzûm Ebdî û Îlham Ehmed bi şandeya koçberên Serêkaniyê re civiyan

6 GULAN 2026
Di hevdîtina Îran û Çînê de banga ‘divê şer bisekine’ hate kirin

Di hevdîtina Îran û Çînê de banga ‘divê şer bisekine’ hate kirin

6 GULAN 2026
Mazlûm Ebdî: Oxirbe hevalê delal Nûreddîn

Mazlûm Ebdî: Serkeftina Amedsporê dilê Kurdan geş kir

2 GULAN 2026
‘Entegrasyona Sûriyeyê ji ber bandora Tirkiyeyê giran dimeşe’

‘Entegrasyona Sûriyeyê ji ber bandora Tirkiyeyê giran dimeşe’

30 NÎSAN 2026
Trump: Nûçeya li ser kuştina Xameneyî rast e

Trump bi rojeva Îranê civîna krîzê pêk tîne

27 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurd bi ‘arşîva dîjîtal’ navên gund û bajarên xwe diparêzin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nivîskar Yildiz Çakar li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakirhan: Heta Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê pêvajo nagihîje encamê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bi banga Abdullah Ocalan rihê parastina zimanê kurdî xurt bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Enqereyê dibistana zimanê Kurdî: ANKA-DER

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 15ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Xebatên ji bo Kurdî têrê nakin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kovara Vînê dest bi weşanê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Daxuyaniyên 15ê Gulanê: Em jiyanê bi Kurdî bixemilînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (407)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne